Li gorî agahiyan, beriya niha bi demekê li mala berpirsê berê yê Fermangeha Parêzvanên Eniya Tirkmen Tahir Îsmaîl ya li taxa Zubatî ya li Kerkûkê teqînek çêbûye.
Heman çavkaniyê ragihand ku Tahir Îsmaîl destpêkê bi giranî birîndar bûye û li nexweşxaneyê miriye.
Nehat zanîn bêka teqîn ji ber çi çêbûye. Derbarê bûyerê de polîsan lêkolîn da destpêkirin.