Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Em ê dîwarên Îmraliyê bişkînin û Rêber Ocalan azad bikin’

Şêniyên Minbicê yên beşdarî hemleya komkirina îmzeyan bûne, diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe bilind bikin û dengê xwe bilind bikin da ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin.

Têkildarî mijarê, Mihemed Şêxo yê ji Minbicê wiha got: “Em di hemleya komkirina îmzeyan de ya ji bo bidawîkirina tecrîdê li dijî Rêber Ocalan ê xwedî fikrê rizgarî û biratiya gelan û kilîta çareseriyê ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn re, dewam dikin.”

Şêxo wiha domand: “Rêber Ocalan tu cudahî nexist navbera pêkhateyên civakê û wî projeya neteweya demokratîk a xwe dispêre biratiya gelan û jiyana hevbeş pêşkêş kir.”

Di dawiyê de Şêxo got: “Em ê di çalakî û hemleyên xwe de heta şikandina dîwarên Îmraliyê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan dewam bikin.”

Her wiha welatiya bi navê Şems Berkel jî wiha got: “Bi saya fikir û felsefeya Rêber Ocalan jin rizgar bûn, mafên xwe standin û hebûna xwe di tevahî aliyên jiyanê de îsbat kir. Ji erka me ye têkoşîna xwe ya ji bo rizgariya rêberê xwe ku êdî sembola gelên bindest tevan e, dewam bikin.”

Li aliyekî din jî, Îbrahîm El Îsa wiha got: “Hemleya komkirina îmzeyan a ji bo bidawîkirina tecrîdê bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin. Ev pêşwazîkirin jî di encama hezkirina gelan ji fikrê Rêber Ocalan re ku banga azadiya tevahî gelên bindest kir û hewl da jiyaneke hevbeş û biratiya gelan ji tevahî cîhanê re pêk bîne.”

El Îsa wiha domand: “Şêniyên bajêr û gundewar bi awayekî mezin beşdar bûn. Ji ber ku baweriya wan bi projeya neteweya demokratîk ku projeya yekane ya çareserkirina tevahî pirsgirêkên li Rojhilata Navîn e heye.”

El Îsa wiha dawî li gotina xwe anî: “Em ê bi hemû pêkhateyan ji kurd, ereb, suryan û çeçenan di hemleyên komkirina îmzeyan de ji bo bidawîkirina tecrîda li dijî Rêber Ocalan de dewam bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar