Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Li Rojhilat 22’yê Sibatê bû kevirê bingehîn ê tevgera sivîl

Piştî ku di 15’ê Sibata 1999’an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat dîlgirtin, li her çar parçeyên Kurdistanê gel rabû ser piyan û li dijî komployê bertekên tûnd nîşan da. Li rojhilatê Kurdistanê jî gel bi hemû hêrsa xwe dakete kolanan, lê hêzên dewletê bi taybet li bajarê Sine, komkujî kir û bi dehan kes şehîd bûn.

Gelê rojhilatê Kurdistanê di sala 1999’an de li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan dakete kolanan, dest bi serhildanê kirin û komploya navneteweyî ya 15’ê sibatê şermezar kirin.

Serhildanên gel rayedarên rejîma Îranê tirsand. Roja 22’yê sibata 1999’an serhildana gelê kurd li rojhilatê Kurdistanê bajarê Sine gihişt lutkeyê. Rejîmê li hemberî xwepêşanderan gule reşand û bi dehan welatî şehîd bûn. Tişta sîstema deshilatdar a Îranê xwe li hember negirtî, zindîbûna hestê şoreş û serhildana gel a di nava gel de bû. Serhildana gelê rojhilatê Kurdistanê di demekî kurt de li seranserî rojhilatê Kurdistanê û Îranê balev bû.

Serhildana gel her çend ku destûra fermî ji rejîma Îranê wergirtî bû jî lê ji berî ku destpê bike, berî çend seatan destûra fermî ya xwepêşandana li dijî komploya navneteweyî ya li hemberî Rêber Ocalan hat betal kirin. Lê dîsan gel guh neda qedexeyê û bi dirûşmeyên, “Kesek nikara Roja me tarî bike”û “Bakur, Başûr, Rojhilat yek armac û yek xebat” daketin kolanan.

Serhildanê destpêkê ji bajarê Sine destpê kir, piştre li Merîwan, Urmiye, Kirmaşan, Mako, Mihabad, Bokan, Selmas, Saqiz, Kamîran, Pîreşan, Serdeşt û çend navçe û barokên din ên rojhilatê Kurdistanê û Îranê gel bi yek deng û armacê daketin kolanan.

Tevî ku serhildana rojhilatê Kurdistanê bi agahdariya berpirsên Komara Îslamî ya Îranê çêbû, lê hikûmet li dij rawestiya, gelek welatî hatin şehîd û birîndarkirin.

Roja 22’yê sibata 1999’an hêzên ewlekarî û artêşa pasdaran a Îranê bi biryara dewletê ji erd û asîman welatî gulebaran kirin û xwîn li ser cadeyan herikî.

Di encama gulebaranê de li bajarê Sine 20 ciwan şehîd bûn û bi dehan ciwan jî birîndar bûn. Herwiha gelek kes hatin binçavkirin û girtin jî. Kesên hatin girtin û binçavkirin, gelek hatin îşkencekirin. Gelek ji wan mamoste û xwendekar bûn.

Li bajarê Merîwan 4 kes, li Urmiyê 3 kes û bajarê Mako jî 4 şehîd bûn. Herwiha rejîma Îranê destûr nedan malbatên şehîdan cenazeyên zarokên xwe bi merasîmê oxir bikin.

Li bajarê Sine nêzî 900 ciwan, jin û mêr di encama êrişên hovane yên Îranê de hatin binçavkirin û gelek jê hatin cezakirin.

Zextên rejîma Îranê nekarîn pêşî li nerazîbûnên li dijî komploya 15’ê Sibatê bigirin, ev agirê serhilanê ji bo hîmê tevgerên sivîl û rêxistinên nîştimanî bû kevirê bingehîn.

Piştî 5 salan di meha nîsanê de Partiya Jiyana Azadî ya Kurdistanê (PJAK) hat damezirandin ku beşek zêde ya damezînerên wê kesên tev li nerazîbûn û serhildanên li rojhilatê Kurdistanê ya li dijî 15’ê Sibatê bûbûn.

Piştre di havîna 2005’an de li dijî kuştina ciwanê kurd Şiwane Seyid Qadir li seranserî rojhilatê Kurdistanê çalakî pêk hatin. Di salên piştre li dijî darvekirina girtiyan û boneyên din grev û xwepêşandanên medenî pêk hatin. Karwanê nerazîbûnan li serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadi’ gihîşte lutkeyê.

Di 16’ê îlona 2022’yan de jin û ciwanên kurd li dijî kuştina jina kurd Jîna Emînî ya xelkê Saqizê ku li Tehranê ji aliyê ‘polîsên exlaqê’ ve hat kuştin, dest bi serhildan û çalakiyên nerazîbûnê kirin. Raperîn li seranserî Îranê belav bû û deng veda. Heta niha jî ev serhildan berdewam dike. Bajarê Sine dîsan yek ji bajarên sereke yên vê serhilanê ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar