Desteya Avhewa û Erdhejê ya Iraqê ragihand ku li navçeya Hemdaniye ya ser bi Musilê, di saet 02:24’an de bi pileya 4,3 erdhejek çêbû.
Gorî agahiyên desteyê, erdhej 5.8 kêlometre di bin kûrahiya erdê de çêbûye, gorî heman daxuyaniyê erdhej li Hewlêr, Dihok û navçeyên din ên derdora Mûsilê jî hatiye hîskirin.