Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Kes guh nedin derewên medya şerê taybet a tirk

HPG'ê daxuyand ku kesê bi navê Ramazan Guneş beriya 3 salan reviyaye û li başûrê Kurdistanê bi cih bûye, beriya 2 mehan jî radestî dewleta tirk bûye. HPG'ê diyar kir ku divê kes guh nede nûçeyên derew ên MÎT'ê û medyaya şerê taybet a tirk.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê têkildarî êrîşên artêşa dewleta tirk a dagirker û nûçeyên derew ên medyaya tirk agahî dan.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî dan:

“Artêşa tirk a dagirker bi teknîka şer a li ber destê xwe, êrîşên giran li ser hêzên me dewam dike.

Agahiyên berfireh ên êrîşên artêşa tirk a dagirker bi vî rengî ne:

27’ê sibatê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê FM’ê 24 caran bi obus û çekên giran hatin bombekirin.

27’ê sibatê li navçeya Şeladizê ya navçeya Amediyê, çeperên me yên berxwedanê yên li nêzî gundê Sîda û qada Çemçoyê 71 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

‘Dewleta tirk ji bo binkeftina xwe veşêre serî li şerê taybet dide’

Di medyaya şerê taybet a tirk de nûçeyek hate weşandin û hate îdiakirin ku Ramazan Guneş endamê tevgera me ye û li Silêmaniyê di encama operasyona MÎT’ê de hatiye revandin.

Nûçeya qalkirî bi temamî derew e. Ramazan Guneş beriya 3 salan ji nava refên me reviya, piştre zewicî û li başûrê Kurdistanê bi cih bû. Tu eleqeya xwe bi tevgera me re nîn e. Ramazan Guneş beriya 2 mehan li bajarê Dihokê yê başûrê Kurdistanê teslîmî dewleta tirk bû. Lê belê medyaya şerê taybet a tirk Ramazan Guneş ê beriya 2 mehan teslîm bû, wek endamekî tevgera me nîşan dide, bi senaryoyeke derew di vê pêvajoyê de pêşkêş dike û hewl dide wek serkeftina MÎT’ê nîşan bide.

Bila gelê me yê welatparêz û raya giştî ya Tirkiyeyê guh nede nûçeyên derew ên MÎT’ê û medya şerê taybet a tirk.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar