Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê têkildarî êrîşa îro ya li Şengalê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji fermandarên YBŞ’ê Pîr Çeko û Agir li gel şervanek din dema xwestin herin taziyeya du ciwanên êzidî, bûn hedefa êrîşek hewayî. YBŞ’ê diyarkir di encama êrîşê de her du fermandar Pîr Çeko û Agir şehîd bûn û rêhevalek wan jî birîndar bû.
Berfirehiya daxuyaniya YBŞ’ê wihaye;
“Di roja 27.02.2023’an di saet 11.35’an de dewleta faşîst a tirk bi balafirên bê mirov û bi çek êrîşek li ser wesayîtek pêkanî. Di encama vê bûyerê de dû fermandarên me şehîd bûn û hevreyek me jî birîndar bû.
3 rêhevalên me ji bo taziyeyê çûbûn serdana 2 ciwanên ku jiyana xwe ji dest dabûn. Di çûyîna taziyeyê de hevreyên me bi êrîşek hewayî ya balefirên bê mirov bûn hedef.
Ev êrîşa faşîst qirker li hemberî gelê êzidî ne cara yekemin e, ev êrîşên dewleta tirk berdewam kirina qirkirina gelê êzidî ye. Li hemberî mafên êzidiyan xwe parastin û xwe rêvebirinê êrîş heye. Dewleta dagirker a tirk ji bo aramiya Şingalê çênebe û gelê me venegere xaka xwe ya pîroz êrîşan li ser Şingalê pêk tîne. Ew bi rêya ajan û xayînan van planên xwe yên qirêj li ser Şingalê didomîne. Bi van êrîşan xiyanetkar, hevkar û kesên ku difikirin ku em ê gavê paşde bavêjin bila bizanibin; em di berxwedan û têkoşîna xwe de bi israr û bi biryar in. Ji ber ku me soz da hevrêyên xwe yên şehîd û gelê xwe, emê heta serkeftinê dest ji berxwedan û têkoşîna xwe bernedin û bi berxwedana xwe emê têkoşîna xwe mezin bikin.
Fermandarê me yê hêja Şehîd Pîr Çeko (Seed Elî Bedel) ji bo pêşiya fermana 73’emîn de ji bo xwe bigîhîne hawara gelê me yê êzidî di sala 2016’an de tevlî nava refên YBŞ’ê bû. Fermandar Şehîd Pîr Çeko bi soza azadkirina Şingalê û dilgirtiya li ser şopa Mam Zekî, Mam Beşîr, Seîd Hesen û tevahî şehîdên me yên qehreman meşiyaye û her tim bûye layiqa soza xwe û erkên xwe pêk aniye. Ji roja tevlîbûyî heya roja me ya îro çi rol û erk ketiye ser milê wî bi awayekî serkeftî pêk anî. Ew ji bo fermanek din neyê ser gelê me yê êzidî her tim di nav hewldanan de bû. Ji ber vê, di sala 2017’an de ji bo tolgirtina gelê me yê êzidî di kêleka pêşengê me rêheval Şehîd Zerdeşt de tevlî hemleya Reqqayê bû. Hevreyê me Şehîd Pîr Çeko bi tecrûbegirtina wî şerî de berê xwe da xaka pîroz a Şingalê û di nav hevalên xwe de bû mînak. Wek fermandarek pêşeng di nav YBŞ’ê de cihê xwe girt. Hevreyê me Pîr Çeko di jiyana xwe de bi dilnizmî û wêrektiya xwe ve dihate nasîn. Ew bi kedkarî û fedekartiyek mezin li ser rêya şehîdan heya dilopa xwîna xwe ya dawî meşiya.
Rêheval Şehîd Agir jî di sala 2014’an de bibû şahîdê fermana 73’emîn. Qetlîama ku li ser gelê me yê êzidî pêk hatî, bandorek mezin li ser hevreyê me Şehîd Agir de kiribû. Fermandar Şehîd Agir ji bo rizgarkirina Şingalê heya dawî bi vîna xwe ya bilind û bi fedekartiyek mezin peşengtiyek kir û ji bo rizgarkirina Şingal misoger bibe û rêxistina Şengal ava bibe rolek girîng lîstîye. Ji ber ku ew bibû şahîdê fermana 73’emîn, ew tu carê êşa gelê xwe ji bîr nekiribû û xwe ji bo her erk û rolê amade kiribû. Ew him di kar de him jî di jiyanê de her tim bi moral û coş bû. Di nav hevalên xwe de ji ber fedakarbûyîna xwe pir dihate hez kirin.
Em bi şehîd ketina her dû hevreyên me yên pêşeng pir bi xemgîn in. Di pêvajoyek wiha de şehîdbûna rêhevalên me bi rastî jî ji bo me û gelê me êşekî mezin e.
Em di serî de ji malbatên her dû hewreyên me, gelê êzidxanê û Kurdistanê re sersaxî dixwazin û ji malbata hevalê me yê birîndar jî şîfa dixwazin. Em soz didin şehîdên xwe yên qehreman, emê tola hevalên xwe yên şehîd bi mezinkirina têkoşînê ve hilbigrin. Soza ku me dabû hevalên şehîdan re em car din dûbare dikin ku çi êrîş were li ser ser gelê me, emê ji bo parastina vê xaka pîroz û gelê me yê êzidî, ji her demê bêhtir berxwe bidin û ala berxwedanê bilind bikin. Em bejna xwe li pêşberî bîranînên wan de bi hemû hûrmetdariyên xwe ve ditewînîn û cardin soza girêdanbûyîna gel û şehîdên xwe didin.
Nasnameyên her dû hevreyên me wiha ne;
Nasnav: Pîr Çeko
Nav û paşnav: Seed Elî Bedel
Navê dayik û bav: Kinê-Elî
Cih û dîroka tevlîbûnê: 2016 – Zaxo
Cih û dîroka şehadetê: 27.02.2023 – Behrewa
Nasnav: Agir Cefrî
Nav û paşnav: Xeyrî Xidir Xelef
Navê dayik û bav: Xezal – Xidir
Cih û dîroka tevlîbûnê: 2014 – Xanesor
Cih û dîroka şehadetê: 27.02.2023 – Behrewa