Hate ragihandin ku serê vê sibehê li navenda Şengalê êrîşeke hewayî hatiye kirin.
Li gorî agahiyên destpêkê, êrîş li hemberî wesayiteke Hêzên Asayîşa Êzidxanê hate kirin.
Hate ragihandin ku di êrîşê de hin ji endamên asayîşê birîndar bûne.
Di 27’ê sibata 2023’yan de li navçeya Xanesorê ya Şengalê di êrîşeke hewayî ya dewleta tirk a dagirker de ji fermandarên YBŞ’ê Pîr Çeko û Agir Cefrî şehîd bûbûn, şervanek jî birîndar bûbû.