Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Rê li ber talaneke din tê vekirin’

Avahîsaz Şerefhan Aydin, rexne li biryarnameyê kir ku pê erka Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê tê zêdekirin û destnîşan kir ku rê li ber talaneke din tê vekirin.

Biryarnameya serokkomariyê ku mijarên bicihbûn û çêkirina avahiyan li bajarên ji ber erdhejê bandor li wan bûye, di nav de ne, di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

‘Bi biryarnameyê rejîma yek zilamî didin saziyekê’

Serokê Şaxê Odeya Avahîsazan a Amedê yê berê Şerefha Aydin ku nirxandina biryarnameyê ji ANF’ê re kir, got: ”Erka Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê pir hatiye zêdekirin. Ji ber felaketê bi awayekê bê rê û rêgez destûra ‘Tu çi bikî mafdar î, çi tiştê bikî, rewa ye’ tê dayîn. Wek ku rejîma yek zilamî bidin saziyekê. Wateya vê biryarnameyê ew e ku wê guh nedin saziyên din ên pispor û civaka sivîl û rêxistinên pîşeyî.

Erka venihêrînê ya rêxistinên pîşeyî û saziyên din û wezaretan ji holê tê rakirin. Bi vê biryarnameyê ber li wezaret, hemû rêxistinên pîşeyî û civaka sivîl hat girtin. Helbet wê saziyên me yên wek TMMOB’ê berteka ku divê, nîşan bidin. Lê ji ber ku sererastkkirin hiqûqî ye, rê li bar gavên ku wê ji vî aliyî ve bên avêtin, hatin girtin.

Bo nimûne berê planên ku dihatin kirin, dihatin nîşandan û rêxistinên pîşeyî dikarî îtîraz li planan bikira. Carinan jî bi wijdan û hiqûqê mirov dikarî van planan rawestîne. Lê niha bi vê biryarnameyê ew pêvajo bi temamî ji holê tê rakirin. Mirov, bi rehetî dikare bibêje ku rê li ber talaneke din tê vekirin.”

‘Rê li ber xerakirina ekolojîk tê vekirin’

Avahîsaz Aydin got ku bi biryarnameyê bi taybetî rêya çêkirina avahiyan li mêrg û daristanan tê vekirin û ev ê bibe sedema xerabûna ekolojîk û ev tişt ragihandin: ”Di şertên asayî de nabe ku mirov dest bide cihên ku mêrg in. Çimkî li herêmê bi taybetî sewalvanî tê kirin û mêrg ew cih in ku sewal lê diçêrin.  Lê niha li gor biryarnameyê bi daxwaza wezaretê dibe ku wesfê mêrgan bê guhertin û mêrg dewrê xezîneyê bên kirin. Rê li ber xerakirina ekolojîk tê vekirin. Heman biryar ji bo cihên daristanan jî derbasdar e.

Heman biryar ji bo cihên daristanan jî derbasdar e. Diyar e ku bi awayekê cidî midaxeleyê hevsengiya ekolojîk tê kirin.”

‘Erd ku hêj jî diheje, nabe ku xanî bên lêkirin’

Avahîsaz Şerefhan Aydin anî ziman ku nabe mirov ewqas bi lez û bez avahiyan lê bike û destnîşan kir ku hêj ku erd diheje, lêkirina avahiyan pir bi rîsk e û wiha got: ”Hêj ku erdhej berdewam e, nabe ku mirov xaniyan lê bike. Beton bê rijandin û hêj ku zuha nebe û erd biheje, wê negire. Qalibên bên bikaranîn, wê bi hejîna erdê re belav bibin, wê beton birije û hesin xwar bibin. Lê ji xwe di biryarnameyê de dibêje ‘çi jî bibe, divê etûda erdê bê kirin.’ Lê heta salek neqede etûda erdê wê baş çênebe.

Bo nimûne; dibêje ku gava destûr bê dayîn, cihekî nû ji bo avakirinê bê diyarkirin, planê îmarê wê yekser ji aliyê wezaretê ve bê erêkirin. Lê ya asayî ew e ku heta hemû proje amade nebin, destûr nayê dayîn, lê bi vê biryarê dibêje ku mirov dikare bi planê rewşê destûrê bide. Mixabin ji ber ku em bi pratîka vê hikûmetê û wezaretan dizanin, em jê bi fikar in. Lewra ev hemû nîşaneyên wê yekê ne ku wê pergala talanê yekcar mezin bibe.”

‘AFAD alîkariya ku berhev kiriye wê bide wezaretê’

Şerefhan Aydin, bal kişand ser xaleke giring a di biryarnameyê de û îşaret pê kir ku AFAD, alîkariya ku berhev kiriye, wê bi vê xalê bikare neqlê wezaretê bike û got: ”Alîkariya ku AFAD’ê berhev kiriye, dibe ku bi vê xala biryarnameyê neqlê Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê bike. Em dizanin ku hikûmet 20 sal in bi aboriya lêkirina avahiyan xwe mezin dike ya jî xwe ji pêyan dihêle. Xala biryarnameyê ya têkildarê îhaleyan jî bi awayê ku ser zelaliyê bi tevahî bê girtin, hatiye amadekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar