Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Salı - 1 Ekim 2024

HPG: Em fermandarê xwe Şahîn Şaho bi rêzdarî bi bîr tînin

HPG'ê fermandar Şahîn Şaho di salvegera şehadeta wî de bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Bi tevlîbûna xwe ya bêfikar û bi biryar, ji hevrêyên xwe re bû mînakek milîtaniya mezin a Apoyî."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya li ser mijarê bi vî rengî ye:

“Hevrêyê me Şahîn, dema ku li herêma Gabarê ya Botanê bi erka xwe radibû, di 6’ê Adara 2013’an de ji aliyê sîxurekî ve bi komployê hate şehîdxistin. Piştî vê bûyerê sîxur hate girtin, lêpirsîna wî hate kirin û piştî ku hate tespîtkirin bi zanebûn hevrêyê me Şahîn şehîd xistiye û li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê me sûcên cuda jî kiriye, hate cezakirin. Hevrêyê me Şahîn di sala 2013’an de di demeke welê de bi komployeke nemerdane şehîd hate xistin ku hêzên me dest bi vekişîna ji Bakurê Kurdistanê kiribûn û gelek ciwanan berê xwe didan nava refên gerîla. Lewma şehadeta hevrêyê me nekarî di dema xwe de ji malbata wî ya hêja û gelê me yê welatparêz re bê ragihandin. Em hevrêyê xwe Şahîn di salvegera şehadeta wî de bi rêzdarî bi bîr tînin, soza ji bo mezinkirina têkoşînê û dilsoziyê ya ku me dane şehîdan dubare dikin, sersaxiyê ji malbata wî ya hêja û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Agahiyên berfireh ên li ser nasnameya hevrêyê me Şahîn Şaho bi vî rengî ye:

Nasnav: Şahîn Şaho
Nav paşnav: Mehmet Saît Guneş
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Pakîze-Alî
Dem û cihê şehadetê: 6’ê Adara 2013’an / Gabar
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar