Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Piştî saleke binkeftî, DAIŞ dîsa çalak dibe

Êrîşên dawîn ên çeteyên DAIŞ`ê der barê bikaranîna yekemîn a erdheja wêranker de gelek pirsnîşan çêkirin ku xwe ji nû ve birêxistin dike. Metirsî hene ku erdhej, hawîrdoreke guncaw ji bo DAIŞ`ê li Sûriyeyê ava bibe. Lêkolînera kar û barên komên terorîst Lamar Erkendî got ku DAIŞ hewl dide baweriya piştevanên xwe vegerîne.

Li gel mijûlbûna cîhanê ya bi erdheja wêranker a li Sûriye, Tirkiye û Kurdistanê rû daye û di encamê de bi hezaran qurbanî, birîndar û zirarên madî çêbûn, DAIŞ`ê êrîşên xwe li Sûriyeyê zêde kirin. Vê carê sivîl kirin hedef. Ev êrîş metirsiyan çêdike ku çeteyên DAIŞ`ê li herêmê jê hatine derxistin dîsa belav bûne.

Çeteyên DAIŞ`ê roja înê li herêma El Sexne ya rojhilatê Humsê welatiyên ku dombelan kom dikirin û bendeke hêzên hikûmeta Şamê ya herêma Dibiyat kirin hedef û di encamê de 61 welatî û 7 endamên hêzên hikûmeta Şamê hatin kuştin. Ji destpêka salê ve, ev êrîşa herî xwîndar e.

Ji rûdana erdhejê ve, çeteyên DAIŞ`ê li Sûriyê zêdetirî 3 êrîş pêk anî û di encamê de bi  dehan welatî û endamên hêzên hikûmeta Şamê hatin kuştin û birîndar bûn. Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ji 10’ê Sibatê ve, 90 kes bi destê DAIŞ`ê hatine kuştin. Di nav de welat û endamên hêzên hikûmeta Şamê hene.

`Vegerandina baweriya piştevanan piştî binkeftinên di 2022`yan de pêk hatine`

Rojnamevan û lêkolînera kar û barên komên terorîst Lamar Erkendî got: “DAIŞ piştî binkeftinên sala borî û ji ber ku nekarî girtîgeha Sînaa kontrol bike û endamên xwe rizgar bike, hewl dide ku baweriya alîgirên xwe vegerîne.”

Li gorî Lamar çeteyên DAIŞ`ê hemû firsendan bi kar tînin di nav de gefên domdar ên dewleta tirk a dagirker û li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, mijulbûna Rûsya bi şerê li Ukraynayê, herî dawî erdheja li Sûriyeyê û Tirkiyeyê rû daye da ku sazûmaniya xwe li Sûriyeyê ji nû ve birêxistin bike, ji ber wê êrîşên xwîndar li Sûriyeyê pêk anîn.

Lamar wiha domand: “Tevî şîroveya min a li jor, DAIŞ bi rêya ajandeyên xwe yên ragihandinê, dixwaze bi van êrîşên xwe yên rojane li beyara Sûriyeyê endamên xwe zêde bike. Ruxmî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hêzên Koalîsyona Navneteweyî, rejîma Sûriyeyê û milîsên Îranê hemleyên ewlehiyê li dijî wan li dar dixin, lê dîsa jî bi hêz vedigere. Ev îsbat dike ku DAIŞ bi rêya şaneyên xwe yên veşartî, li erdnîgariyeke fireh belav e. Li aliyê din jî DAIŞ dixwaze van peyaman bide ku hîna li ser lingan e ruxmî ku cihên xwe ji dest dan.”

`Ji hedefgirtina endaman ber bi hedefgirtina koman`

Lamar wiha nirxandinên xwe domand: “Ji destpêka salê ve, DAIŞ di êrîşên xwe de planeke nû bi kar tîne. Li şûna hedefgirtina endaman, ew koman dike hedef mîna li herêma El Sexne ya beyara Humsê pêk hatiye.”

Der barê armanca DAIŞ`ê ji êrîşên li dijî sivîlan de Lamar got: “DAIŞ ji vê êrîşê armanc dike sivîlan bitirsîne. Yanî wan neçar bike ber bi hundirê Sûriyeyê ve bi awayekî komî koçber bibin ku sînorên xwe dihesbîne. Yanî herêmê vala bike, bi awayekî serbest tev bigire û herêmên hegemoya xwe mezintir bike.”

Gelo herêmên wêranbûyî dikarin bibin jêderên vejandina DAIŞ`ê?

Li gorî çavdêran, li Sûriyeyê herêmên ji ber erdhejê wêran bûne, dibe di rojên bê de bibin jêdera tevgera DAIŞ`ê nexasim ku xizanî belav e û rewşa aborî û siyasî paşketî ne û piştî erdhejê aloztir bûn.

Lamar got: “Ji xwe DAIŞ li herêmên bakur rojavayê Sûriyeyê di nava komên li wir de belav e. Her tim hewl dide ku xizaniyê û rewşa aborî ya dijwar bi kar bîne ku piştî erdhejê dê aloztir bibe. DAIŞ dê bi hemû hêza xwe hewl bide endamên nû li herêmên di bin kontrola hikûmeta Şamê de çêke. Lê bi nêrîna min bi ser nakeve. Ji ber ku Rûsya, Îran û milîsên wê û hêzên rejîma Sûriyeyê hene. Alîgirên wê li wir tune ye ji bo ku fireh bibe mîna ku dema li Sûriyeyê û Iraqê derketiye bibe.”

Li gorî Lamar dê di çend rojên bê de êrîş zêde bibin û wiha axivî: “DAIŞ beriya erdhejê çalak bû ku rojê êrîşek pêk dianî çi êrîşên çekdar an jî teqîn pêk tîne. Dê çalaktir bibe. Ji ber wê dê hewl bide rewşa tevlihev a piştî erdhejê bi kar bîne û êrîşên xwe firehtir bike. Nexasim li herêmên di bin kontrola rejîmê de. Dê careke din hewl bide êrîşan li dijî navendên girtina endamên xwe pêk bîne. Tevliheviyê li kampên jinan û zarokên DAIŞ li herêmên HSD`ê çêke û daîreya tundiyê dê bigihêje sivîlan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar