Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Bi felsefa Rêber Apo azadiya Jinan misoger dibe

Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ)’ê anî ziman ku; "Bi felsefa Rêber Apo serkeftin û azadiya Jinan misoger dibe. Werin em bi hevre ji bo 8. Adarê derkevin qadan û bi şîara Jin, Jiyan, Azadî dengê xwe bilind bikin."

Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a cîhanî daxuyaniyek da.

Di destpêka peyamê de hate bibîrxistin ku jinên azadîxwaz li qadan e û hate gotin, “Em jin bi reng, deng û tilîliyên xwe li her qadê bi dirûşma ‘Bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi Şoreşa Jinan ve’ ala têkoşînê bilind dikin.”

SMJÊ diyar kir ku ew bi coş û kelecaneke mezin 8’ê Adarê pêşwazî dikin û wiha dewam kir: “Em ê dakevin qadan û bi ruhê berxwedana Jinên Êzidî li Şengalê bersiv bidin xwediyên zihniyeta desthilatdar û em ê bikin ku ji ber hêrsa Jinan bifetisin. Em ê bi biryardariya xwe, bi vîna xwe û bi helwesta xwe, bikin ku pergala faşist û zihniyeta desthilatdaran, textên wan biheje û hilweşin.

Jinên hêja, serbilind û bi rûmet, mixabin ji aliyê din ve em wek Jinên Êzidî gelek xemgînin ku hîna jî hejmarek bilind, jin, zarok û mirovên me , di destê dijminê mirovahiyê de dîlgirtî ne. Ew hê jî li benda rizgarkirinê ne. Bi taybetî em 8’ê Adarê li jinên dîlgirtî pîroz dikin û dibêjin, em bi ked û xebata xwe ji bo rizgarkirin û azadiya wan her têdikoşin.

Em hemû jinên pêşeng, têkoşer û leheng, ên mîna Rosa Luxenburg, Sara di serî de, dîsa ji Binevşan, Haceran, Xanê Sîpan, heta Arîn,  Sêvê, Nûjiyan, Nagihan, Nazê, Axîn, Lava, Laleşan, Evînan û herî dawî Jîna Eminî, bi hezaran Şêrejinan di oxira azadiyê de canê xwe feda kirine û em gîhandine van rojên ronahî.

Bi saya wan îro em bûne yên xwe. Em dibêjin hezar silav li wan Xwedawendên hemdem be, ewin ên ku îro jiyana civakê li ser esasê exlaqê nûjen ava dikin. Jin wê kuç û kolanan bi xemlînin û bihejînin. Jin wê ji zihniyeta dagirker û kujer re bibêjin êdî bese. Ji desthilatdariya we ya zorbaz, kedxwar û talanker re. Êdî dora hesab pirsînê dora meye. Êdi em koletiyê qebûl nakin. Emê bi îrada xwe ya xweser biryara xwe bidin û jiyanek bi rûmet bi meşînin.

Silav û hezar silav ji berxwedana Jinan re, çi li deştê, çi li çiyê û çi li zindanê. Jin wê bi berxwedana xwe, pergala desthilatdaran têk bibin û aşitî, aramî û azadiya civakê bidin avakirin. Emê bi ronahiya felsefa Rêber Apo, heta dawî mafê xwe biparêzin û teqez bi serbikevin.

Bi felsefa Rêber Apo serkeftin û azadiya Jinan misoger dibe. Bi têkoşîna Jinan, ber bi jiyanek wekhev û aştiyane ve. Werin em bi hevre ji bo 8. Adarê derkevin qadan û bi ş’iara jin, jiyan, azadî dengê xwe bilind bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar