Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:
“Êrîşên artêşa tirk a çete ên li ser herêmên me dewam dikin. Agahiyên berfireh ên li ser êrîşan wiha ne:
6’ê adarê li qada Girê Ortê ya Metîna, li qadên Girê Şehîd Kamûran, Girê Şehîd Heqî û derdora Çemê Lolanê yên li Xakurkê û li qadên berxwedanê yên Sîda û Çemçoyê çeperên me yên berxwedanê bi obus, hawan û çekên giran 79 caran hatin bombekirin.”