PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

‘Planên nû xistinin meriyetê ku peymana 9’ê cotmehê bigihînin encamê’

Rêveberiya Xweser a Şengalê ragihand ku em dibînin ku ev êrîşên dawî yên li ser Şengalê ji bo pêkanîna peymana 9’ê cotmehê têne kirin. Hikumeta Iraqê jî bi bêdengiya xwe dibe hevkarê van êrîşan. Em bang li civaka êzidî dikin ku li dora hêzên xwe yên parastinê û saziyên rêveberiya xweser bibe tifaq.

Rêveberiya Xweser a Şengalê têkildarî êrîşên van rojên dawî yên dewleta Tirk ên li ser Şengalê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Di nav çend rojên dawî de weke berdewama fermana li ser civaka Êzidî, êrîşên giran li ser Şengala pîroz çêbûn. Di 27’ê Sibatê de fermandarên me yên hêja Pîr Çeko û Agir Cefrî di êrîşa dewleta tirk a dagirker de şehîd ketin. Hê konê sersaxiyê yê van pêşengên qehreman nehatibû rakirin, doh jî ji rêveberiya Asayîşa Êzîdxanê, parêzvanê axa pîroz a Êzîdxanê Şêrzad Şemo Qasim li navenda Şengalê di êrîşekî bêbext de şehîd ket. Beriya her tiştî em ji malbatên her 3 şehîdên xwe re û ji hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Ew di rêya pîroz a Ezdatiyê de, di rêya Tawîsê Melek de şehîd ketin.

Êrîş ji bo temamkirina fermanê ye

Ev êrîşên dawî yên li ser civaka me û axa me ya pîroz ne êrîşên ji rêzê ne, êrîşên temamkirina fermana li ser serê me ye. Pîr Çeko, Agir Cefrî û Şerzad Şemo fermandarên hêzên me yên parastinê bûn, ji fermana 2014’an heya niha axa me, civaka me, bîr û baweriya me diparastin. Em wateya van êrîşan baş fam dikin, dijminên Ezdatiyê dixwazin Êzidî û Ezdayetî bê mertal, bê parastin, bê keleh bihêlin da ku karibin qirkirina me temam bikin. Ji roja ku avabûne heya roja me ya îro, YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê bûne kelemê çavê dijmin, bûne şûrekî û li ser dilê dijmin ketine. Ji ber vê heqîqetê, êrîşên li ser fermandarên me yên qehreman, êrîşên li ser hebûna me ye. Em van êrîşan wisa dibinin, wisa dinirxînin.

Plan û siyaseta Şengalê

Em weke Rêveberiya Xweser a Şengalê dibêjin ku ev pêla dawî ya êrîşan destpêka merheleyeke nû ya siyaseta qirkirina civaka êzidî ye. Em dibînin ku plan û siyaseteke nû ya qirêj li ser Şengalê ketiye meriyetê. Ji ber vê heqîqetê, em jî vê rewşa nû bi berfirehî dinirxînin da ku karibin tedbîrên pêwîst bigirin û bersiva hemû êrîşan bidin. Lazim e hemû sazî û dezgehên me, civaka me, dost û xwêrxwazên me zanibin ku em bi rewşeke nû re rû bi rû ne.

Piştî ku li Iraqê hikûmeta nû ava bû, em di nav wê hêvî û bendewariyê de bûn ku em ê di vê serdema nû de karibin bi hikûmeta Sûdanî re pirsgirêkên Şengalê çareser bikin, yekîtiya Iraqê xurt bikin û bi hev re rê li ber siyaseta Osmaniya Nû ya dewleta tirk bigirin. Bi vê hêvî û daxwazê hin hevdîtin jî bi hikûmeta nû û aliyên siyasî yên Iraqê re çêbûn. Me bawer kir ku zemîna çareseriya pirsgirêkên Şengalê ava dibe, hikûmeta nû hewl dide xwe ji siyaseta hikûmeta Kazimî dûr bixîne.

Bêdengiya hikûmeta Iraqê

Lê bêdengiya hikûmetê û aliyên siyasî yên Iraqê ya li dijî êrîşên li ser Şengalê, li şûna hêvî û bendewariyê pirs û gumanan bi me re çêdike. Rast e, êrîş bi destê dewleta tirk a dagirker û bi hevkariya PDK’ê çêdibin lê ev êrîş li dijî axa Iraqê têne kirin û tu helwest an jî biryarek hikûmetê û saziyên dewleta Iraqê nîne. Her wiha em dibînin ku hewldana pêkanîna Peymana 9’ê Cotmehê bi rê û rêbazên cuda berdewam dike. Ji xwe PDK’ê dest ji her tiştî berdaye 24 saet ji bo pêkanîna vê peymana bêbext bi herkesî bazarê dike. Lê em dixwazin ji hikumeta Sûdanî pirs bikin, hûn çima aşkere nakin ku we Peymana 9’ê cotmehê betal kiriye? Ev peyman ji dema hikumeta Kazimî maye û hikumeta nû hemû peymanên dema Kazimî red dike, heya niha gelek biryarên dema Kazimî tune hesibandiye lê çima ev peyman heya niha nehatiye betalkirin?

Planên nû xistinin meriyetê ku peymana 9’ê cotmehê bigihînin encamê

Em baş dibînin ku siyaseteke nû di meriyetê de ye ku hewl didin hêzên me yên parastinê YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê hilweşînin. Ne tenê bi şehîdxistina fermandarên pêşeng, bi rê û rêbazên cûda jî hewldana hilweşandina hêza parastinê ya civaka me berdewam dike. Em weke îradeya civaka xwe ya êzidî û hemû pêkhateyên Şengalê hemû hevdîtinên vekirî an jî veşartî yên li ser Şengalê ji nêz ve dişopînin. Em dibînin ku pêleke nû ya êrîşan heye, dixwaze hêzên me yên parastinê û pergala xweseriyê hilweşîne.

Divê Iraq nebe hevkarê van êrîşan û bertek nîşan bide

Ev hewldan û êrîşên dewleta tirk a dagirker û PDK’ê ne tenê ji bo Şengalê xeterî ye, tevlihevkirina Şengalê di rastiya xwe de tevlihevkirina Iraqê ye. Em weke rêveberiya Xweser a Şengalê ji hemû aliyan zêdetir dixwazin ku aramî û ewlehiya Iraqê ava bibe. Lê em dixwazin vê tiştê jî bêjin, aramiya Şengalê û Iraqê girêdayî hev in. Eger Şengal aram û ewle be wê ewlehiya Iraqê xurt bibe. Hemû raya giştî û bi taybet dewleta Iraqê baş dizane ku piştî şikestina DAIŞ’ê ev 8 sal in li Iraqê cihê herî ewle û aram Şengal e. Lê niha dewleta tirk û PDK dixwazin vê jiyana ewle xira bikin, zemîna şer û pevçûnan ava bikin. Lazim e beriya her kesî hikumeta Iraqê, saziyên dewletê li dijî vê siyasetê derkevin. Em pir vekirî û zelal dibêjin ku hebûna Rêveberiya Xweser a Şengalê, hebûna hêzên parastinê yên Şengalê yekîtîya Iraqê xurt dike, ewlehiya Iraqê xurt dike. Ji ber vê rastiyê, lazim e hikumeta Iraqê hemû êrîşên li ser Şengalê weke êrîşên li ser Bexdayê hesab bike û bi tundî li dijî van êrîşan bisekine. Em li benda vê biryar û helwesta hikumeta Iraqê ne lê eger bêdengiya Iraqê berdewam bike ewê were wê wateyê ku rê li ber van êrîşan tê vekirin û bi vî awayî hikumeta Iraqê jî dibe hevkarê êrîşên komkujiyên li ser civaka êzidî.

Hewldanên PDK û tirkan civaka êzidî ji Şengalê koçberkirine

Weke raya giştî ji dizane di demên dawî de civaka êzidî ya li kampên başûrê Kurdistanê ref bi ref vedigere ser axa xwe ya pîroz. Her wiha ji nû ve avakirina Şengalê di rojevê de ye. Ev êrîşên dawî di heman demê de li dijî veger û avedaniya Şengalê ye. Dewleta tirk û PDK dixwazin rê li ber vegerê bigirin û eger karibin civaka êzidî ji Şengalê bidin koçberkirin. Lazim e hikumeta Iraqê vê siyasetê jî bibîne û rê li ber bigire.

Lazime bersiva civaka êzidî û pêkhateyên Şengalê layiqî şehîdan be

Em her wiha bang li hemû civaka êzidî û pêkhateyên Şengalê dikin ku li dora sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, bi taybet jî li dora hêzên xwe yên parastinê bibin yek, tifaq û yekîtîya xwe ji her demê zêdetir xurt bikin. Ev êrîşên li dijî fermandar û pêşengên me, êrîşên li ser hebûna me ya azad e. Me bi saya serê cangoriyên Şengalê xwe gihand van rojan, saziyên xwe ava kirin , me bi serbilindî li hemû cîhanê deng veda. Me qeyd û bendên koletî û xulamtiyê şikandin, me rê li ber jiyaneke azad vekir. Niha car din dixwazin bi van êrîşan îradeya me ya azad bişkînin, me bikin kole û xulamên xwe. Lazim e bersiva gelê me li dijî van êrîşan layiqî şehîdan be.

‘Em ê bi ruhê Çeko’yan li hember dijminên êzdiyatiyê bisekinin’

Bi sedan şehîd Şengal emanetê me kirin. Roj ew roj e ku em ji her demî zêdetir xwedî li vê emanetê derkevin. Em bi hêza gelê xwe, bi hêza jin û ciwanên êzidî bawer in. Me karî hovên DAIŞ’ê bişkînin. Fermandarê mezin Pîr Çeko heya Reqayê da pey wan çeteyên hov. Em ê îro jî bi vê ruhî li ber dijminên êzdatiyê bisekinin. Di rojên herî teng û bê derfet de me karî DAIŞ bişkînin, îro hêza me, derfet û îmkanên me ji her demê zêdetir e ku em rê li ber fermanên nû bigirin, pişta dijminên xwe bişkînin.

‘Cihê xayîn û xwefiroşan li Şengalê nîne’

Ji bo vê jî, beriya her tiştî lazim e em rê nedin xayîn û xwefiroş xwe nêzî Şengalê bikin. Weke civaka me bi sedan caran gotiye ‘Cihê xayîn û xwefiroşan li Şengalê nîne’.  Me li hemberî dijminên kokê jî dest bi têkoşîneke xurt kiriye, her kî bûye kurmê darê em ê wî derxin holê û hesabê jê bixwazin. Lazim e gelê me jî ji her demê zêdetir li dijî dijminên kokê derkeve, wan di nav xwe de nehewîne û hesabê ji wan bixwaze.

Hêzên ku jenosîd nas kirine divê li gor biryarên xwe tevbigerin

Em her wiha bang li hêzên navneteweyî jî dikin ku rê li ber êrîşên komkujiyên li ser civaka êzidî bigirin. Bi taybet dewletên ku fermana 2014’an weke Jenosîd nas kirine pêwîst e li dijî van êrîşan xwedî helwest bin. Naskirina fermanê weke jenosîd beguman girîng e lê îro roj hewldanên fermanên nû li ser civaka êzidî heye, pêwîst e hêzên navneteweyî vê rastiyê bibînin û eger jidil bin, hewl bidin rê li ber êrîşên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê bigirin. Em bang li hemû hêzên azadî û demokrasiyê, mirovahiya bi rûmet jî dikin ku berê xwe bidin Şengalê, hevgirtina xwe ya bi Şengalê re xurt bikin.

Encax hêza rêxistinkirî dikare rê li ber êrîşan bigire

Di dawiyê de em dixwazin bêjin ku hêza esas a ku wê rê li ber êrîşên qirkirinê bigire hêza gel e. Pêwîst e em ji hêza xwe ya parastinê, hêza xwe ya rêveberiyê, hêza xwe ya jin û ciwanan bawer bin. Êrîş çiqas giran dibe bila bibe, em dikarin bi rêxistinî rê li ber van êrîşan bigirin. Em weke Rêveberiya Xweser a Şengalê car din ji gelê xwe û raya giştî re radigihînin ku, ji bo xewn û xeyalên Mam Zekî, Mam Beşîr, Zerdeşt, Dijwar, Azad, Pîr Çeko, Agir û Şêrzadan pêk bînin, çi bedel ji me were xwestin emê bidin. Rêya me ne rêya vegerê ye, em ê di vê rêya pîroz de heya dawiyê bimeşin, Şengala Xweser û Azad pêk bînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar