Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘PKK’ê ji tevahî cihanê re nîşanda ku çixwas aştîxwaz e’

Çalakvanên bajarokê Qeladizê bal kişandin ser biryara KCK'ê û ev nirxandin kirin; KCK'ê helwestek exlaqî, şoreşgerî û mirovî nişanda. Herwiha "PKK'ê ji tevahî cihanê re nişanda ku çixwas aştîxwaze û yê şer dixwaze dewleta dagirker a tirk e".

Di 6’ê sibatê de 2 erdejên bi pileya 7.6 û 7.7 li Bazarcixa Mereşê ya bakurê Kurdistanê ku navenda erdhejê bû pêkhat. Erdhejê bandora xwe li gelek bajarên bakurê Kurdistan, Tirkiye û Suriyeyê kir.

Piştî karesata erdhejê 2 rojan, Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ji ber erdhejê banga rawestandina hemû çalakiyên li çiya û metrepolan kir. Li ser banga KCK’ê, Navenda Fermandariya NPG’ê biryara rawestandina çalakiyan kir ku heta dijmin êriş neke çalakî nayên li darxistin.

Tevî biryara rawestandina çalakiyan jî dewleta tirk a dagirker bi hemû hovîtiya xwe ve, rojane bi dehan caran qadên Berxwedanê bombebaran û kîmyabaran dike. Dewleta tirk a dagirker li şûna ku hemû derfetên xwe ji bo rizgarkirin û çareserkirina birînên erdhejê yên welatiyên xwe bikarbîne, di şerê li dijî gelê kurd de ji bo tunekirina gelê kurd bikartîne.

Piştî banga rawestandina Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, li seranserê Herêma Kurdistanê piştgirî û bandorek mezin li pey xwe anî. Di derbarê mijarê de çalakvanên bajarokê Qeladizê ji Rojnews’ê re axivîn.

Çalakvan Ebdul Qadir Ehmed di derbarê biryara KCK’ê de diyar kir ku karekî mirovî û exlaqiye û wiha got: “Ger rewşek wiha wek ya li Tirkiyeyê li pêşiya dewleta tirk derketiba, wê du caran zêdetir zererê gihandiba gelê kurd. Lê KCK’ê bi vê biryara xwe nîşanî tevahî cîhanê da ku têkoşer û aştîxwaze û daxwaza jiyana hevbeş dike.”

Ebdul Qadir Ehmed her wiha da zanîn ku tevî biryara rawestandina çalakiyan a KCK’ê ya ji ber erdheja bandora xwe li bakurê Kurdistan, Tirkiye, rojavayê Kurdistan û Suriyeyê kirî jî, dewleta tirk dagirkerî û hovîtiya xwe berdewam dike, heta çekên kîmyawî li dijî gelê kurd bikartîne ku armanca wê tunekirina gelê kurd e.

Çalakvanek din ê bajarokê Qeladizê Elî Qadirî derbarê heman mijarê de destnîşan kir ku helwesta KCK’ê, helwestek mirovî, exlaqî û şoreşgeriye û wiha domand: “Sîstema KCK’ê sîstemek aştiyane û jiyana hevbeş a gelane. Lê rejîma faşîst a Tirkiyeyê bi awayekî nîjadperest nêzîkî gelê kurd dibe. Tevî ku KCK’ê biryara rawestandina çalakiyan girt jî, lê dewleta tirk a faşîst li ser nîjadperestiya xwe ya li beramberî şoreşger û gelê kurd israr dike.”

Elî Qadirî balkişand li ser rola PKK’ê ya di pêşengtîkirina ji aştiyê re û wiha axivî: “Bi dirêjiya dîrokê, PKK’ê hertim pêşengtî ji rêya aştiyê re kiriye û gelek caran şer rawestandiye. Her carê dewleta tirk a dagirker agirbest şikandiye, ji ber ku desthilatdariya dewleta tirk bingehê xwe ne li ser aştî û jiyana hevbeş, li ser şer avakiriye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar