Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Çareseriya tevahî pirgirêkan pergala KCK û Kurdistana mezin e’

Siyasetmedar û Endamê KNK’ê Dr. Kamûran Berwarî got: “Peyama birêz Cemîl Bayik xwedî giringiyek siyasî, neteweyî û demokratîk e. Bangawaziyê bandor li ser Amerîka, Yekitiya Ewrupa, NATO û raya giştî kir. Divê berî her kesî birêz Mesud Barzanî, Bafil Talebanî û serokwezîrê Herêma Kurdistanê werin ser xet û peywendiyên li gel Qendîlê berdewam bikin û hewl bidin.”

Di 6’ê sibatê de 2 erdejên bi pileya 7.6 û 7.7 li Bazarcixa Mereşê ya bakurê Kurdistanê ku navenda erdhejê bû pêkhat. Erdhejê bandora xwe li gelek bajarên bakurê Kurdistan, Tirkiye û Suriyeyê kir.

Piştî karesata erdhejê 2 rojan, Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ji ber erdhejê banga rawestandina hemû çalakiyên li çiya û metrepolan kir. Li ser banga KCK’ê, Navenda Fermandariya NPG’ê biryara rawestandina çalakiyan kir ku heta dijmin êrîş neke çalakî nayên li darxistin.

Tevî biryara rawestandina çalakiyan jî dewleta tirk a dagirker bi hemû hovîtiya xwe ve, rojane bi dehan caran qadên Berxwedanê bombebaran û kîmyabaran dike. Dewleta tirk a dagirker li şûna ku hemû derfetên xwe ji bo rizgarkirin û çareserkirina birînên erdhejê yên welatiyên xwe bikarbîne, di şerê li dijî gelê kurd de ji bo tunekirina gelê kurd bikartîne.

Her wiha Hevserokê KCK’ê Cemil Bayik di hevpeyvînek nû ya xwe de wiha ragihand: “Ger îradeyek bi hêz hebe, di asta dewleta tirk û civaka navneteweyî bi taybet ji aliyê Amerîka ve, em jî amadene ji bo çareseriya aştiyane.”

Siyasetmedar û Mamostayê Zanîngeha Dihokê heman demê de Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Dr. Kamûran Berwarî di derbarê banga Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ya ji bo çareseriya aştiyane û rawestandina şer de ji Rojnews’ê re axivî.

Dr. Kamûran Berwarî balkişand li ser peyama Hevserokê KCK’ê birêz Cemîl Bayik û wiha axivî: “Peyama birêz Cemîl Bayik xwedî girîngiyek siyasî, neteweyî, mirovî û demokratîke . Ev her du peyam dikare ji bo tevahî Rojhilata Navîn bi taybet li Kurdistan û Tirkiyeyê, bibe bingehê jiyan, siyaset û stratejiyek nû. Ger Tirkiye bixwaze ji şer û kuştinan rizgar bibe, xwînrijandinê rawestîne û demokrasiyê li Tirkiyeyê xwecih bibe, pêwîste dewleta tirk bi desthilat, muxalefet, parlamen û gelê xwe ve bersiva bangawaziya birêz Cemîl Bayik bide.”

‘Divê serok û partiyên herêmê peywendiyên bi Qendîlê re berdewam bikin’

Dr. Kamûran her wiha qala rola Amerîka û welatên NATO’yê di pêkanîna bangawaziya birêz Cemîl Bayik de kir û wiha pê de çû: “Erkê dikeve ser milê Amerîka, Yekitiya Ewrupa, NATO û raya giştî li ber bangawaziya birêz Cemîl Bayik hatine û xwedî lê derketine. Ger ku li Rojhilata Navîn aramî û aştiyê bixwazin, divê hevkariya KCK, gerîla û Tevgera Azadiyê bikin. Ji ber ku kurd kilîta herêmê ye, bê kurdan ne şer çêdibe ne jî aştî. Aştiya li bakurê Kurdistan û beşên din yên Kurdistanê, ji bo başûrê Kurdistanê girîngiya xwe heye. Çarenûs û pêşeroja herêm, hikûmet û partiyên siyasî yên li başûrê Kurdistanê bi PKK, KCK û Tevgera Azadîxwaziya Kurdistanê ve girêdayî ye. Ji ber wê divê ji beriya her kesî birêz Mesud Barzanî, Bafil Talebanî û serokwezîrê Herêma Kurdistanê werin ser xet û peywendiyên li gel Qendîlê berdewam bikin û hewl bidin.”

‘Qonaxa yekem a aştiyê şikandina tecrîdê ye, qonaxa duwem azadiya fîzîkî a Rêber Ocalan e’

Dr. Kamûran Berwarî di dawiyê balkêşa ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan û got: “Gava destpêkê ya ji bo aştiyê were avêtin, di qonaxa yekem de tecrîda li Îmraliyê li ser Rêberê Ocalan tê kirin rakirine, qonaxa duwem jî rizgarkirina Rêber Ocalan e. Di encamê de gelê kurd û tirk bi piştevaniya Ewrupa û Amerîkayê sîstemek aştiyane li Rojhilata Navîn ava bikin. Li ser bingehek exlaqî, wijdanî û mirovî pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bikin. Ger ku Erdogan bi siyaset, zihniyet û dîktatoriya xwe ya niha berdewam bike wê çarenûsa gelên li Tirkiyeyê ne diyar be. Her wiha ji Erdogan û partiya wî re jî dibêjin, ev siyasetê xizmeta we bi xwe jî nake, wê bibe sedema tunebûna wan. Ji bo wê divê destê aştî, biratî, azadî û demokrasiyê dirêjî KCK’ê bike. Ji ber ku şer bi aliyek tê kirin, lê aştî bi her du aliyan. Ji bo wê divê her aliyek ji bo aştiyê xebat bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar