Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

ʹDewleta tirk ya faşist erdhejê wek derfetek e guhertina demografik bi kar tîneʹ

Siyasetmedar Bekir Hec Îsa anî ziman ku erdhejê derfeteke nû da dewleta tirk ya dagirker ku planên xwe yên guhertina demografîk temam bike.

????????????????????????????????????

Dewleta tirk ya dagirker guhertina demografiyaya herêmên dagirkirî didomîne. Dewleta tirk vê carê hewl dide felaketê erdhejê wekî fersend bi kar bîne da ku planên xwe temam bike. Dewletên piştevanên dewleta tirk desteka xwe ji bo avakirina mêtîngehan didomînin da ku hebûna niştecihên resen ji holê rakin.

Hevserokê Meclisa Têkiliyên Siyasî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya herêma Firatê Bekir Hec Îsa ji ANHAʹyê re axivî û got: “Erdheja ku li herêmê rû da, gelek xalên nezelal ji me re diyar kirin ku pêwîstiya wan bi şîrovekirinê hene. Endamên Rêxistina Xêrxwaziyê ya Barzanî li bajarê Efrîna dagirkirî wêne bi çeteyan re kişandin. Ev tiştekî ne ecêb e. Ji roja yekemîn ve destekê didin dagirkeriya tirk a li bajarê Efrînê. Qeter bi ragihandina amadekariyên xwe ji bo avakirina mêtîngehên nû rûyê xwe yê rast derxist holê ku destekê dide terorê.”

Bekir Hec Îsa destnîşan kir ku derfeteke nû bi destê dewleta tirk ya dagirker ket da ku planên xwe yên mêtîngeriyê temam bike û wiha pê de çû: “Demografiya bajarê Efrînê yê dagirkirî tê guhertin û hêzên navneteweyî jî bêdeng in. Ya ku rewşê kampaxtir dike ew e ku bi navê alîkariyên mirovî destekê didin çeteyan. Lê di rastiyê de alîkarî nagihêjin welatiyên ku ji ber erdhejê ziyan dîtine, lê dikevin destê çeteyan.”

Hec Îsa anî ziman ku erdhej derfetek ji dewletên destpotî re bû da ku planên xwe temam bikin û got:”Lê ya ku cihê mixabiniyê ye ew e kesên ku îdiaya kurdîtiyê dikin van planan rewa nîşan didin. Divê dev ji vê destekê berdin û li koka xwe vegerin, an wê dîroka ku bi xwîna zarokên herêmê hatiye nivîsandin wê lanetê li wan bîne.”

Bekir Hec Îsa bang li şêniyên li herêmê dagirkirî kir ku ji planên dijber ên ku bi serkêşiya dewleta tirk têne kirin, hişyar bin û li hemberê bisekinin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar