Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Felaketa sedsalê AKP-MHP’a faşîst bi xwe ye’

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat nerazîbûn nîşanî gotina 'felaketa sedsalê' ya desthilatdariya li Tirkiyeyê da û got, "Eger wê qala felaketa sedsalê bê kirin, hingî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê felaketa sedsalê ye."

Besê Hozat beşdarî ‘Bernameya Taybet’ a televîzyona Medya Haberê bû û erdheja li bakurê Kurdistanê û siyaseta desthilatdariyê nirxand.

Hozat anî ziman ku baca erdhejê ya bi salan ji gel hate komkirin li şerê qirkirinê yê li dijî kurdan, li qirkirina civakî ya li Tirkiyeyê, şerê li hemberî xwezayê, li rant, trol û çeteyên AKP, Erdogan hatin xerckirin û got, “Gel wê bi rengekî mezin hesabê vê yekê bipirse. Wê ji wan re nemîne.”

Besê Hozat hişyarî da ku dewlet, rejîma AKP-MHP’ê xwedî wê planê ye ku van herêman hemûyan ji kurdan, ji elewiyan xalî bike, bi vî rengî xwedî planeke qirkirinê ne û got, “Ji bo pûçkirina vê yekê jî divê teqez xaka xwe neterikînin, xaka xwe, cih û warê xwe, mal û milkê xwe nefiroşin dewletê. Eger ev piştevanî û piştgirî dewam bike em ê karibin gundên xwe, bajarokên xwe bi xurtî ava bikin. Bi piştevaniyê, bi ruhekî hevpar, bi manewiyata hevpar û bi piştgiriya madî em ê karibin van deran bikin qada jiyanê.”

Hozat tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, erdhej, bûyerên piştî erdhejê û rojeva hilbijartinê bi vî rengî nirxand:

Beriya her tiştî Rêber Apo bi hurmet, hezkirin û hesret silav dikim. Bi hêrseke mezin komplogeran şermezar dikim. Her wiha di nava meha sibatê de li Kurdistanê; ji navenda Bazarcix û Elbistanê erdhejek mezin qewimî ku bandor li Sûriyeyê, Tirkiyeyê, bajarên Tirkiyeyê kir. Gelên Kurdistanê, Tirkiyeyê û Sûriyeyê bi rastî jî êşeke giran kişandin, vê yekê bandor li tevahiya cîhanê kir. Bila rehma xwedê li qurbaniyan be, ji birîndaran re jî şîfa xêrê dixwazim. Bila serê malbatên qurbaniyan, gelê me û gelên me sax be.

Fikrên Rêbertî bandoreke xurt li qada navneteweyî dike

Salvegera 25’an a komployê li erdhejeke mezin rast hat. Vê yekê bandor li gelek çalakiyan kir ku li dijî komployê hatibûn plankirin. Li Tirkiyeyê, li Bakur wê çalakiyeke mezin bihata lidarxistin ber bi Gemlîkê ve. Ji neçarî çalakî hate taloqkirin. Her wiha bandor li plansaziya çalakiyan a li Ewropayê kir. Lê belê tevî vê yekê jî bi taybetî li Rojava, li bakur û rojhilatê Sûriyeyê gelek çalakiyên bi heybet hatin lidarxistin. Bi heman rengî ne tenê meha sibatê bi mehan e li Bakur jî çalakiyên cidî yên şermezarkirinê têne lidarxistin. Li dijî komployê karên îdeolojîk, siyasî, dîplomatîk hene. Li Kurdistanê û derveyî welat pêvajoyeke cidî ya têkoşîn û çalakiyan heye, karekî cidî tê kirin. Di vê demê de li Ewropayê, li Başûr jî çalakiyên şermezarkirinê yên cidî hatin lidarxistin. Van çalakiyên gelê me silav dikim, pîroz dikim. Bêguman dostên me jî di vê mijarê de gelekî ked dan, hewl dan. Ji bo tecrîd bikeve rojeva raya giştî ya navneteweyî, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibe rojeveke navneteweyî, dostên me kedeke mezin dan, karekî mezin kirin. Fikrên Rêbertî, paradîgmaya Rêbertî her ku belav bû bandoreke mezin li cîhanê kir. Bi rastî jî jinan di asteke mezin de xwedî lê derketin, gel xwedî lê derketin, raya giştî ya demokratîk, rewşenbîr, nivîskar, hunermend xwedî lê derketin.

Jiyana azad bİ paradîgmaya Rêbertî pêk tê

Di vê pêvajoyê de li qada navneteweyî konserên girîng hatin lidarxistin. Lewma li qada hunerê jî xwedîderketineke mezin hebû. Em vê yekê bi şênberî dibînin: Her ku paradîgmaya Rêbertî li cîhanê, li nava civakê belav dibe, asta xwedîderketinê jî bilind dibe. Her kes paşeroj û azadiya xwe di nava vê paradîgmayê de dibîne. Jiyana azad, demokratîk, sîstema azad û wekhev bi vê paradîgmayê pêk tên. Her kes vê fêhm dike. Êdî her kes dibîne. Lewma girîng e.

Ev pêvajo, têkoşîna ku di nava van salan de pêk hat, têkoşîna li dijî komployê ev yek bi şênberî raxist pêş çavan: Êdî di sedsala 21’ê de, di sedsalên ji niha û pê ve de paradîgmaya neteweya demokratîk wê pêk were, projeya sîstema konfederal a demokratîk wê pêk were. Ev yek îro li cîhanê ji aliyê gelek derdoran ve tê nîqaşkirin. Weke alternatîfa çareseriya bingehîn a krîza heyî, projeya sîstema konfederal a demokratîk, azadîparêziya jinan, demokratîk ekolojîk, projeya vê jiyanê tê nîqaşkirin. Weke çareseriyeke bingehîn, ji pirsgirêkên mirovahiyê, gelan, civakan, jinan, xwezayê re weke projeyeke çareseriyê ya bingehîn, weke jiyaneke alternatîf tê nirxandin. Hişmendî jî li gorî vê ava dibe. Lêgerîn pêk tê. Rêxistinbûn pêk tê. Ev gelekî girîng e, gelekî hêja ye. Di dema nêz de me dît ku ji çapemeniyê tîmek çibû Kenyayê. Rêbertî li Kenyayê ji aliyê MOSSAD û CIA ve hate girtin û radestî MÎT’ê hate kirin li Sefaretxaneya Bilind a Yewnanistanê ya li Kenyayê. Niha li Kenyayê li ser bingeha paradîgmaya Rêbertî li ser vê feraset û felsefeyê, rêxistiniyeke cidî ya civakî pêk tê, tevgerek pêk tê. Ev yek di çapemeniyê de hate weşandin. Kete rojevê, demeke dirêj e di rojevê de ye.

Sedsalên bê wê bibe sedsalên felsefeya neteweya demokratîk

Ev yek wê hîn bêhtir belav bibe. Li Efrîkayê, Asyayê, Rojhilata Navîn, li her devera cîhanê wê ji aliyê civakan ve weke projeya bingehîn a çareseriyê, alternatîfeke jiyanê belav bibe û birêxistinbûn pêk were. Ez ji dil ji vê yekê bawer dikim. Sedsalên ji niha û pê ve bi rastî jî wê bibin sedsalên hilweşîna sîstemên netewe dewlet ên faşîst, avabûna sîstema konderal a demokratîk a xwe dispêre komunal ên demokratîk xweser, birêxistinbûna paradîgma, îdeolojî û felsefeya neteweya demokratîk a Rêber Apo. Mirovahî wê bi vê yekê re hebûna xwe dewam bike. Bi rengekî azad û demokratîk, bi wekhevî wê bijî. Ez ji vê yekê bawer dikim û bingeha vê yekê niha ji her alî ve ava bûye.

Bêguman ji aliyê Tirkiyeyê ve jî ji bo çareseriya krîza heyî bi her alî ve, ji bo çareserkirina pirsgirêkan hemûyan, çareserkirina pirsgirêka kurd, demokratîkbûna Tirkiyeyê, avabûna komara demokratîk, projeya neteweya demokratîk a Rêber Apo projeya bingehîn a çareseriyê ye. Yên ku îro dewleta hiqûqê diparêzin bêyî ku dawî li bêhiqûqiya li Îmraliyê bînin nikarin dewleteke hiqûqê, dewleteke demokratîk ava bikin. Yên ku li Tirkiyeyê parastina edaletê dikin bêyî ku dawî li bêedaletiya li Îmraliyê bînin, bêyî ku li hemberî vê helwestê nîşan nedin, nikarin li Tirkiyeyê sîstemeke bi edalet ava bikin. Yên ku li Tirkiyeyê demokrasiyê, wekheviyê û azadiyê diparêzin, bêyî ku li ber bêhiqûqî, bêedaletî, bêwijdanî û bêexlaqiya li Îmraliyê rabin, bêyî ku li hemberî vê polîtîkaya li ser Îmraliyê bisekinin, nikarin li Tirkiyeyê jiyaneke demokratîk, azad û wekhev ava bikin. Ev rastiyeke. Lewma di sala 2022’an de li hemberî komployê têkoşîneke gelekî xurt hate kirin. Salên beriya wê jî di nava 24 salan de jî têkoşîneke berfireh û bi heybet hate kirin. Îsal jî bi heman rengî dewam kir. Sala bê, salên bê jî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê ev têkoşîn mezintir bibe û di sala 2023’yan de em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo teqez misoger bikin. Li ser vê bingehê em ê têkoşînê mezin bikin.

Felaketa sedsalê desthilatdariya AKP-MHP ye

Tirkiye û Kurdistan herêma erdhejê ye. Yanî ev yek rastiyeke ku tê zanîn. Lê belê heta niha li gorî vê rastiyê avahîdanînek çênebûye. Li gorî vê yekê tedbîr nehatine standin. Bajar, gund li gorî vê yekê nehatine avakirin. Baca ku ji sala 1999’an heta 2023’yan ji bo erdhejê hatin standin ne ji bo tedbîrên li dijî erdhejê, ne jî ji bo avahiyên li gorî vê yekê hatin xerckirin. Bêguman ev mijareke girîng e.

Niha erdhejeke mezin qewimî, felaketeke mezin rû da. Desthilatdariya faşîst jî vê dibêje. Dibêje felaketa herî mezin a sedsalê ye. Çapemeniya desthilatedariyê vê yekê weke felaketa sedsalê nîşan dide. Gelo ya ku bû sedema felaketa sedsalê ev erdhej e, yan jî ev mejî û desthilatdarî ye ku bû sedema vê erdhejê? Ev mijareke cidî ya nîqaşê ye. Em bi aşkere bibêjin: felaketa sedsalê ya rastî rejîma AKP-MHP’ê ye, desthilatdariya AKP-MHP’ê ye. Erdhej afetên xwezayî ne. Li gelek deverên cîhanê erdhejên ji vê girantir rû didin. Mînaka Japonyayê timî tê nîqaşkirin. Li Japonyayê di ser 9 pileyî re erd diheje, lê belê li Japonyayê windahiyên cidî nabin. Avahiyên li Japonyayê ji avahiyên li Tirkiyeyê gelekî bilindtir in, lê belê zerar lê nabe. Li gelek deverên cîhanê rewş bi vî rengî ye. Gelo çima li Tirkiyeyê ewqas hilweşîn dibe? Bi sed hezaran mirov jiyana xwe ji dest didin. Bi milyonan mirov mexdûr dibin. Êşên gelekî mezin ên bi salan, bi dehan salan rû didin. Ev hemû ji ber van desthilatdariyên faşîst ên li Tirkiyeyê ne. Yên ku felaketa esasî dikin ew bi xwe ne. Felaketa esasî ew bi xwe ne. Eger wê qala felaketeke sedsalê bê kirin hingî felaketa sedsalê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê, rejîma faşîst e. Ev rastiyeke.

Mirovan weke civateke nezan dibînin

Erdogan dibêje, ‘Ev qededereke, divê mirov weke planeke qederê bibîne, binirxîne’. Qezaya madenê dibe, dibêje plana qederê ye. Erdhej dibe, bi sed hezaran mirov jiyana xwe ji dest didin, dibêje plana qederê ye. Lehî radibe, gelek cih û war di binê avê de dimînin, bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest didin, bi deh hezaran avahî hildiweşin, dibêjin plana qederê ye. Yanî mirovan weke civateke nezanan dibînin, dibêje ‘ez çi bibêjim wê bawer bikin, bi rehetî dikarim bixapînim’. Dibêjin, ‘Eger em felaketên bi vî rengî yên mezin ku ji ber polîtîkayên rêveberî û desthilatdariyê rû didin weke planeke qederê ya xwedê nîşan bidin, her kes wê jê bawer bikin; ji ber ku ev mirov cahil in. Ji tiştekî fêhm nakin, aqlê wan tune ye, bi vî rengî dikarim her kesî bi vê yekê bidim bawerkirin’. Mirovan nezan û mîna kerî dibînin. Lê belê ev dem êdî bi dawî bûye. Heta niha gelek caran bi vê nêzîkatiyê tevgeriyan. Heta astekê jî encam bi dest xistin. Ev rastiyeke. Gelek kes bi vê yekê dan bawerkirin. Yên jê bawer nekirin jî bi neteweperestiyê, olperestiyê, nijadperestiyê li dora xwe civand, rê danî ber muxalefetê. Heta niha bi vî rengî meşand. Lê belê ew dem êdî qediya. Êdî Erdogan ê dîktatorê faşîst bi gotina plana qederê nikare civakê bixapîne. Berevajî vê yekê rewşeke cuda pêk hatiye. Êdî civak wê plana qederê ya Erdogan diyar bike. Rewş bi vî rengî bûye.

Êdî civak plana qederê ya Erdogan diyar dike

Pêvajo ber bi vî alî ve çûye. Bi rastî jî êdî gel û civak plana qederê ya Erdogan dike. Belê em di nava pêvajoyeke bi vî rengî de ne. Ev rastiyeke. Sedema ewqas windahiyan, sedema vê felaketê desthilatdariya faşîst, qirker û mêtinger a heyî ye. Ev li ber çavan e. Sedema vê felaketê ev e. Ev desthilatdarî bi xwe felaket e.

Tê gotin, pereyê ku ji sala 1999’an û vir ve kom kiriye di ser 100 milyarî re ye. Hinek dibêje 48 milyar, hinek dibêje 83 milyar. Lê belê diyar e ku di ser 100 milyarî re ye. Ev pere bi ku ve çû? Em dest ji pereyê baca erdhejê berdin, her roj ji gel bac tê komkirin, bi milyonan, bi milyaran pere bac tê komkirin. Bac ji bo xizmeta ji gel re ye. Dewlet li her derê, li her devera cîhanê bacê ji bo vê yekê kom dike. Divê weke xizmetê li gel vegere. Gelo ev pere bi ku ve diçe? Tevî baca erdhejê ev bac bi ku ve diçe? Ev bac li şerê qirkirinê yê li dijî kurdan diçe. Li şerê qirkirina civakê yê li dijî Tirkiyeyê diçe. Li şerê qirkirina xwezayê, li rantê diçe. Li trolên AKP, Erdogan diçe. Diçe ji Sadat a Erdogan re, ji çeteyên wî re diçe. 11 sal in artêşeke çete ya bi deh hezaran kesî ava kiriye. Karê perwerdekirin, lojîstîk, cebilxane, perwerde, debar, stargeh, şer, her tiştên wê ji aliyê dewleta tirk û desthilatdariya wê ya faşîst ve tê dayin. Ji ku diçe? Ji vê sermayeyê diçe, ji baca gel diçe. Şerê qirkirinê yê li dijî kurdan bi baca vî gelî tê kirin.

Cografya pêşkêşî rantxuran kirin

Her roj bi tonan bombe li çiyayên Kurdistanê têne barandin. Bi xwe mikur tên ku buhayê her bombeyekê bi sed hezaran dolar e. Di vê dema erdhejê de jî bênavber bi deh hezaran bombe barandin. Bac diçe ji van re, diçe ji rantxuran re, diçe ji alîgirên desthilatdariyê re. Li dora qesrê beşek elît ava bû, bûrjûvayek ava bû û baca gel her roj van dewlemend dike. Pereyên xwe zêde dikin. Li gelek bankayên cîhanê bi milyaran pereyê xwe hene. Cografya Tirkiye û Kurdistanê pêşkêşî rantê kirine. Her roj ji muteahîtên xwe re îhaleyan pêşkêş dikin. Bi dehan avahiyan li her derê ava dikin. Bi beton û xîz a riziyayî çêdikin. Di vê erdhejê de gelek avahî hilweşiyan. Nûçegihan nîşan didin. Hemû jî bûne mîna xweliyê. Ji xîzê hatine çêkirin. Yanî ji xîzê avahiyên ji 25, 30 qatî çêkirine. Avahiyên ji 20 qatî, ji 10 qatî çêkirine. Beton, çîmentoyekî bi kalîte bi kar neanîne. Hesinekî bi kalîte bi kar neanîne. Hemû veguherîne xweliyê, hilweşiyane. Cografya hemû, Tirkiye, Kurdistan pêşkêşî rantê kirine. Bacê ji gel distînin, bêrîka xwe tijî dikin, qaseyên xwe tijî dikin, razemeniyê li bankayan dikin. Li her derê her kes mîna Erdogan tevdigere, ji xwe re qesrê çêdikin. Li nava welêt, li derveyî welêt gelek qesr hene. Ji gel re avahiyên ji xîzê çêdikin. Ew avahî hemû dibin gor ji mirovan, ji gel û civakê re, dibin goristan. Niha her avahiyek bûye mîna gorekê. Ev komkujî ye. Qirkirin e. Qirkirina civakê ye.

Li Tirkiye, Kurdistanê civak tê qirkirin

Ya ku niha li Tirkiyeyê û li Kurdistanê dibe, qirkirina civakê ye. Li wir bajar hilweşiyan. Li Hatay, Semsûr, Dîlok, Meletî û Mereşê. Skenderûn, navçeyên wê, gundên wê ji holê rabûn. Yanî herêmek bi temamî xera bû. Waliyê Şirnexê dibêje, windahî ji yên hatine aşkerekirin bi 5 qatî zêdetir e. Wê demê gotibûn 40 hezar kes mirine. Bi 5 qatî zêdetir be hingî derdora 200 hezar mirovî jiyana xwe ji dest dane. Ya rast ne 5 qatî ye, zêdeyî 200 hezar mirovî jiyana xwe ji dest dane. Hîn jî mirov di binê enqazan de ne. Cenaze di binê enqazan de ne. Cenazeyan bi kepçeyan derdixînin. Parçe parçe bûne, nayên naskirin. Komkujî li civakê hatiye kirin. Civak hate qirkirin. Mirov li her derê di nava mirinê de hatin hiştin. Em timî dibêjin; ev dewlet dewleteke qirkirinê ye, desthiladariyeke qirker e. Vaye li holê ye; bi dehan salan, 100 sal in li kurdan ferz dikin. Bi taybetî di nava 7 salên dawî de bi rengekî giran êrîşên qirkirinê li hemberî kurdan têne kirin. Niha heman qirkirin li pêş çavên civaka Tirkiyeyê, li pêş çavên civaka Kurdistanê û cîhanê di nava 15-17 rojan de kirin. Yanî encamên vê yekê wê hîn girantir be. Niha tişta ku jê re dibêjin efûya îmarê ew e ku cografya Tirkiye û Kurdistanê pêşkêşî talan û wêranê dike. Bingeheke rewa ji rantxur û dizan dike, destûrê dide wan. Efûya îmarê tê wateya efûya talankirinê, efûya rantê.

Li her derê, li qada çem avahî çêkirine. Li gelek bajaran gettobûyîneke ku zêdeyî nîvê bajêr e ava kirine. Yanî ev hemû bi malzemeyên gelekî bêkalîte hatine çêkirin. Bi rastî jî ew dever ji mirovan re kirin goristan. Rewş niha bi vî rengî ye. Ev cografya hemû kiriye goristan. Tiştekî metirsîdar e. Ev desthilatdarî desthilatdariyeke metirsîdar e.

Bi rêya Bahçelî û Akar gefê li gel dixwe

Bi tiu awayî rexnedayina vê yekê nadin. Yanî li ber xwe nakevin. Şerm li gel wan nîne. Mirovên ji xwe fedî bike ji ber çi fedî dike? Eger exlaq pê re hebe, wijdan hebe, hest hebe hingî mirov li ber xwe dikeve. Dema ku sûcekî dike, şaşitiyekê dike rûyê xwe sor dibe, şerm dike û rexnedayina xwe dide. Li gel van ev yek nîne. Binihêrin Erdogan bi ku ve biçe ji xwe Bahçelî li gel wî ye, Akar li gel wî ye. Hem bi Bahçelî hem jî bi Akar gefê li civaka Tirkiyeyê dixwe, gefê li muxalefetê dixwe, gefê li hêzên demokrasiyê dixwe, gefê li kurdan dixwe. Yanî dibêje, artêş bi min re ye. Bahçelî bi min re ye. Yanî li gel min çi heye? Rêxistiniya herî nijadperest û kontra li gel min hene. Dibêje, hêz bi min re ye. Dibêje li gorî wê yekê tevbigerin. Dibêje binihêrin ez bi van re me, hevalbendên min e, hêza min ev e, dostên min ev in. Di dema erdhejê de ji mala xwe, ji qesra xwe derneket. Herî dawî dema ku derket bi Bahçelî re derket. Ya bi Bahçelî xwe nîşan dide yan jî bi Akar xwe nîşan dide. Dema ku derkete derve çi kir? Gef li her kesî xwar.

Ji aliyekî ve Bahçelî gefê dixwe, li aliyê din jî ew gefê dixwe, sixêfan dike, heqaretê dike. Ji ber ku exlaq, wijdan, hest bi wan re nîne. Ji ber ku mirov nînin. Mirovahî bi van re nemaye. Bûne cinawirên welê ku nebaşî di dil û mejiyê wan de kom bûye. Cinawir in. Kesekî welê rezîl, desthilatdariyeke bi vê rastiyê, mejiyekî bi vî rengî dikare sûcê xwe qebûl bike, li sûcê xwe mikur bê û rexnedayina xwe bide? Eger hinekî mirovahî, wijdan û exlaq pê re mabûya wê heman rojê îstifa bikira. Erdogan jî wê îstifa bikira. Soylû jî îstifa bikira. Hemûyan wê yek bi yek îstifa bikira. Hikumetê wê xwe ji desthilatdariyê vekişandibûya. Wê dest ji wezîfeyê berdabûya.

Lê belê ji bo ev yek bê kirin, rûmet lazim e. Wijdan lazim e, exlaq lazim e. Bi wan re nîne. Ji mejiyekî faşîst, ji karakterekî faşîst mirov nikare wijdan û exlaqê hêvî bike. Bi faşîzmê re exlaq, wijdan nîne. Şaş e ku mirov li benda tiştekî bi vî rengî be.

Gel wê hesabê vê yekê bipirse

Lewma sûcên wan gelekî mezin e. Sedema vê felaketê ne. Gel wê hesabê vê yekê bi gelekî xurtî bipirse. Qirkirineke mezin li vê civakê kirin. Komkujiyeke mezin anîn serê civakê, êşên mezin bi civakê dan kişandin. Ev êş û travma ne welê ne ku civak karibe di demeke kurt de ji ser xwe biavêje. Wê bi salan, bi dehan salan dewam bike. Êşên gelekî giran e. Di hişê civakî de wê bibe sedema birîneke kûr. Hesabê vê yekê wê bê pirsîn. Wê ji wan re nemîne.

Cografya ku erd lê hejiya ji aliyê dîrokî ve cografyayeke kurdan, elewiyên ereb e. Niha wê li vê cografyayê piştî erdhejê polîtîkayeke gelekî cidî ya koçberkirinê bidin meşandin. Ji xwe ji niha ve destpê kirine û wê gav bi gav li vê qadê guhertina demografiyê bikin, plana qirkirinê bixwazin li vê derê bi ser bixînin. Ev der yek ji wan deveran e ku Plana Şark Islahatê destpêkê lê bi cih hate anîn. Komkujiya Mereşê li ser vê bingehê hate kirin. Armanca bingehîn ji komkujiya Mereşê ew bû ku kurd ên elewî bi temamî ji rojavayê Firatê biavêjin. Wan qetil bikin, yên mayî jî koçber bikin. Armanc ew bû ku vê erdnîgariyê bê kurd, bê elewî bihêlin. Kurdên elewî ji vê herêmê xalî bikin. Heman polîtîka di nava salan de li ser ereb ên elewî jî hate meşandin. Niha bi rengekî hîn kûrtir tê meşandin. Bi vê erdhejê re wê hîn bi cidî bixin meriyetê. Ji xwe ji niha ve tê dîtin. Gel koçber dikin, koçê ferz dikin. Bala xwe bidinê; ji bajar, gundên elewiyan, kurdên elewî û erebên elewî re bi tu awayî alîkarî neçû. Bi mirinê re rû bi rû hiştin. Bi gotina ‘yên mirin mirin, yên mayî jî ji xwe wê neçar bimînin koç bikin’ nêzîk bûn. Niha di vê mijarê de polîtîkayeke cidî tê meşandin. Ev yek polîtîkaya 100 salî ya dewletê ye. Desthilatdariya AKP-MHP’ê dixwaze bi ser bixîne. Dixwazin erdhejê ji vê re bikin wesîle. Ev aşkere ye. Lewma gelekî girîng e. Haya gelê me ji vê yekê heye.

Wê dewam bike…

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar