ELN’ê ragihand ku eger statuya rêxistina siyasî jê re neyê dayin, wê dawî li danûstandinan bîne. ELN ji bo ji komên çekdar ên din ên mîna narkotrafîk cuda bê nirxandin, ev statu ji hikumetê dixwest.
Tevgera gerîla li ser Twitterê biryara ‘Naskirina hiqûqî ya ELN’ê weke rêxistineke siyasî ya çekdar a raperîner’ silav kir.
Heyetên herdu aliyan biryar dan ku di pêvajoya danûstandinan de rêyeke têkilî û ragihandinê bixin meriyetê.
Tûra dawî ya danûstandinan di 13’ê sibatê de li Mexicoyê destpê kir. Di rojevê de jî agirbesta dualî heye.
Şîlî, Venezûela, Norwêc, Meksîka û herî dawî jî Brezîlyayê bi erka garantoriya pêvajoya aştiyê rabûn.
Ev pêvajoya diyalogê li gel Swêd, Almanya, Swîsre, Spanya, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û Konferansa Pîskoposiyâ ya Kolombiyayê tê meşandin.
Danûstandinên navbera hikumetê û mezintirîn tevgera herî dawî ya gerîla ya welêt, piştî qutbûna ji çar salan di mijdarê de li Cararasê ji nû ve destpê kiribû. Tûra destpêkê bi berdana girtiyan û ragihandina hin çalakiyên mirovî bi dawî bû. Lê belê li ser agirbestê lihevkirin nebû bû.
Ji ber êrîşên hêzên dewletê ku destpêka salê hatin kirin, hevdîtin jî rawestiyan. 30’ê çileyê di operasyoneke artêşa Kolombiyayê de 9 endamên ELN’ê jiyana xwe jid est dan.
Serokkomar Gustavo Petro destpêka salê li ser agirbesta şeş mehan a bi komên çekdar û çeteyên narkotrafîkê daxuyaniyek dabû. Piştî sê rojan ELN’ê ragihand ku bi hikumetê re tu agirbest nekiriye û piştî sê rojan jî agirbest betal kiribû.
Artêşa Rizgariya Neteweyî (ELN) weke tevgera herî dawî ya çalak a gerîla girîng tê dîtin. Piştî ku sala 2016’an bi FARC’ê re peymana aştiyê ya dîrokî hate mohrkirin, bi ELN’ê re jî gelek danûstandin hatin kirin. ELN sala 1964’an ji aliyê Che Guevara û xwendekarên sempatîzanên şoreşa Kubayê û sendîkavanan ve hate damezrandin.
Tê gotin, ELN xwedî 3500 endamên çekdar û tevneke berfireh a piştevaniyê ye. Tevgera gerîla ELN li 32 bajarên Kolombiyayê herî kêm li 22 bajaran çalak e.