Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Dewleta tirk ya bê exlaq 18 caran ji bejahî û 2 caran jî ji hewayê êrîş kir’

Ligel ku erd hejiya û QSD’ê çalakiyên xwe yên leşkerî da sekinandin, dewleta tirk 18 caran ji bejahî û 2 caran jî ji hewayê êrîş kir.

Bi erdheja di 6’ê sibatê de ya li bakurê Kurdistanê, rojavayê Kurdistanê, Sûriye û Tirkiyeyê re hemû rojevên heyî guherîn û bala her kesî çû ser van herêman. Li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê jî rojeva sereke ya Rêveberiya Xweser û HSD’ê bû ku hemû tevgera xwe xistin bin xizmeta civakê. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo alîkariyên mirovî ji herêmên erdhejê re amade kir lê ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve nehatin derbaskirin.

Bi vê rewşê re HSD’ê hemû çalakiyên xwe yên leşkerî dane rawestandin. Ji bo rewşên awarte yên civakî-mirovî HSD xwedî amadekarî bû ku tîmên taybet li ser armanca xizmeta civakê, mudaxeleyên lezgîn ava kirin. Piştî erdhejê HSD’ê xuya kir ku ew amade ne, tîmên taybet derbasî tevahî Sûriyeyê û herêmên di bin dagirkeriyê de bikin ku gel ji bin kavilan derxin.

Lê dewleta tirk, çeteyên wê û hikumeta Şamê rê nedane tîmên taybet ku derbasî herêmên erdhejê bibin. Her wiha ji bilî astengkirina derbasbûna tîmên taybet, dewleta tirk û çeteyên wê di vê rewşa erdhejê de êrîşên xwe zêde kirin. Di 18 rojan de dewleta tirk 2 êrîşên hewayî û 18 êrîşên bejahî kir. Di encama van êrîşan de 2 welatî şehîd ketin û gelek kes birîndar çêbûn. Welatiyekî 70 salî ku piştî erdhejê ji Helebê xwe li Şebayê girtibû, di êrîşên dewleta tirk ya li ser Şehbayê de hate qetilkirin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî anî ziman ku ji roja destpêka erdhejê de, hêzên HSD’ê ji bo pêşkeşkirina alîkariyên mirovî, rizgarkirina gel ji bin kavilan û rakirina kavilan amade bû. Şamî diyar kir ku wan hewl daye tîmên taybet ên HSD’ê bişînin herêmên Sûriyeyê û herêmên di bin dagirkeriya dewleta tirk-çeteyên wê de, lê dewleta tirk, çeteyên wê û hikumeta Şamê bi awayekî erênî nêz nebûne.

Şamî bal kişand ser rawestandina çalakiyên HSD’ê yên leşkerî û diyar kir ku ev erkeke exlaqî û mirovî ye û got: “Biryara me ya rawestandina çalakiyên leşkerî ji aliyê dewleta tirk ve hate bikaranîn. Dewleta tirk tu carî li dijî gel û herêmên me şer nedaye rawestandin. Beriya niha me rexneyên xwe li hêzên navdewletî yên li herêmê kiribûn û em niha jî dikin. Sekn û dengê wan yên nizm helbet dibe sedem ku dewleta tirk zêdetir cesaret bigire û êrîşên xwe berdewam bike.”

Şamî destnîşan kir ku dewleta tirk xwest bangên mirovî yên hêzên herêmê – navdewletî careke din bixe xizmeta şer ku di vê rewşê de jî êrîş dike. Şamî anî ziman ku dewleta tirk bi van êrîşan re ji bo dagirkirina herêmê dixwaze HSD’ê lawaz bike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar