Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Divê siyaseta sed salan biguhere

Bi erdhêjê re desthilata AKP û MHP’ê jî hejiya. Ne tenê hejiya. Ew jî di bin kavilan de man. Hemû kes careke din jî dîtin ku berpirsyarên mezin ên erdhêjê Erdogan û Bahçelî ne.

Bêguman, erdhêj bûyînek xwezayî ye. Tu kesek nikare li ber bûyînên xwezayî raweste. Li hember vê rastiyê tedbîr girîng in. Rayedar ji tedbîran berpirsyar in. Tedbîr jî divê bi gorî rê û rêbazên zanistê bên girtin.

Rast e, desthilatên Komara Tirkiyê yên ji damezrandinê heta îro li hember bûyînên xwezayî çi tedbîr negirtine. Lê AKP û MHP, ne tenê tedbîr negirtine; bi ser de jî dizîne, talan kirine. Dev ji tedbîrgirtinê berdin, bi dizî û gendeliyên xwe ve xeter mezintir kirine. Zirarên erdhêja 6’ê sibatê ji ber vê yekê zêde bû.

Li hemû cîhanê erdhêjên bi vî rengî çêdibin. Lê li çi erdan ev qas avahî hilnaweşin, ev qas însan jiyana xwe ji dest nadin. Hilweşîn û mirinên mezin, ji ber çavbirçîtiya dethilata AKP û MHP’ê derket holê. Ev yek, tena serê xwe bi şerê li dijî kurda jî naye tarîfkirin. Şer, ji bo desthilata wan derfet e. Lê ew, bi taybetî jî Erdogan vê derfeta ji bo xwe û der û dora xwe jî bi kar aniye. Niha li dora Erdogan binêrin. Çend sed kesên ku di van 20 salên dûmahî de bûne xwedî mal û milk, bi mîlyon û mîlyar dolara dilîzîn, bînin ber çavê xwe. Ev çavbirçîtî, bû sedem ku îro herî kêm 100 hezar kes di bin avahiyan de man û mirin.

Êdî baştir tê dizanin. Erdogan û Bahçelî 2-3 rojên ewil bi zanebûn rê li ber alîkariyê girtin. Leşker neçûn hewara însanan. Saziyên dewletê ji ciyê xwe nelebitîn. Niha jî hê di bin avahiyan de însanên ku jiyana xwe ji dest dane, hene, kavilan bi dozeran radikin. Ev hemû bi gor planek pêkanîn. Di serî de dîtin ku erdhêjek pir mezin çêbûye û bi alîkariyê nikarin pêşî li êşa gel bigrin, plana ‘sergirtinê’ pêk anîn. Ango xwestin, êşên erdhêjê demildest bidin jibîrkirin. Usa difikiriyan ku ew ê di demeke kin de kavilan rakin û bi çend çavşûştinê mexduriyetên gel veşêrin. Lê bi ser neketin. Gel rastî dîtin. Her çû bertekên gel mezin bûn.

Bertek berî her tiştî li ber kavilan zêde bûn. Her kesên ku devê xwe vedikirin, behsa tûnebûna dewletê dikirin. Dû re bertek li stadyûman mezin bûn. Bi dehhezaran însan bi hev re dijberî desthilatê qiriyan.

Yên bertek nîşan didan, zêdetir hilbijêrên AKP û MHP’ê bûn. Lê yên diçûn hewara gel jî piranî muxalefet bûn. Ev jî ji alî gel ve hat dîtin. Gelek kes bi eşkereyî behsa alîkariya HDP’ê kirin. Desthilat xwest pêşî li alîkariyê bigre. Lê hêza wan têr nekir. Gel alîkariyên partî û saziyên din, bi taybet jî yên derdorên çep û demokrat ên ji dil, dîtin.

Ev hemû bi me nîşan dide ku planên heta niha yên desthilatê, têk çûne. Lê planên wan neqediyaye. Ji bo desthilata xwe ji dest nedin, rêya paşxistina hilbijartinê jî ceribandin. Di wê de jî bi ser neketin. Niha jî bi çêkirinek hilbijartina herî nêz ango hê ku bertek zêde nebûne û êş bi temamî nehatine dîtin, dixwazin hilbijartinê çêkin.

Em dizanin, ew ê dek û dolaban jî bi kar bînin. Saziyên dewletê, leşker û polîs, dadgeh û aliyên dewletî hemû di bin kontrola wan de ye. Dixwazin bi rêya wan, ango bi rêya zor û dek û dolaban di hilbijartinê de bi ser kevin. Rast e, têk çûne. Êdî hemû cîhan jî zane ku ew bi hêza gel nikarin desthilatdariya xwe biparêzin. Lê dîsa jî divê em bizanibin ku ew derfeta wan heye ku bi dek û dolaban desthilata xwe biparêzin. Ango bi plana kaosê û bi hêza dewletê dikarin ji hilbijartineke din jî derkevin. Ev jî rastiyeke berbiçav e.

Di rewşek usa de berpirsyarî dikeve ser milê muxalefetê. Heke muxalefet nikaribe pêşengiya vê heyamê bike, ango ji bo têkbirina Erdogan û Bahçelî hevgirtineke xurt pêk neyne, ew ê hemû gel winda bikin. Siberoja gel ew ê ji îro xeraptir bibe.

Em rastî bêjin. Di muxalefetê de aliyê herî bi pirsgirêk Meral Akşener e. Rast e. Îttîfaka Ked û Azadiyê ne te de, gelek aliyên muxalefetê statûkoparêz in. Lê di nav statûkoparêzan de, yên herî xwînavî jî Meral Akşener û partiya wê ye. Ew dixwaze, hemû muxalefetê bigre bin kontrola xwe û rastgirên dijdemokrasiyê careke din bike desthilatdar. Heke ev jina faşîst hêza muxalefeta statûkoparêz bigre bin kontrola xwe, ew ê rewş ji dema Erdogan baştir nebe.

Ew ê Îttîfaka Ked û Azadiyê rola xwe bilîze. Erdogan nikare ji vê îttîfakê sûd werbigre. Lê tirs îttîfaqa statûkoparêzan e. Di navbera wan de dûbendî heye û Erdogan dikare ji vê dûbendiyê derfet bigre. Ev îttîfaka statûkoparêzan, ne tenê divê hişê xwe bigre serê xwe. Heke dixwaze guherînek esasî û mayînde çêbe, divê siyaseta sed salan jî ji ber çav derbas bike. Ji bo jiyaneke rûmet tenê ev divê. Ev nekin, dê sibe ji îro baştir nebe.

Nûçeyên Têkildar