Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li Semsûrê kî mirî, kî sax e nayê zanîn!

Li Semsûra ku erdhejê bandor kir, mirî sax, sax jî mirî tên nîşandan, ji jinekê re ji ber ku hevserê wê wek mirî hat qeydkirin, 'mûçeya jinebî’ derket. Nayê zanîn ku çend jin vê rewşê dijîn, ji Hîranûr Tûmsavaş a winda hê jî agahî nayê girtin.

Erdhejên navenda wan Mereş bû li bajarên Tirkiye, Kurdistan û Sûriyeyê asteke mezin bandor kir, bû sedema jiyana bi deh hezaran kesî. Li Semsûrê ku erdhej hilweşandinek mezin pêkanî, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê di wextê xwe de nehatin destpêkirin, Hîranûr Tûmsavaş a 12 salî ku di erdheja ewil de di bin xirbeyan de ma jî bi hefteyan e winda ye. Hîranûra ku ji aliyê dilxwazan ve ji bin xirbeyan hat derxistin, piştre hat gotin ku wê bi wesayîta spî ya ji wir derbas dibû sewqî nexweşxaneyê bikin. Lê ji wê rojê heta niha tu agahî ji Hîranûrê nayê girtin.

Malbat ji bo Hîranûra winda nimûneya DNA’yê da

Funda Oznacar, diyar kir ku ji bo biraziya xwe ya winda Hîranûr ne nexweşxane û ne jî saziyeke fermî nehiştine û diyar kir ku saziyên fermî yên ku geriyane ji wan re wiha gotine, “Li tu derê qeyda windabûyîne tune ye.” Funda Oznacar diyar kir ku duh ji bo Hîranûr nimûneya DNA’yê dane û ew li benda agahiyê ne. Funda Oznacar a ku me der barê mijarê de çend roj berê hevdîtin pêkanî, anî ziman ku nizanin biraziya wê ya ku ne li goristan û ne jî li nexweşxaneyane li ku derê ye û îhtîmala ku dibe di destê tarîqatan de ye wek wehşetê ye.

Ji Menzîl ji îdiayên re bersivek  nîne!

Li bajêrê ku îdiayên zarokên winda didi tarîqatan dewam dike, hat zanîn li bajara kon ku li Gundê Menzîlê hatiye vedan jî hejmarek zêde zarok hene. Tarîqata Menzîlê der barê îdiayan de tu daxuyanî neda, xebatên ku tarîqatê yên di bin navê komeleyên li bajêr dimeşîne jî berdewam dike. Di konên Weqfa Diyanetê de ji zarokan re dersên Quranê tên dayîn, tê dîtin ku li bajara kon ya li gundê Menzîlê jî rewş ne cuda ye. Tê ragihandin ku li gund ji zarokan re di asta medreseyê de perwerde tê dayîn.

Yên ku ji aliyê gel ve tên defin kirin wek ‘mirina xwazayî’ tên tomarkirin

Waliyên Dersîmê, Erzîngan û Semsûrê, ji bo hejmara welatiyên jiyana xwe ji dest dane zelal bikin beriya hefteyekê bi muxtar û katîbên ji rojava hatin re hev civiyan. Kesên ku di rojên ewil ên erdhejê de ji aliyê welatiyan ve ji bin xirbeyan hatin derxistin û ji aliyê malbatan ve bêyî ku rakin nexweşxaneyê li baxçeyên mal, gund û goristanên xwe hatin defin kirin jî, weke ‘mirina xwezayî’ tên tomarkirin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, ev mirinên xwezayî dê di nava daneyan de cih negre. Di lêkolîna daneyan a ewil de hat hînbûn ku ji 41 cenazeyên bê nasname û sêwî 3 kes hatin teşxîskirin û xebatên teşhîskirinê 38 kesên mayî jî berdewam dike.

Hevjinê wê yê sax di fermiyetê de mirî hat nîşandan

Ji bilî van hejmarên nasnameya 4 hezar kesên ku xizmên xwe winda kirine ji aliyê midûriyeta nifûsê ve hat girtin jî weke mirî hatin tomarkirin. Piştî ew kiryara şaş, li ber midûriyeta nifûsê ku mirî sax û sax jî mirî nîşan dide, rêzên dirêj çêdibe. Gel ji bo sererastkirina şaşîtî ye bi daxwaznameyê serî li midûriyetê dide. Jineke ku me li ser mijarê hevpeyvîn kir, bi van gotinan tiştên jiya vegot: “Xizmek min diçe nûfisê û ji bo xizmên xwe yên mirî agahiya nasnameya xwe dide û di tomaran de ne miriyan ew bi xwe wek mirî derbas dibe. Dema dikeve pergala E- Dewlet jî dibîne ku ji vê re ‘mûçeya jinebî’ derketiye.”

ÇAVKANÎ: NûJINHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar