Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘HDP felsefeya piştevaniyê diafirîne’

HDK'ê li ser erdhejê raporek weşand û diyar kir ku dewlet li herêmê nîne. Di raporê de hate gotin, "HDP felsefeya alîkarî û piştevaniyê diafirîne."

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li herêmên erdhejê serdan pêk anî û raporek çavdêriyê amade kir û bi raya giştî re parve kir. HDK di rapora xwe de diyar dike ku ew ewilî çûne serdana Osmaniyeyê û wan çavdêrî kiriye ku AFAD ewilî çûye Osmaniyeyê û li vir 306 avahî hilweşiyane û 766 kes jî di bin kavilan de mane. Di raporê de tê gotin bi piraniya avahiyên hilweşiyane ji ber birîna kolanan hilweşiyan e.

HDK di rapora xwe de diyar kir ku bi taybetî li gundê Narli yê Bazarcixa Mereşê ji ber şert û mercên dijwar ên zivistanê şertên tenduristiyê xerab bûne û nîşaneyên nexweşiya gurîbûnê derketiye holê û metirsiya nexweşiya tîfoyê jî heye. Di raporê de hat gotin li herêma Mereşê dilxwazên erdhejê xebatên xwe serwer kirine û birînên xelkê bi destê dilxwazan tên pêçandin.

Di raporê de hat destnîşankirin ku li herêma Bazarcixê ji ber nêzîkatiyên polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê kurdên elewî yên li herêma Bazarcixê metirsiyên wan ên ewlehiyê hene û bi fikar in.

Di raporê de hat diyarkirin ku li herêmên erdhejê navê AFAD’ê heye lê ew bi xwe nîne. Di raporê de hat gotin ku li navçeya Bazarcixê dîmenên bermahiyên ku bajarek ji şer derketiye xuya dike. HDK’ê di raporê de anî ziman ku li bajarên erdhej lê çêbûne xebatên alîkarî û piştevaniyê li ser tora dilxwazan tê kirin û dilxwaz hewl didin ji mexdûran re bibin alîkar û birînên wan bipêçin. HDK di rapora xwe de dibêje ku dewlet li herêmên erdhejê tune ye û bi pêşengiya koordînasyonên HDP’ê piştevanî û alîkarî li gorî ruhê felsefeya wê tê kirin û bêyî ku cihêkariyê bixin navbera zimanek, çandek, netewek û baweriyekê. HDK di rapora xwe de diyar dike ku AKP li herêmê pêbaweriya xwe winda kiriye û hêrs û nerazîbûna xelkê li dijî desthilatdariyê zêde bûye. HDP di rapora xwe de destnîşan dike ku tora piştevaniya dilxwazan di nav kurdan de atmosferek yekîtiya neteweyî jî afirandiye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar