Ev rojên zor û zehmet ên piştî erdheja Mereşê û wêraniya bi xwe re anî li aliyekî û keysparêziya ku ji alî gelek bêwijdanan ve tê kirin li aliyekî din. Ev keysparêzî di asta hikûmet û welatan de wekî dîplomasiya sûdwergirtina ji krîzan tê meşandin û her wiha di asta tekakesî de jî di bazirganî û dan û standinan de gelekî beloq tê xuyakirin.
Dîplomasiya krîzê
Di asta welatan de gelek welatên ku pirsgirêkên wan bi hikûmeta tirk re hebûn, hin welatan wekî mînak (Yewnanistanê) ew nankokî dan aliyekî û destê alîkariyê dirêjî Tirkiyeyê kirin.
Her wiha mirov dikare serdana wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken jî di vê çarçoveyê de binirxîne lê tiştê ku di axaftina çapemeniyê ya piştî serdanê de derket pêş ji erdhejê wêdetir dîplomasiya çareserkirina nakokiyan tê de hebû. Blinken di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de ji erdhejê zêdetir behsa endamtiya Fînlanda û Swêdê ya NAOT’yê kir, her wiha bal kişand ser alîkariyên Çînê ên bi Rûsyayê re û li ser baza Tirkiye ya kirîna balafirên F16 rawestiya. Lewre mirov dikare wê di warê dîlomasiya sûdwergirtina ji krîz û aloziyê de binirxîne. Mirov dikare wekî dibêjin navê (Hem ziyaret hem tîcaret ) lê bike.
Herçendî ku di bingeha xwe de berjewendî jî hebin, mirov dikare bi rengekî din jî binirxîne û bêje bi rastî li hemberî wê felaketa mezin û trajediya ku mirov tê de derbas dibin tevgereke bi wijdan tê kirin û di rewşên wiha de mirov dikarin nakokiyên xwe bidin aliyekî û rûpelekî nû vekin.
Hişmendiya zingar ji ya xwe nayê xwar
Lê mixabin ev helwest û sekna me behs kir li ba rayedarên dewleta tirk û rejîma Sûriyeyê ne derbasbar in. Piştî wê felaketa mezin û hîna bi dehezaran kes di bin kavilan de li hêviya alîkariyê bûn, dewleta tirk balafirên xwe ji bo bombebarankirina hin deverên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bikar anîn. Gelek caran bi balafirên xwe yên şer êrîşî çiyayên Kurdistanê kirin.
Rejîma Şamê nehişt ku alîkariyên mirovî ji Rojava û bakurê û rojhilatê Sûriyeyê biçin bajarên ku erdhejê bandoreke mezin li wan kiribû û xelkên wê tî û birçî di sermaya dijwar de ji nêzan re diririkîn.
Lê li hemberî wê helwesta seyr û ecêb helwesteke din a insanî û bibiryar û xwedî vîneke mezin hebû. Li Rojava û bakur û rojhilatê Sûriyeyê Rêveberıya Xweser hemû nakokiyên xwe yên siyasî ên bi aliyên din re danîn aliyekî û di roja pêşî de konveyeke mezin a alîkariyan bir ber bi deverên di bin kontrola rejîmê de , her wiha berê xwe dan deverên di bin kontrola dewleta tirk û çeteyan de jî. Lê mixabin herdu aliyan jî ew alîkarî bi rojan dan rawestandin û qebûl nekirin ku Rêveberiya Xweser wan alîkariyan bigihîne mexdûrên erdhejê.
Li bakurê Kurdistanê jî bi rastî bi tevlêbûna gelek saziyên sivîl û partiya HDP’ê seferberiyeke mezin hat destpêkirin û di rojên pêşî de bi tonan alîkarî hate berhevkirin û berê xwe dan hemû deverên ku ziyaneke mezin ji erdhejê dîtine. Mixabin li wir jî rastî astengiyên dewletê hatin û li Pazarcixa Mereşê qeyûm avêtin ser kordînasyona Krîzê ya alîkariyan da ku wan alîkariyan bi navê xwe belav bikin.
Mixabin ev bêwijdanî di asta tekakesî de jî hebû. Di serî de kesên ku malên xwe bi kirê didin di nava çend rojan de ji sed sed, dused û heta sêsed kirya xaniyên xwe zêdekirin. Ji ber ku daxwaza xaniyên serbixwe zêde bû xwediyê wan xaniyan jî di nava 4 rojan de buhayê xaniyên xwe 4 qat zêdekirin.
Hêviya di nava tarîtiyê de
Lê li aliyê din jî fedakarî û rihê bedew yê alîkariyê bi taybetî di nava ciwanan de jî tiştekî balkêş û hêjayî pesindanê bû. Li Amedê ez bûm şahidê fedakarî û çalakbûna gelek ciwanên kurd ên bi dilxwazî çûn bi hewara bajarên din ên ku zirareke mezin li wan bûye.
Van ciwanên me yên xweşik û bedew ne tenê li Amedê bi fedakarî û rihekî berpirsiyar tevgeriyan û alîkarî dan hev û belavkirin lê bi sedan ciwanên amedî keç û xortên me yên nûhatî berê xwe dan Semsûr, Mereş û bajarên din ên ku erdhejê bandoreke mezin li wan kiribû.