Amedspor dawiya hefteyê çû deplasmana Bûrsasporê, lê belê êrîşên nijadperestî lê hatibû kirin.
Tîma Amedsporê li Amedê vegeriya û li balafirgehê ji ailyê bi hezaran kesî ve hate pêşwazîkirin.
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Amedê Hayrettîn Altûn, Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amedê Zeyyat Ceylan û Gulistan Atasoy, parlamenterên HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, Dersim Dag û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl jî tevlî pêşwaziyê bûn.
Girseya gel li ber zurnê govend gerand û tîma xwe bi coş pêşwazî kir. Strana “Dîren ha Diyarbekir” hat gotin û dirûşmeya “Amed bi we serbilind e” hate berzkirin.
Di vê navberê de Komeleya Alîgirên Amedsporê daxuyaniyek weşand û destnîşan kir ku wê tu carî tawîzê nedin.