Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Bayik: AKP’ê li tevahiya Rojhilata Navîn gef dixwe

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di hevpeyvîna xwe ya bi Enstîtuya Aştiyê ya Kurd re nirxandinan li ser gefên dewleta tirk kir

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bersiv da pirsên Enstîtuya Aştiyê ya Kurd (Kurdish Peace Institute). Hevpeyvîna ku doh bi Îngilîzî li malpera www.kurdishpeace.org hate weşandin, bi vî rengî ye:

Li Tirkiyeyê dema hilbijartinê nêzîk dibe. Ji ber ku hilbijêrên Kurd wê encama hilbijartinê diyar bikin, her wiha hikumeta Erdogan ji bo piştgiriya ji xwe re zêde bike giranî daniye ser xeteke neteweperestiyê ya tund a li dijî Kurdan, meseleya Kurd wê navenda hilbijartinê be. Hûn hilbijartinê çawa dinirxînin. Li gorî we encamên gengaz ên hilbijartinê çi ne û li hemberî van encaman hûn çi dikarin bikin?

Weke ku tê zanîn di 6’ê sibatê de li Tirkiye û Kurdistanê 2 erdhejên giran li pey hev qewimîn. Li gorî daneyên dewleta tirk, heta niha zêdeyî 30 hezar kesî (Li gorî roja 7’an a erdhejê) jiyana xwe ji dest dan. Li gorî texmînan, hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dane bi sed hezaran kesî yıe. Gelên Tirkiyeyê fatûreya şerê desthilatdariya AKP’ê yê li dijî Kurdan û PKK’ê niha bi xwe dibîne û ji ber vê jî berdêlên giran dide.

Bi navê tevgerê me dît ku erdhejê rojeva gelên Tirkiyeyê diyar kiriye, bûye sedema hilweşîneke çawa, lewma me rast dît ku nirxandineke nû li ser rewşê bikin. Em di wê baweriyê de ne, di demên wiha giran û zehmet de divê mirov di ser siyasetê re nêzîk bibin, bi exlaqî û hestên mirovî hîn bêhtir tevbigere. Lewma mîna ku di çapemeniyê de jî hate weşandin, me biryar dan ku çalakiyan rawestînin. Bi navê Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê min bi xwe ev biryara me ji hemû hêzên me û raya giştî re ragihand. Hêzên me wê li metropolên Tirkiyeyê û bajaran ti çalakiyan nekin. Heta ku bi ser hêzên me yên gerîla ve neyên hêzên me yên leşkerî jî wê ti çalakiyan nekin. Bêguman helwesta desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ya li hemberî vê biryara me, wê rêveçûna bûyeran diyar bike.

Em bên ser hilbijartinê. Bi îhtimaleke mezin desthilatdariya AKP-MHP wê di dema diyarkirî de hilbijartinê neke. Ya rast AKP’ê winda kiriye. Texmîn dikim ku di dîroka Tirkiyeyê de ti carî mîna niha karên nelirê, dizî, şêlandin nehatiye kirin. Kur, zava, keç, xizm û derdora Erdogan hemû bi karên nelirê û rantê di rojevê de ne. Civak baş bi vê zane. Di nava desthilatdariya 20 salî de bi şênberî eşkere bûye ku desthilatdariya AKP’ê çiqasî bêedalet e, berjewendîperest e. Civak jî bi vê zane. Aboriya Tirkiyeyê hema bibêje têk çûye. Enflasyon gihîştiye asta herî bilind a 40 salên dawî. Xizantî û bêkarî di asta herî bilind de ne. Di heman demê de bêîstikrariya siyasî jî zêde dibe. AKP bi siyaseta heyî ya cîhanê re jî ne li hev e. Erdogan bi mejiyê xwe yê Osmanî û neteweperestiya hişk, her kes kiriye dijber. Lewma misoger e ku di hilbijartina li pêş de AKP wê ji desthilatdariyê bikeve.

Bêguman erdhej jî wê bandorê li hilbijartinê bike. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê vê yekê teqez dinirxîne. Argumana yekane ya li ber destê wan maye, neteweperestî ye. Di demekê de ku civak di her astê de birçî hatiye hiştin, karên nelirê tê kirin, zext û zilm li civakê tê kirin, civak wê mîna berê êdî nekeve bi bandora propaganda neteweperestiyê, ne bawerim ku mîna berê piştgiriyê bide desthilatdariya AKP-MHP’ê. Eşkere ye ku di hilbijartinê de wê Tifaqa Ked û Azadiyê ya bi pêşengiya HDP’ê di hilbijartinê de diyarker be. Tifaqa Cûmhûr jî ya Millet jî baş bi vê zanin. Bêyî piştgiriya HDP’ê ne Tifaqa Cûmhûr, ne jî Tifaqa Milet karin qezenç bikin. Hilbijartin bê taloqkirin jî neyê taloqkirin jî ev rastî wê neguhere. Bi dîtina min, kîjan namzet an jî tifaq bi rengekî erênî û hevgirtî nêzî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê bibe, Tifaqa Ked û Azadiyê jî wê piştgiriya wan bike. HDP û pêkhateyên wê, wê vê rewşa xwe ya girîng û diyarker bi vê têgihiştina berpirsyariyê binirxîne. Hilbijartin di dema xwe de bê kirin jî bi dîtina min HDP û hêzên demokrasiyê ji vê yekê re amade ne. Weke ku tê zanîn doza girtina HDP’ê di rojevê de ye. Desthilatdariya AKP-MHP bi ihtimaleke mezin wê HDP’ê bide girtin. Siyaseta demokratîk a Kurd, her wiha hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê jî amade ne ku li gorî bûyerên gengaz li ser alternatîf û rêyên cuda tevlî hilbijartinê bibin; zanim ku bi rewşa xwe ya heyî wê encama hilbijartinê diyar bikin.

Tirkiye îdîa dike ku PKK li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, vê derê ji bo gefxwarina li ser ewlekariya Tirkiyeyê bi kar tîne, lewma jî gefa êrîşeke nû ya bejahî dike. Têkiliya we bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re çi ye, êrîşeke gengaz wê bandoreke çawa li dîmanîkên siyasî û leşkerî yên meseleya Kurd bike?

Beriya her tiştî PKK berevajî îdîayên Tirkiyeyê, ne Sûriyeyê ne jî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo gefxwarina li ser ewlekariya Tirkiyeyê bi kar tîne. Ev yek bi temamî dereweke dewleta tirk e. Dixwaze ji bo êrîşên xwe yên dagirker û qirker hincetan biafirîne. PKK li dijî DAÎŞ’ê ji bo parastina Kurdan, Ereban, Xiristiyanan û tevahiya mirovahiyê çû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Rastiyeke ku PKK’ê di berxwedana dijî DAÎŞ’ê de berdêlên giran da, bi rengekî mezin li ber xwe da, îradeya DAÎŞ’ê şikand û bi tevahiya mirovahiyê da qezençkirin. Bi taybetî di pêvajoya Kobanê de bi belge, dokuman û dîmenan eşkere bû ku desthilatdariya AKP’ê çawa DAÎŞ vehewand, perwerde kir, bi çek kir û berê wan da Kurdan û gelên Sûriyeyê. Erdogan li ser bingeha vê yekê û baweriya ji vê yekê gotibû ‘Kobanê dikeve, li ber ketinê ye’. li hemberî vê yekê bi berxwedana fedaî ıya PKK’ê, YPG’ê, YPJ’ê û piştgiriya hêzên Koalîsyonê yên bi pêşengiya DYA’yê, Kobanê neket, berevajî; Kobanê rizgar bû lê belê derbeke giran li DAÎŞ a faşîst hate xistin. Piştî têkçûna DAÎŞ’ê, PKK’ê hêzên xwe ji Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê/Rojava vekişand, tenê komek ji hevalên me yên nexweş, extiyar û birîndar lê man.

Têkiliya me ya bi Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê/Rojava re nêzî nîv sed sal e dewam dike. Rêber Apo 20 salan li Sûriyeyê ma. Di nava 20 salan de bi gelek derdoran re hevdîtin kir, civîn lidar xist, têkilî danî. Ne tenê li nava Kurdên li Rojava her wiha li nava civakên Ereb û Xiristiyan jî bû cihê baweriyeke mezin, qîmeteke mezin. Ji xwe civakên Ereb û Xiristiyan bi meş, mîtîng, nerazîbûnên civakî û bi milyonan îmzeyên ku kom kirin, îro jî ev rastî nîşan dan. Lewma têkiliya me ya bi Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê re bi temamî di vê çarçoveyê de bû. Me parastina gelên Sûriyeyê li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê yên faşîst ên ku piştgiriyê ji dewleta tirk werdigirin, ji bo xwe weke wezîfeyeke bi rûmet dîtin. Lewma tiştekî gelekî xwezayî ye ku Kurd û gelên li Sûriyeyê ji PKK’ê hez dikin û piştgiriyê dikin.

Niha dewleta tirk gefê dixwe ku ew vê rewşê li hemberî xwe weke gefekê dibîne, ji ber vê jî piştî êrîşên li ser Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dibêje ku wê operasyoneke sêyemîn a bejahî li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bike. Argumana vê yekê jî li ser îdîaya ‘PKK li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye’ ava dike. Mîna ku min got, ev yek dereweke, demogojî ye. Em baş bi armancên dagirkeriyê yên dewleta tirk a faşîst zanin ku ji dema Osmanî ve mane. Ji xwe Erdogan ê faşîst jî xwe weke Xelîfeyê 5’emîn ê Osmanî dibîne. Komplek û psîkolojiya wî bi temamî bi vî rengî ye. Van armancên xwe yên veşartî û eşkere bi xwespartina li duyemîn hêza herî mezin a tifaqa NATO’yê pêk tîne. Mîna zarokê qure yê NATO’yê tevdigere. Hem pişta xwe dispêre NATO’yê û bi hevsengiyên DYA-Rûsyayê dilîze, hem jî ji Bakurê Efrîkayê heta bi Sûriye-Rojava, Iraq û Başûrê Kurdistanê di êrîşan de sînoran nas nake. Lewma desthilatdariya faşîst a AKP’ê ne tenê li ser Kurdan, her wiha li ser tevahiya Rojhilata Navîn gefeke. Bi dîtina min tehdeyê li siyaseta cîhanê jî dike.

Li gel vê rastiyê eger dewleta tirk ji bo êrîşekê hincet û bahaneyên nû çêbike û li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava êrîşeke nû ya dagirkeriyê bide destpêkirin, dikarim bi hêsanî bibêjim ku bandor û encamên vê yekê wê tenê bi Kurdan û Rojava re bi sînor bimînin. Texmîna min ew e ku êrîşeke nû ya dagirkeriyê ya ku dewleta tirk li ser difikire wê mîna êrîşên yekemîn û duyemîn ên dagirkeriyê ne hêsan be, ne jî serketî be. Bi dîtina min gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji pêvajoyên derbasbûyî ders û encamên mezin wergirtine. Ji daxuyaniyên wan jî tê fêhmkirin ku li hemberî êrîşeke gengaz a dagirkeriyê amadekariyên mezin kirine. Ji bilî berxwedana di asta serketinê û berxwedana rêxistinî rêyeke din li pêşiya Kurdan nîne. Ji xwe bixwaze koç bikin jî cihekî ku biçin nîne. Di wê baweriyê de me ku gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi tecrûbeya pêvajoya derbasbûyî û bi vê têgihiştinê wê ti carî rê nedin dagirkeriyê.

Eşkere ye ku êrîşeke nû ya dewleta tirk a dagirker a li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê wê ji bo Kurdan dînamîkên nû yên siyasî û leşkerî biafirîne, yan jî wê bandoreke mezin li rewşa siyasî û leşkerî ya heyî bike. Parçekirin û parvekirina Kurdistanê bi çar parçeyan teqez nayê wê wateyê ku di nava Kurdan de diyalektîka yekîtiya ruhî û têkiliya civakî û siyasî nîne. Lewma êrîşeke nû ya dagirkeriyê wê li hemû parçeyan û li nava temamiya Kurdan bibe sedem ku ji aliyê siyasî û leşkerî ve nirxandineke nû bê kirin, lêgerîna hevpar, îrade û yekîtiya helwestê biafirîne. Her wiha wê bandorê li qada navneteweyî bike û dibe îrade û siyaseta navneteweyî hîn bi xurtî nêzî Kurdan bike. Bi kurtasî dikare li Kurdistanê potansiyeleke nû ya berxwedanê biafirîne. Lewma dewleta tirk dema ku hewl da Kurdan li Rojava bieciqîne dibe ku li pirsgirêkeke hîn mezintir a Kurd rast bê. Li hemberî berxwedaneke xurt a Kurdan dibe ku bê çare bimîne û weke çareya dawî jî neçar bimîne ku îradeya çareseriyê ya Kurdan qebûl bike.

Tirkiyeyê heta niha ji DYA û Rûsyayê ku du hêzên garantor ên agirbestên 2019’an e ji bo êrîşeke nû ‘destûr’ wernegirtiye, lê belê ji bo werbigire bi rengekî çalak dixebite. Erdogan her wiha ji bo êrîşî Rêveberiya Xweser bike hewl dide têkiliyên bi Sûriyeyê re asayî bike. Hûn pozîsyona DYA û Rûsyayê, nêzîkatiya wan a li Tirkiyeyê çawa dinirxînin?

Ne şaş bim Rûsyayê peymaneke ji bo 50 salan bi dewleta Sûriyeyê re çêkiriye. Ev yek nîşan dide ku têkiliyên navbera Rûsya û Sûriyeyê stratejîk e. Ji xwe li gorî hiqûqa navneteweyî ya heyî, tenê mafê Rûsyayê heye ku li ser xaka Sûriyeyê xwedî hêza leşkerî be. Têkiliyên navbera Rûsya û Sûriyeyê di vê astê de xurt e. Hebûna hêza Rûsyayê li Derya Spî, bandora wê ya li ser Rojhilata Navîn bi têkiliya xwe ya bi Sûriyeyê, bi peymana 50 salî re heye. Lewma Rûsyayê bi hemû hêz û derfetên xwe piştgirî daye Sûriyeyê. Ji aliyê leşkerî û aborî ve piştgirî da, li platformên navneteweyî ew parast.

DYA’yê jî bi projeya perwerdekirin û biçekirina hêzên Îslamî yên nerm xwest ku li ser Sûriyeyê bi bandor bibe. Projeya destpêkê ya DYA’yê ew bû ku van hêzên Îslamî yên sexte li gel Tirkiyeyê li xaka Tirkiyeyê perwerde bike, biçek bike û amade bike. Bi demê re ev proje bi cih nehat, ji ber ku ev hêz bi rastî jî bêkesayetî û nehevgirtî bûn. Lewma di asteke têrker de baawerî nedan DYA’yê. Têkiliya ku dewleta tirk bi van koman re danî gelekî cuda bû, ji xwe ji aliyê îdeolojîk ve nêzî hev in. Dewleta tirk ji binî ve ev bi rêxistin kir û hewl da bixe bin bandora xwe. Ji ber vê yekê ev proje ji aliyê DYA’yê ve bi ser neket. Li gel vê yekê DYA hîn jî li bakurê Sûriyeyê, li Idlibê û herêmên din bi hin ji van koman re di nava têkiliyê de ye. DYA piştî ku bi QSD’ê re têkilî danî li Sûriyeyê hîn bi bandor bû, bû xwedî giraniyekê. Bêguman weke hêzeke NATO’yê bi Tirkiyeyê re jî têkiliyên xwe hene ku herêmeke berfireh li Bakurê Sûriyeyê dagir kiriye.

Encama ku ji vê yekê derdikeve holê ew e ku rewş û paşeroja Sûriyeyê ne bi tena serê xwe wê ji aliyê Rûsyayê ve bê diyarkirin, ne jî bi tena serê xwe ji aliyê DYA’yê ve bê diyarkirin. Pêvajo di vê çarçoveyê de hîn bi rengekî nakok, şer û bi pirsgirêk dewam dike.

Nêzîkatiyên Rûsya û DYA’yê yên li Tirkiyeyê dikarim bi vî rengî kurteber bikim: Ya rast têkiliyên navbera Rûsya û Tirkiyeyê her tim bi pirsgirêk bû. Di polîtîkayên têkildarî cîhanê û herêmê de timî dûrî hev bûn, ji hev nakok bûn. Têkiliyên navbera Tirkiye û Rûsyayê polîtîkayên navbera wan bi giranî konjonkturî ne. Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi xwespartina li hêzên Ergenekon û Avrasyayî di asteke ne biçûk de meyla xwe ber bi Rûsyayê ve heye, lê belê dawiya dawî qutbûna Tirkiyeyê ji NATO’yê ihtimaleke gelekî lawaz tê dîtin. Bi vî rengî jî be Tirkiye endametiya xwe ya li nava NATO’yê, gotin di cih de be li dijî NATO’yê weke amûrekê bi kar tîne. Yanî ji bo karibe ji DYA û Ewropayê hîn bêhtir tawîzan bistîne, alternatîfa Rûsyayê timî dixwaze bi bîr bixîne. Bêguman ev polîtîka polîtîkayeke bêpîvan e. Rûsya jî mîna ku Tirkiye nêzî Rûsyayê dibe, ew jî bi heman rengî nêzî Tirkiyeyê dibe. Yanî têkiliyên xwe yên bi dewleta AKP’ê re bi temamî konjonkturî ne. Naxwe di polîtîkayên têkildarî Derya Spî, Asya, Rojhilata Navîn bi taybetî jî têkildarî Sûriyeyê de li gorî berjewendiyên xwe dûrî hev in.

DYA jî dişopîne û zane ku dewleta tirk dixwaze çi bike, di nava lêgerîneke çawa de ye û polîtîkayeke çawa ya taktîkê dimeşîne. Ji ber ku Tirkiye endamekî girîng ê NATO’yê ye DYA polîtîkayeke welê dimeşîne ku gelekî jinedîtî ve tê û bi xweşbînî nêzî Tirkiyeyê dibe. Tevî ku gelek gavên desthilatdariya Erdogan li berjewendiyên DYA û Ewropayê nayên, bi taybetî DYA bêhelwest dimîne, desthilatdariya AKP’ê bêhtir qure dike û li ser vê bingehê jî desthilatdariya AKP’ê hewl dide hîn bêhtir tawîzan ji DYA û Ewropayê werbigire.

Hûn pêvajoya normalbûnê di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de çawa dinirxînin?

Erdogan û desthilatdariya AKP-MHP’ê ji her alî ve tengav bûye. Bi taybetî di pêvajoya hilbijartinê de pêwîstiya xwe bi wê yekê heye ku bêhn bê ber. Erdogan di polîtîkaya Sûriyeyê de xitimî ye. Naxwe nediket nava lêgerîna lihevkirina bi Sûriyeyê re. Divê mirov binirxîne û fêhm bike ku ev yek jî şantajek li hemberî DYA û Ewropayê ye yan na. Ji vê wêdetir, tê fêhmkirin ku Erdogan û AKP ji ber ku gelekî tengav bûne dixwaze têkiliyên bi Sûriyeyê re sererast bike. Dewleta Erdogan-AKP’ê heta dawiyê piştgirî da çeteyên faşîst DAÎŞ û El Nûsra. Kuştina lîderê DAÎŞ’ê Bagdadî li Idlibê ku tenê çend kîlometreyan dûrî sînorê Tirkiyeyê ye û gelek bûyerên bi vî rengî nîşaneya vê rastiyê ye. Çeteyên ku hejmara wan bi deh hezaran kesî ye mîna ku êdî giraniyê didin ser Tirkiyeyê, yanî pirsgirêk in. Desthilatdariya Erdogan-AKP ne dikare dest ji van berde ne jî dixwaze stratejiya xwe bi temamî li ser van komên çete dewam bike. Heta ku beşeke girîng a xaka Sûriyeyê dagir kiribe û piştgiriya van çeteyan dike, heta ku ji qadên dagirkirî venekişe, zehmet e ku têkiliyên navbera dewleta Sûriyeyê û Tirkiyeyê normal bibin. Li hemberî vê yekê, her ku dewleta tirk têkiliyên xwe bi Sûriyeyê re çêbike, eşkere ye ku bi deh hezaran çeteyên çekdar wê ji bo Tirkiyeyê bibe pirsgirêkeke mezin. Lewma karê dewleta AKP’ê hêsan nîne. Ji xwe dewleta Sûriyeyê jî wê di vê mijarê de zêde tawîzan nede Tirkiyeyê. Ji ber ku Tirkiyeyê ne tenê xaka Sûriyeyê dagir kiriye, di heman demê de desteser kiriye. Rast nîne ku mirov li bendê be dewleteke serwer yanî dewleta Sûriyeyê di nava van şert û mercan de bi Tirkiyeyê re têkiliyeke normal çêbike. Erdogan jî wê hewl bide heta hilbijartinê pêvajoyê îdare bike, yanî bimeşîne. Naxwe ne hêsan e ku biryarên nû yên stratejîk bide. Ji kîjan alî ve bê nirxandin jî diyar e ji bo Erdogan bi pirsgirêk e.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêşî li şer bê girtin, pêwîstî bi çareseriyeke çawa heye?

Li şûna ku mirov tenê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bifikire, ya rast ew e ku mirov çareseriyê ji bo tevahiya Sûriyeyê bifikre. Lê belê Sûriye di rewşeke welê de ye ku gelekî destwerdan lê bûye, çareseriyek ji bo dema nêz hêsan xuya nake. Ya ku divê bibe, Sûriyeyeke demokratîk û nû ye. Yanî divê Sûriye demokratîk bibe. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdeyî 10 sal in bi modela xweseriya demokratîk xwe bi rê ve dibe. Li vê derê gel hemû, bawerî, çand bi rengekî azad û demokratîk jiyana xwe dewam dikin. Bi rastî jî divê ev rêbaza jiyanê ya demokratîk û statuya xweseriya demokratîk bê parastin, bê avakirin. Ji bo vê jî divê dewleta Sûriyeyê teqez guhertineke demokratîk pêk bîne. Qebûlkirina Rêveberiya Xweser a Sûriyeyê wê Sûriyeyê lawaz neke, berevajî vê yekê wê Sûriyeya demokratîk xurt bike, hîn bêhtir bi hêz bike. Eger Sûriye demokratîk nebe, bûyer û pêşketinên di nava 10 salên dawî de çêbûn neyên dîtin, di mejî de guhertinek neyê kirin, hişmendî û îradeyeke demokratîk neyê afirandin bêguman ev yek wê bibe pirsgirêk.

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêguman wê statuya xweser, jiyana azad demokratîk a ku bi berdêlên giran afirandine, biparêzin. Ji ber vê yekê hemû hêzên ku dixwazin Sûriye demokratîk bibe, divê piştgiriyê bidin civak, çand, baweriyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwazin bi rengekî demokratîk û azad bijîn. Li gel vê yekê li Sûriyeya ji pir bawerî, pir çand û pir civakên etnîkî, em her cûre neteweperestiya etnîkî, bawerî û çandî red dikin. Li ser vê bingehê em ê her cûre hewldanên ji bo çareseriyê erênî bibînin û piştgiriyê bidin van hewldanan.

DYA, PKK’ê weke ‘rêxistina terorê’ pênase dike û di şerê dijî Kurdan de piştgiriya siyasî û leşkerî dide dewleta tirk. Têkildarî vê sûcdariyê hûn çi dibêjin?

Beriya her tiştî vê bibêjim; pênasekirina PKK’ê weke ‘rêxistina terorê’ ji aliyê DYA’yê ve, neheqiyeke mezin e. Ez li vê derê axaftina li ser nebûna rêxistina terorîst a têkildarî PKK’ê ji bo xwe weke neheqiyê dibînim. DYA bi xwe jî baş zane ku PKK tevgereke terorîst nîne. PKK tevgereke welê ye ku li ber her cûre neteweperestiyê radibe, daxwaza jiyaneke azad û demokratîk a hemû çand, bawerî û civakan dike, paradîgmaya vê yekê afirandiye û ji bo wê jî têdikoşe. Tevî ku kiryarên giran ên qirkirin û sirgûnê li ser Kurdan hene jî bi vî rengî tevdigere. Kurd weke gel têne înkarkirin. Zimanê çûkan jî heye. Fermiyeta zimanê Kurdan jî nayê qebûlkirin, tê redkirin. Tunehesibandina gelekî ku nifûsa xwe bi dehan milyon mirov e, redkirina zimanê wan gelo tiştekî çawa ye? Divê mirov fêhm bike. Gelê Kurd tevî vê yekê jî bi pêşengiya PKK’ê bi hişmendiya neteweya demokratîk nêzî gelê Tirkiyeyê dibe. Tevgereke bi vî rengî gelo dibe terorîst be? Li hemberî vê yekê dewleta tirk bi sedan sal in dest ji polîtîkayên xwe yên înkar û tunekirinê yên li hemberî Kurdan bernedaye. Li dijî vê yekê divê hin gotin bêne gotin û hin hewldan bêne kirin. Dixwazim hinekî din bi eşkere bibêjim; dewleta tirk xwe dispêre hevalbendê xwe yê sereke DYA’yê û van kiryaran dike.

Hin îdîa têne kirin ku PKK’ê berê hin taktîk bi kar anî ku hiqûqa şer binpê dikin. Li hemberî van îdîayan hûn dixwazin bersiveke çawa bidin?

Bi pêşengiya PKK’ê em ji bo azadiya gelê xwe nêzî nîv sed sal e têkoşînê dimeşînin. Di van salên dirêj û bi zehmet ên têkoşînê de li derveyî hişmendî, nirxên moral û exlaqê yên PKK’ê, li derveyî kontrolê, bi provokasyonan dibe ku hin çalakî hatibin kirin ku em wan ti carî napejirînin. Eger mirovan van çalakiyan û kiryarên rojane yên dewleta tirk bidin ber hev, wê gelekî kêm bimînin. Tevî vê yekê jî dikarim bi aramî bibêjim ku me her çalakî û bûyerên li rastiya PKK’ê nayên, li derveyî exlaq, wijdan û hiqûqa şer lêpirsîn kirin, hesabê wê xwestin û bêbandor kirin. Neheqiyeke gelekî mezin e ku mirov van bûyeran bi kiryarên dewleta tirk re bidin ber hev ku dewleta tirk geleke gund şewitand, vala kir, bi milyonan Kurd neçarî sirgûnê kir, her roj hîn jî gazên çekên kîmyewî bi kar tîne, bi deh hezaran kes bi navê ‘kuştinên nediyar’ qetil kir, bi rengekî eşkere komkujî kir. Min diyar kiribû ku dewleta tirk bi rêbazeke şerê taybet li dijî gelê Kurd şer dike ku di hiqûqa şer û qanûnên navneteweyî de cihê vê rêbazê nîne. Li hemberî gelê Kurd, karsazan, welatparêzan, jinan, ciwanan, bawermendan, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û siyasî gelek komplo, provokasyon û komkujî kir. Gelek ji van sûcên xwe jî hewl da bixe stuyê partiya me. Rêber Apo ji bo vê jî pêşniyar kir ku Komîsyona Lêkolînkirina Rastiyan bê avakirin. Xwest ku komîsyonên bêalî û serbixwe yên neteweyî û navneteweyî lêkolîn bikin bê kî mafdar e, kî neheq e, kî li dijî pîvanên şer û hiqûqê sûc kiriye. Hurmeta li rastiyê divê bi vî rengî bûya. Lê belê dewleta tirk ti carî pêşniyar û nêrînên Rêber Apo qebûl nekir, ne jî derfet da ku hewldan û nêzîkatiyeke cuda bê kirin. Bêguman ji ber ku ji serî heta binî tevlî nava sûcên mezin bûye, bi vî rengî tevdigere. Hîn jî bi heman seknê tevdigere.

Ji bo li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigerin û mafên mirovan biparêzin we sozên bi çi rengî dan?

PKK her tim li gorî pîvanên şer û exlaqê şer tevgeriya. Bi Koma Bangê ya Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî re di salên 1990’î de me du peyman mohr kiribûn. Herdu peyman hem hêzên ne dewlet in hem jî dewlet bi xwe îmze dikin. Ya yekemîn ew e ku divê mirovên di temenê biçûk de ne tevlî şer neyên kirin. Ya duyemîn jî mayinên antî personel, mayinên bejahî neyên bikaranîn. Me soz dane ku li gorî Qanûnên Şer ên Navneteweyî tevbigerin. Me her tim ji xwe re kir esas ku li gorî peymanên mohra xwe danîne binî tevbigerin. Lê belê dewleta tirk van peymanan her roj binpê dike, li pêş çavên tevahiya cîhanê sûcê şer dike, gelek sûcên li dijî peymanên navneteweyî dike. Dewleta tirk di vê mijarê de rewşa xwe ya stratejîk û jeopolîtîk bi kar tîne, di heman demê de avantajên ji ber endametiya NATO’yê di ser hemû peymanan de nîşan dide û bi her awayî li dijî Kurdan sûcan dike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar