Vê sibehê cenazeyê fermandar Pîr Çeko ji Nexweşxaneya Şehîdên Xanesorê ber bi mala wî ya li gundê Belistên a ser bi komelgeha Dohola a Şengalê ve hat birêkirin.
Piştre cenaze bi tevlîbûna sedan kesî ji mala wî hat girtin, li ber dengê dep û bilûran, bi gotina qewl, beyt û qesîdan bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan ve tê birêkirin.
Cenaze wê bi merasîmek girseyî li goristanê were oxirkirin.