Endamê Meclîsa PJAK’ê Amed Şaho, li ser Radyoya Gel tevlî bernameya Lapere bû û şoreşa Îran û rojhilatê Kurdistanê ya ku 6 mehan li pey xwe dihêle û êrîşên hovane ên dewleta Îranê ku heta niha berdewam dikin, nirxand.
Ji bo têkbirina şoreşa Jin, Jiyan, Azadî, dewleta Îranê berê xwe dide rêbazên şîddetê û êrîşên li ser gel zêde dike. Hûn van êrîşên dewletê çawa dinirxînin?
Şîddet taybetmendiyeke netewe dewletê ye. Dewleta Îranê jî formeke netewe dewletê ye. Dewleta Îranê bi bikaranîna çek, girtin, revandin, kuştin, bêkarhiştin, teror û pir rêbazên dîtir, êrîşî civakê dike. Li aliyekî din, giranî dide şerê taybet û li ser esasê reşkirin, berovajî kirin, dizî û derewan, siyasetekê dide meşandin ku ev hemû karakterê dewletê ne. Dewlet bêyî vê karakterê nikarin li ser civakan serweriyê bikin. Dewleta Îranê ku ji şoreşa sala 1979’an ve hatiye ser desthilatdariyê, bi vê karakterê xwestiye serweriya xwe li ser civakê ava bike. Ev taybetmendiyên sereke yên vê dewletê ne. Civak heta îro bi hemû hêza xwe ve, li hember dewletê bûye. Pêwîstiya dewletê bi civakê heye, ne pêwistiya civakê bi dewletê. Ji ber vê formulê, dewleta Îranê dixwaze bi zorê hegemoniya xwe li ser civakê ava bike. Ji bo serwerkirina hegemoniya xwe hîn di destpêka şoreşa gelan a Îranê de, ji bo ji rêderxistina şoreşê, bi taybet li hember ên ku pêşengtî ji şoreşê re kiribûn, bikaranîna zorê hat esas girtin û atmosfereke pir dijwar a tirsê li ser gelan ava kirin. Dewlet her ku çû ev berfireh kir û bi sêdare, komkujiyên ku li Kurdistanê dan destpêkirin û kiryarên nediyar, xwest tovên serîrakirinê bi tevahî ji holê rake. Lê gel dîsa jî qebûl nake û dizane ku cihê ku dewlet heye, li wir qeyran heye, bêçaretî heye, demokrasî tê binpêkirin, azadî nîn e. Ev jî hemû li dijî xwezaya gelan e. Xwezaya civakan e ku wan diparêze û wan li ser piyan digire. Şoreşa ku niha li Îran û rojhilatê Kurdistanê tê meşandin, ji binî ve dewleta Îranê hejand û ji bo vê ewqas hovane êrîş dike. Dewlet tirsiyaye.
Serweriya desthilatdariya dewletê hejiya. Gel ji van rastiyên dewletê agahdar e. Em vê dikarin di nimûneya hilbijartinên serokkomariyê de bibînin. Jiber ku gel dizane ku hilbijartin di dewleta Îranê de tenê demokrasiyeke şeklî ye, gel neçû ser sindoqan û hilbijartin hat protestokirin. Gel vê dewletê qebûl nake, heta red dike. Ji ber vê îro dewlet bi zorê dixwaze xwe bide qebûlkirin. Ev jî tê wateya ku civak talan, bêkarî, kuştin, dizî, revandin, îdam û kuştina jin û ciwanan, ji bo xwe qebûl bike. Lê em dibînin ku gel vana qebûl nake û şoreşa Jin, Jiyan, Azadî li dijî van siyasetan pêş ket. Gel li dijî zorê rabû. Heta roja îro gel li dijî vê zoriyê xwe diparêze û mafê xwe yê rewa dixwaze. Ê ku ne rewa ye, ev dewlet bi xwe ye. Zor, tiştekî dij mirov e.
Eger ku dewleta Îranê di van rêbazan de israr bike, şoreşa Jin, Jiyan, Azadî çawa dikare van derbas bike?
Ev şoreş bi gotina Jin, Jiyan, Azadî wate li xwe bar kir. Ev sê peyv wateyeke xwe ya felsefî û dîrokî heye. Naveroka xwe tijî ye. Ev peyv mîna ronahiyekê bûne rênîşanderên civakê û rênîşanderên vê şoreşê. Jin pêşengtiya vê şoreşê dike û ev bi serê xwe peyamekê dide. Ev jî di hundirê xwe de rastiyekê îfade dike, rastiya ku ev şoreş li dijî karakterê dewletê ye. Ev şoreş li dijî ew derewên ku bi zorê xwestine bikin rastiyên civakê, li dijî wan ferzkirinan disekine. Dewleta Îranê mirina hêdî hêdî (merga tedrîcî) li ser kesayetên civakê ferz dike. Ev mirin di sîstema perwerdeyê de hatiye sîstematîzekirin. Dixwazin bi van mekanîzmayan takekesên bê îrade, mejiyekî pasîf, bêhêvî, bê siyaset û ji hebûna xwe bêzar ava bikin. Ev dirûşme, li dijî vana disekine. Ev dewleta ku bi rêya lawazkirina jin û berovajîkirina heqîqeta hebûna jin, dixwaze xwe li ser civakê bisepîne, bi pêşengtiya jin a şoreşê, hate pûçkirin. Gelekî ku hatiye bêîradekirin, neteweyeke ku hatiye bê îradekirin, îro em dibînin ku xwedî îrade ye. Li dijî vê dewletê radibin. Di sînorên Îranê de, jiyan li mirovan hatiye heramkirin. Tê de aramî nîn e, ewlehî, azadî û parastin nîn e. Mirov ji mafên xwe yên bingehîn bêpar hatine hiştin. Civakeke heta hestiyên xwe, bêewlehî maye, bêdadperwerî û bêwekhevî maye. Ev dirûşmeya jin jiyan azadî vana hemûyan pûç dike. Dewlet bingeha xwe zihniyeta zilamsalarî ye. Lê ev şoreşa ku bi rê ve diçe ku nûnertiya heqîqeta civakê dike, karakterê xwe bi her awayî dijberî vê ye. Dewlet li dijî azadî û demokrasiyê ye. Dewlet koletiyê çêdike. Ev em di rewşa jin û ciwanên civakê de berçav dibînin. Di pêkhateyên gelan de jî wekî kurd, belûc û azerî û rewşa wan de, em dibînin. Ev zihniyetek e ku gel û takekes pê hatine perwerdekirin. Bi vê dirûşmeyê, şoreşeke zihnî pêk hat ku vana hemûyan serûbin kir. Şoreşeke wijdanî û exlaqî di civakê de pêk tê. Bê guman ev metirsiyeke ji bo dewletê ji ber ne li gor daxwaza dewletê ye. Di van çend mehan de em dikarin bêjin ku guhertinên dîrokî li Îran û heta li herêmê rû dan. Jiber ku şoreş bi jinên kurd û gelê kurd hat destpêkirin. Li Îran û welatên derve bi kurdî dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî tê berzkirin. Bi vî awayî şoreş belav dibe û xwe fireh dike.
Pêşengtiya vê şoreşê gelê kurd dikin. Ev jî demokrasîxwazî û azadîxwaziya gelê kurd dide nîşandan. Gelê kurd, pêşengtiya şoreşa Rojhilata Navîn, lê ne tenê vir jî, pêşengtiya şoreşa cîhanê û mirovatiyê dike ku Rêber Apo ji berê ve ev pênase kiriye. Gelê kurd êdî Neteweya Demokratîk û sîstema konfederal gav bi gav ava dike. Bi taybet di bin pêşengtiya jin de tê avakirin. Di modela Neteweya Demokratîk de, jin weke cinsê duyem nayê nirxandin, jin esas e. Neteweya Demokratîk ciwanan, gelan û ên ku her dem hatine paşçavkirin, esas digire û bi van re şoreşê pêş dixe. Em bawer dikin her ku biçe wê germahiya vê şoreşê bi pêşengtiya Rêber Apo, gelê kurd, berxwedêr û jin û ciwanan berfirehtir bibe û wê sînorên desthilatdarî û dewletê tengtir bike.
Dewleta Îranê çima bi taybet êrîşî jin û ciwanan dike?
Dewlet bixwe di bingeh de mîna penceşêrê ye ku bûye belayeke serê mirovatiyê. Li ku hebe, li wir nexweşî heye, çavkaniya pirsgirêkên civakî ye û wan nexweşiyan belav dike. Dewlet bi xwe mirin e. Lê jin jiyanê dixwaze. Dewlet dema ku dikeve şaneyên mirovan de, wan terkî mirinê dike. Ev jî bi taybet di rêjeya xwekuştina mirovan de diyar dibe, di rêjeya bêkariya ku bi zanebûn tê ferzkirin de diyar dibe, di rêjeya reva civakê ya ji welatê xwe û pir mijarên dîtir de diyar dibe. Dewlet dizê civakê ye. Mirovan bênasname dike. Bi zorê li şûna zimanê dayikê, zimanekî din ferz dikin. Li dijî kesên ku li hemberî vê radibin, ew beşên civakê ku qebûl nakin û pêşengtî dikin, dewleta Îranê ji van beşan nerehet e û ji wan aciz e. Ev ne mijareke roja îro ye û ne tiştek e ku van şeş mehan dest pê kiriye ye. Ji wexta ku ev dewlet hatiye ser desthilatdariyê ev hedefgirtin berdewam e. 12 sal berê li xwendingeha Şînawa a PÎranşar, bûyera ku hat jiyan kirin û bûyerên ku îro çêdibin, berdewamiya heman siyasetê ne. 29 xwendevan li wir hatin şewitandin ku di nav wan de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. Gelê kurd ji ber vana di ferqa rastiya dewletê de ye. Ev êrîşên ku niha li herêmên din, li ser gelên din pêk tên gelê kurd jê xerîb nîn e. Ji ber ku Kurdistan her dem navenda ceribandina van êrîş û siyasetan e. Jinên ciwan ên dibistana Drûdzen a li bakurê Îranê jî rastî vê siyasetê hatin, hatin şewitandin û jehrî kirin. Lê ya balkêş di vê pêvajoyê de ev êrîş bi sîstematîk tê kirin. Ev berê jî hatiye jiyankirin. Ên ku dijberî dewletê ne bi awayekî zincîrwarî hatine qetilkirin. Bi sedan mirov, bi sedan pêşengên kurd hatine şehîdxistin an bêbandor kirin. Ferqa herî mezin di vê şoreşê de çi bû? Ji temenê herî kêm, ji dibistana seretayî heta zanîngehê, beşdarbûna şoreşê ji aliyê jin û ciwanan ve pêk hat. Bi rakirina kefiyan, qetandina wêneyên Xameney û Xomeynî yên di pirtûkên medresê de, daliqandina posterên cuda cuda li ser navê şoreşê, berzkirina dirûşmeyên li dijî dewletê, beşdarbûna xwepêşandanan li kolanan, hişt ku dibistan bibe cihê geşkirin û berdewamkirina şoreşê. Ev bûn ên ku dewletê hejandin. Tişta kes nikarîbû bike ji dibistanan heta zanîngehan ve hat kirin û vê hêrseke pir mezin di dewletê de ava kir. Ev şoreşe ji kesên ji 7 heta 70 saliyê pêk hat. Dewlet li dijî vê çi dike? Van navendên şoreşê kir hedef û dest bi jehrî kirina zincîrwarî kir.
Ev plan ji aliyê dewletê ve tê pêşxistin. Dewlet ji xwendevanan tola xwe radike. Bi taybet jî êrîşa ku li ser jinan tê pêşxistin, bi qestî tê kirin. Vê şoreşê guhertinên cidî di civakê de ava kir. Helwesteke mezin ji aliyê jinan ve çêbû, ev jî bi tevahî berovajî felsefe û îdeolojiya dewletê ye. Ev êrîşên dewletê tu ferqa xwe ji êrîşên DAIŞ’ê yên li dijî jinan nîn e. Dixwazin atmosferekê ava bikin ku jin ji dibistanan dûr bixin ku li pey zanistê negerin û hişyar nebin. Dibistan pênaseyek e nû di şoreşê de peyda kir. Berê dibistan cihê zextê bû, cihê kolekirin û helandinê bû. Cihê çêkirina jin û mêrê dewletê bû. Lê roja îro bû cihê avakirina kesayetên pêşeng û şoreşger. Bi vî awayî dibistan bûn navenda şoreşê, ji ber vê dewleta Îranê ewqas hovane êrîş dike ji bo ku gav paşde biavêjin û tirs belav bibe. Pêwîst e berpirsên van bûyeran werin zelalkirin û ji aliyê gel ve werin darizandin. Muxatebê sereke ê van kiryaran, dewlet e. Dewlet nema dikare bi sûcbarkirina kesan di bin navê ‘dij şoreşê’ de, kiryarên xwe veşêre. Dewlet dixwaze gel bixapîne û siyaseta xwe bi encam bike. Dewleta Îranê her tiştî di bin kontrola xwe de digire. Eger înternet digire û sansur dike, eger besîc û sipa ewqas di asta navxweyî de serwer in li Îranê, çima dewlet nikare berpirsên van bûyeran zelal bike? Ne gengaz e ku nikare. Bê guman di vir de berjewendiyên dewletê li holê ne. Jin û xortên xwendevan ji bo ku van bûyeran zelal bikin, pêwîst e zexta li ser dewletê zêde bikin û bi xurtkirina çirûska şoreşa jin jiyan azadî van siyasetan pûç bikin.
Dewleta Îranê rojevan ava dike, bi taybet jî di demekê de ku em nêzî 8’ê Adarê û Newrozê dibin. Xwendevan çawa dikarin van derbas bikin û rojevên esasî yên civakê serwer bikin?
Pêwîst e gel hişyar be, bi taybet jin û xwendevan nebin lîstokê siyaseta hin hêzan. Ji ber ku pir alî hene ku dixwazin li ser vê îradeya ku derketiye holê, siyaset bikin. Ev hêz li pey desthilatdariyê ne. Pêwîst e gel rojevên xwe yên sereke biparêze û rê nedin ku ew rojev ji rê derbikeve. Rojeva sereke Jin, Jiyan, Azadî ye. Ev rojev ne tenê rojeva xwendevanan e. Ev rojeva gel e. Ferq nake kîjan gel be. Dibe ku gelên din jî ji xwe re esas bigrin. Ev 50 sal in ku şoreşek di vê rêyê de dimeşe. Ev berxwedanî li çiyayên Kurdistanê û li Îmralî digihîje lûtkeyê. Rojeva gel diyar e. Dixwazin mafên xwe yên bingehîn bi dest bixin, zincîrên koletiyê bişkînin û dawî li vê dewleta tarî bînin. Dirûşmeyên ku tên bilindkirin di vê çarçoveyê de girîng û pîroz in. Ev dirûşme pêşiya şoreşê ronî dikin. Di nav şêlûbûna ku dewlet dixwaze ava bike de, gel gav bi gav ber bi serkeftinê ve diçe. Pêwîste yekemîn, gel yekîtiya xwe çêbike û îradeya hevbeş pêş bixe, xwe ji nakokî û parçebûna bi salan ku wekî siyaseta dewletê hatiye ferzkirin, biparêzin. Xwendevan û pêkhateyên cuda yên civakê pêwîst e hêza xwe ya parastina cewherî ava bikin, însiyatîfa parastinê bixin destê xwe. Nabe ku parastin ji desthilatdariyê were hêvîkirin. Dewlet bixwe çavkaniya bê ewlebûnê ye. Gel pêwîst e bi xwe xwe biparêze. Ya duyemîn, pêwîst e gel perwerdeyê pêş bixe. Heta niha bi navê bav her tişt derbas dibû. Lê ya ku demokrasî, azadî û jiyanê diafirîne û tîne, jin e. Rêber Apo vê sedsalê weke ‘sedsala jinan’ bi nav dike. Pêvajoya ku giştî jî bi rê ve diçe vê gotinê piştrast dike. Ev şoreş nabe ku bê xwedî were dîtin. Felsefeyek û paradîgmayek li pişt vê dirûşmeyê heye. Li ser esasê vî fikrî dikarin berxwedaniyê bilind bikin. Pêwîst e hemû dibistan, ji pola seretayî heta zanîngehê, bi mekanîzmayeke hevbeş têbikoşin û xwe bi rêxistin bikin. Divê li hemberî yên ku xwediyê zihniyeteke desthilatdariyê ne, dixwazin li ser enerjiya ciwanan siyaseta xwe bidin meşandin, li gor berjewendiyên xwe bi kar bînin û her hêzeke ku koletiyê ferz dike, pêwîste azadiya xwe bixin garantiyê.
Li girtîgehan jî êrîşên cuda pêş dikevin ku bi taybet destdirêjiya li ser jinan zêde bûye, hûn vê çawa dinirxînin?
Ev dewlet bi binpêkirina mafê mirovan temenê desthilatdariya xwe dirêj dike. Tu zindiyek li Îranê bi ewle nîn e. Kesek nikare xwe ji siyaseta dewletê biparêze. Bendewarî ji dewleteke wiha nayê kirin. Lê gel teslîmî vê siyasetê nabe. Ji bo ku dewlet hegemoniya xwe biparêze her tiştî dike. Yek ji meydanên ku herî zêde jî siyaseta xwe dide meşandin, girtîgeh e. Girtîgeh mekanek e ji bo şikandina îrade, teslîmgirtin û terbiyekirina mirovan e. Bi avabûna tevgera Apoyî li rojhilatê Kurdistan û Îranê, girtîgeh veguherîn cihê têkoşîn û berxwedana li dijî dewletê. Bi kesayetên wekî Ferzad Kemanger û Şirîn Elemhulî, bi îradeyeke ji pola ku teslîm nabe, hişmendiya dewletê derbe xwar. Li Îranê cihê herî bi xof, girtîgeh tê dîtin. Kî/ê biçe girtîgehê, fatîha li ser tê xwendin. Wekî ku ew mirov venagere tê nirxandin. Eger vegere jî, saxlem venagere, ew mirov têk diçe. Di pêvajoya şeş mehên şoreşa Jin, Jiyan, Azadî de, pir kes hatin girtin. Di van girtinan de mirov rastî tecawizê hatin. Îşkenceyek pir hovane hat kirin. Di bin navê Îslama siyasî de ev hatin kirin. Di Îslama çandî de rewabûna van kiryaran nîn e. Pir jin û xort xwe kuştin ji ber vana. Ewqas bê exlaqî tê kirin ku mirov ranakin dema ku ji girtîgehê derdikevin, xwe dikujin. Li girtîgehan dewlet bi her awayî dikare siyaseta xwe pêk bîne. Îtîrafa îcbarî, veguhestina zêde, êrîşa li ser malbatên girtiyan eger li van kiryaran were zêdekirin, asta hovîtiya dewletê radixe ber çavan. Herî zêde jî dixwazin kesên girtî bidin poşmankirin. Lê sûcdar dewlet e, pêwîst e dewlet poşman bibe û efû ji gel bixwaze. Ev êrîş hemû li hember şoreşê tên kirin ji bo ku gel bitirse. Bi sêdare û destdirêjî tirs ava dikin. Lê gel dest berneda û ev jî bê bandorkirin. Pêwîst e dewlet dest ji van siyasetên li ser girtîgehan berde. Dewlet bi heqîqeta vê şoreşê dilîze. Pêwîst e li şûna van, di lêgerîna çareseriyeke aştiyane û demokratîk de be. Bi taybet jî pêwîst e sêdare bi dawî bibin. Kesên ku bi sêdarê hatine cezakirin pêwîst e werin azadkirin. Bi van gavan encex mirov bêje ku şoreş encam digre.
Kampanyaya KODAR û PJAK’ê ya ‘na ji bo sêdare, erê ji bo demokrasî’ heta çi astê dikare ji bo civakê bibe bersiv?
Me wekî rêxistin beriya ku pêvajoya heyî dest pê bike, metirsiyên heyî ferq kiribû. Ji bo çareseriya pirsgirêkên civaka Îranê me proje û pêşniyar pêş xistibûn. Me kampanyayek bi vî rengî ragihand. Şoreşa ku niha heye di esas de xwedîderketineke li vê kampanyayê ye. Gel demokrasiyê dixwaze ji bo ku xwe bi rê ve bibe û çarenûsa xwe diyar bike. Gelên Îranê dixwazin xwe bi rê ve bibin, çarenûsa xwe diyar bikin. Hemû beşên civakê dixwazin ku ev navendparêzî bi dawî bibe. Dixwazin hejarî, bêkarî, sêdare, kuştina kolber û asîmîlasyon bi dawî bibe. Em dixwazin ku dewlet pirsgirêkên civakê çareser bike. Netewe û gelên Îranê werin naskirin û mafên wan werin dayîn. Gelê kurd li Îranê hebûnek e. Wekî neteweyeke parçe tê dîtin, neteweyeke ku pêwîst e her tim bi zorê were tepisandin û bêdengkirin. Tişta ku mirov pê kêfxweş dibe ew e ku gelên Îranê hemû bi dirûşmeyên xwe daxwaziya xwe ji bo demokrasiyê didin diyarkirin. Ev bi xwezayî tê wateya na ji bo îdam û na ji bo zihniyeta dewletparêz a 7000 salan. Na ji bo teftîşî eqayet. Na ji bo gelê yekemîn û duyemîn an jî cinsê yekemîn û duyemîn. Ev hemû hatin derbaskirin. Berê ji bo jinan siwarbûna li bisiklêtan dihat nîqaşkirin, çûyîna stadyûman dihat nîqaşkirin, xwendina wê dihat nîqaşkirin, kar bike an kar neke dihat nîqaşkirin. Ev şoreş wê demokrasiyê bîne Îranê. Demokrasî kilîla çareseriya hemû pirsgirêkên Îranê ye. Zilm û zorî bi dawî kirin, bi bidawî kirina sêdareyan ve gengaz e. Eger li vir gaveke cidî were avêtin, wê piştre gavên din jî werin avêtin. Roj li Rojhilat hiltê. Lewma azadî û demokrasî careke din li vir hiltê. Rêber Apo mîna rojê ye, Rojhilata Navîn bi şoreşê dubare ronî kir. 8’ê Adar û Newroz pêwîst e bi coşa şoreşê werin pîrozkirin. Ev 8’ê Adar û Newroza îsal pêwîste bibe vejîna gelan, ciwan û jinan.