Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Xwedî li zimanê xwe yê dayikê derbikevin’

Mamostayên zimanê kurdî yên rojhilatî diyarkirin ku li Îranê zimanê dayikê yê perwerdeyê zimanê farisî li ser zarokan tên ferzkirin û bang li malbatan kirin ku bi zarokên xwe re bi zimanê dayikê bi axivin.

Jin herî zêde giringiya zimanê dayikê fam dikin, jin bûn wesile ku li rojhilatê Kurdistanê li bajarên cûda dibistanên zimanê kurdî were vekirin. Zara Mohammadi ji ber ku zimanê kurdî fêr kiriye cezayê girtîgehê girt û jin bi israrin ku zimanê dayikê fêr bibin û ji bo wê jî hîna jî bedelên giran didin.

Bi wesileya 21’ê sibatê roja zimanê dayikê, mamostayên zimanê kurdî yên rojhilatê Kurdistanê ji JINHA’yê re axivîn û diyarkirin ku giringiya zimanê dayikê li rojhilatê Kurdistanê ji ber polîtakayên hikûmeta Îranê zimanê kurdî bi metirsiya tunebûnê re ru bi rû ye.

‘Zimanê dayikê çand kes diyar dike’

Mamostaya zimanê kurdî H.M ya ku beriya çend salan fêrî alfebeya zimanê kurdî bûye û da zanîn ku bi guhdarkirina stranên kurdî û gotinên mezinan û ji ber eleqeya wê ya ji bo edebiyatê ji bo fêrbûna zimanê kurdî gelek jê sûd girt û wiha got: “Zimanê dayikê çanda kes diyar dike. Kesên ku bi zimanê dayika xwe neaxive, xwedî li nasnameya xwe dernakeve. Yên ku zimanê dayika xwe dipeyivîn, zarokên ku fêrî xwendin û nivîsandinê dibin, rêzê li zimanê xwe digre û dizane ku tu zimanek din li ser zimanê wan re nîne û ji ber zimanê xwe xwe sûcdar nake.”

‘Divê ziman ji neslê din re bimîne’

H.M bal kişand li ser giringiya zimanê dayikê li hemû cîhanê û diyarkir ku giringiya zimanê dayikê li hemû cîhanê hemane û got: “Ji ber vê yekê li hinek welatan zimanê dayikê were marjînalkirin jî ji zimanê xwe yê dayikê dûr nakeve û jê hez dike. Netewên ku hatine perçiqandin rastî qedexeyên hikûmeta serdest tên û gelek ziman rû bi rûyî metirsiya ji holê rakirinê re ye. Divê mirov rê nede vê yekê, zimanê xwe bidin jiyan kirin û fêrî neslên nû bikin”

‘Em zimanê dayikê li gora derfetên xwe fêr dikin’

H.M destnîşan kir ku li Îranê perwerdeya zimanê dayikê qedexeye û wiha got: “Hemû mirov divê destpêkê fêrî zimanê dayika xwe bibe, piştre jî fêrî zimanê fermî yê welat bibe. Di fêrbûna zimanê dayikê de me ji dewletê tu piştgiriyek negirtiye. Em vi karî bi derfetên xwe dikin. Zimanê kurdî yek ji zimanê herî girîng yê cîhanê ye, hemû  hewildanên min ewe ku ez rast fêrî xwendevanan bikim”

‘Divê dayik bi zarokên xwere bi zimanê dayikê biaxivin’

H.M bi bîr xist ku ji ber dersa zimanê kurdî dide bijîşk, endezyar, mamostayên zanîngehê, memur, marangoz, kedkar û hemû pîşeyan ji 18 heta 65 salî gelek keyfxweşe û axaftina xwe wiha dom kir: “Fêrbûna kurdî ji ji şeş beşan pêktê, alfebeya aramî, alfebeya latin, gramer, rêze edebiyat, dîroka edebiyatê û werger ya herî giring jî alfebeya kurdî ye. Ji ber em xwendin û nivîsandinê divê qonaxê de fêr dibin. Em peyvan û hevokan nas dikin. Divê dayîk bi zarokê xwe re bi zimanê dayikê biaxivin. Erkê herî girîng yê wane ku zarokên xwe fêrî zimanê dayikê bikin.”

‘Xwesteka jina hîn zêdetir e ji bo fêrbûna zimanê dayikê’

Mamostayek din ya zimanê kurdî N.B got: “Ev nêzî 10 salan e ez bê beramberî zimanê kurdî fêr dikim. Ez debara xwe bi awayek din dikim. Ez gelek hez dikim ku kurdî fêr bikim. Ji ber ez dixwazim mirovan teşwiqî fêrkirinê bikim û ji bo vê jî min tu pare negirtiye. Daxwaza jinan a fêrbûnê zêdetir e, gelek jin, dayik di ferqa giringiya zimanê dayikê dene û dayik zarokên xwe bi zimanê dayikê xwedî dike. Li gora min tenê bi zimanê dayikê axaftin têrê nake, divê xwendin û nivîsandinê jî bi zimanê dayikê fêr bibe.”

‘Destpêkê ji xwe bawerbûn dişkê’

N.B da zanîn ku li Îranê zimanê fermî zimanê farisiye û wiha dom kir: “Mamoste ji bo zimanê farîsî bidin zarokan tên hişyarkirin, eve pirsgirêke û wisan dike ku zimanên din were jibîrkirin. Di refê de zarokên 6 salî bi zimanê farisî diaxvin, hîna di destpêkê de bê bawerbûnê jiyan dike. Hêdî hêdî li cihê peyvên zimanê dayikê peyvên farisî bi kartînin û ji zimanê xwe yê dayikê tên dûrxistin. Ez malbatên ku bi zarokên xwere farisî diaxivin dibînim û hêcetên wan jî ji bo zarokên wan baş farisî biaxivin e. Di derbarê pêşeroja zimanê kurdî de herçendî ku hêviyên min hebe, dema ez rastî van rewşan têm ez bi fikar dibim, ji bo pêşî li tunebûna zimanê kurdî bigrim erkên gelek mezin dikeve li ser milê mamosta û malbatên xwendevanan.”

‘Berpirsyartiya jinan zêdetir e’

Mixabin li bajarê Sine gelek peyvên kurdî winda bûye, hinek dema ku hinek bi zimanê kurdî diaxivin gelek caran henekên xwe pê dikin. Zarokan teşwiqî zimanê farisî dikin û eve polîtakayên hikûmetê ne. Ji bo zimanê kurdî ji holê rakin, çi ji destê wan tê dikin. Kurd saziyên serbixwe û weqf avakirin û zimanê kurdî fêr dikin. Di rewşek bi vî awayî de berpirsyartiyên jinan ji berê zêdetire. Yên dayik di nava lîstokan de û di nava sohbetên di nava malê de divê baldarbin û bi kurdî bi axivin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar