Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Di êrîşa li ser Şengalê de şervanekî asayîşê şehîd bû

Asayîşa Êzidxanê da zanîn ku ev êrîş ji aliyê dewleta tirk û PDK'ê  ve hatiye kirin û di encamê de hevrêyê wan Şerzad Şemo Qasim şehîd bûye. Her wiha Asayîşê diyar kir ku ew parêzvanê gelê xwe ye û wê îradeya Şengalê teslîmî tu kesî nekin.

Asayîşa Êzidxanê li ser êrîşa hewayî ya vê sibehê li navenda Şengalê hate kirin daxuyaniyek weşand.

Li gorî daxuyaniyê, 1’ê adarê saet di 11:30’î de li navenda Şengalê li dijî wesayîteke Asayîşa Êzidxanê êrîşek hate kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di vê êrîşê de hevrêyê me, ji Rêveberiya Asayîşa Êzidxanê Şerzad Şemo Qasim şehîd bû.

Derbarê ziraviyên vê êrîşê de em ê agahiyên berfireh bi gelê xwe re û raya giştî re parve bikin. Lê em dizanin ev êrîş plansaziya dewleta tirk a dagirker û PDK’ê ye, ku bi destê xayîn û xwefiroşan pêk hatiye.

Em di serî de ji malbata hevalê xwe Şerzad û hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Em dibêjin ji bo parastina gelê me, ji bo parastina Êzidxanê çi bedel ji me were xwestin em ê bê dudilî vê bedelê bidin.

Em bang li gelê xwe û pêkhateyên Şengalê jî dikin ku li dijî van êrîşên qirkirinê xwedî biryar û helwesteke xurt bûn. Dijminên Êzdatiyê dixwazin fermana li ser civaka me dewam bikin. Em car din radigihînin ku Asayîşa Êzidxanê parezvanê gelê xwe ye û em ê îradeya gelê xwe, îradeya Şengala xweser û azad teslîmî tu kesî nekin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar