Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Berpirsiyarê mirinan ev desthilatdarî bi xwe ye’

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancat got, "Berpirsyarê mirina li erdhejê, mejiyê riziyayî ye; desthilatdarî bi xwe ye ku li ser rant, talan, derew û şer ava bûye. Em ê vê desthilatdariyê bişînin."

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)’ê Mîthat Sancar li civîna koma partiya xwe ya li meclîsê axivî.

Sancar bal kişand ser hewldanên ji bo astengkirina piştevaniya civakî û got, “Vê desthilatdariyê piştî erdhejê tenê tiştek bi rêk û pêk kir. Ew jî astengkirina piştevaniya civakê bû.”

Sancar diyar kir ku eger di dema xwe de destwerdaneke rast ji aliyê dewletê ve li cihên erdhejê bihata kirin, dibe ku niha bi hezaran kes sax bûna.

‘Çima neketin nava liv û tevgerê?’

Mîthat Sancar got, “Neçar in ku bersiva van pirsan bidin. Em ê bipirsin û dubare bipirsin. Di saetên destpêkê de yên piştî erdhejê, çima bi lez desthilatdarî nekete nava liv û tevgerê? Astengiya li pêşiya vê yekê çi bû? Derfet û kapasîteya saziyên dewletê çima nehate bikaranîn. Tîmên sivîl û fermî yên lêgerîn û rizgarkirinê çima bi lez ber bi herêmê ve nehatin veguhastin?

Hevserokê Giştî yê HDP’ê destnîşan kir ku eger amadekariyên pêwîst hatibûya kirin wê 4 saet têrê bikira ku biketibûna nava liv û tevgerê û got, “Di serî de serokkomar ku erk hemû xistiye destê xwe, her kesên di asta rêveberiyê de ne çar in ku bersiva pirsê bidin. Ne tenê bersivê bidin, her wiha neçar in ku hesab jî bidin.”

‘Serkêşê berpirsyaran, Erdogan e’

Mîhat Sancar diyar kir ku wê hesabê vê qirkirinê teqez bipirsin û wiha dewam kir:

“Berpirsyarê mirinan diyar e, mejiyê enqazê yê dejenerebûyî û riziyayî ye. Desthilatdarî bi xwe ye ku li ser rant, talan, derew û şer hebûna xwe dewam dike. Sazî hemû jî ji bo serokomar û sererastkirina îmajê û parastina berjewendiyên xwe dixebitin. Saziyeke bi tenê jî ji bo mirovan naxebite. Her saziyeke dewletê, her rayedarekî li van saziyan bûne mîna xulamê li ber fermanê yê sîstema serokkomariyê. Vê sîstemê saziyên dewletê hemû ji berpirsyariya xwe ya li hemberî gel azad kiriye. Welê li wan kiriye ku li pêşberî serokkomar xwe berpirsyar bibînin. Lewma di xeleka berpirsyariyê de serkêşê destpêkê Erdogan bi xwe ye. Dixwazim careke din dubare bikim ku çi bûye sedem ku erdhej veguhere felaketeke mezin: Şêlandin, talankarî, derewîn, rantxurî, bêkontrolî, bê tedbîrî, bê planî, bê organîzeyî, bê koordîneyî, riziyayî, bêexlaqî, bêmerhemedî, bêwijdanî ye. Me ev hemû dît û hîn jî dibînin. Desthilatdariya ku ji bo erdhej veneguhere karesateke mezin koordîne nebû, di şer de di cîde koordîne dibe.”

‘Ev desthilatdarî wê biçe’

Sancar destnîşan kir ku ya divê ew bikin, li gorî vê dema lezgîn mezinkirina xwerêveberiyê ye û got, “Rizgariya civakî bi rêxistinî û piştevaniya civakî dibe. Bi deh hezaran mirovî jiyana xwe ji dest dan, rabirdûya bi milyonan mirovî tune bû, paşeroja wan ji wan standin. Êdî ji bo rojeke bi tenê jî ev welat nikare xwe li vê desthilatdariyê rabigire. Divê em vê desthilatdariyê êdî bişînin. Ev yek ne tenê siyasî her wiha wezîfe û berpirsyariyeke mirovî ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar