Erdhejên Mereşê yên di 6’ê sibatê de çêbûn, bandor li 11 bajaran kirin. Di erdhejan de nêzî 50 hezar mirov jiyana xwe ji dest dan û bi sedhezaran mirov birîndar bûn. Ji her çar aliyê cîhanê ji bo bajarên ku ji ber erdhejê serobino bûne kampanyayaên piştevaniyê didomin. Heyva Sor a Kurdistanê jî kampanyaya alîkariyê da destpêkirin. Heyva Sor a Kurdistanê ku alîkariya lezgîn şandin herêmên erdhejê, alîkariyên ku berhev kirine ji herêmên erdhejê re dişîne.
Alîkariya madî
Berdevkê Heyva Sor a Kurdistanê Mûrat Vargun, têkildarî kampanyaya alîkariyê ya ku piştî erdhejên Mereşê dane destpêkirin axivî. Vargun bilêv kir ku navenda kampnayaya wan bakurê Kurdistanê, Sûriye û Tirkiye ye û got ku di vî warî de alîkariyên madî berhev dikin. Vargun da zanîn ku ew û saziyên li Ewropayê bi hevkarî dixebitin û got: “Heya niha me milyon û 800 hezar euro alîkarî şandiye. Me milyon û 500 hezar euro ji bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û 300 hezar euro jî ji Rojava û Sûriyeyê re şand. Ev alîkarî gihîştin herêmên erdhejê.
Bi her awayî wê piştevanî bidome
Vargun diyar kir ku li bajarên Bakur komîsyonên wan û li Rojavayê jî komeleyên wan hene û wiha domand: “Me li Bakur ewilî cihên mayinê û zexîre peyde kirin. Ev xebata me hê jî didome. Piraniya mexdûrên herêmê çûne herêmên cuda. Hevalên me ji bo ên çûne herêmên cuda jî dixebitin. Li van deran pêwistiyên wan ên sereke peyde dikin. Em jî li Ewropayê kampanyaya xwe ya alîkariyê didomînin. Em alîkariyên tên ji herêmên erdhejê re dişînin. Dê alîkarî bidomin. Ya çêbû karesateke gelekî mezin e û birîneke ku dê bi salan bidome. Mirov ancax piştî demeke dûr û dirêj vegerin jiyana xwe ya berê. Lewma xebatên me jî ji bo demeke dûr û dirêj in.”
Alîkariyame şand ji aliyê dagirkeran ve hatin astengkirin
Bi domdarî Vargun destnîşan kir ku ewilî pêwistiyên sereke peyde kirine û ev tişt anî ziman: “Pêdivî tim diguherin. Em jî li gor vê hereket dikin. Li Sûriyeyê bi taybetî Efrîn û Heleb hilweşiyan. Me roja ewil TIR’ên alîkariyê şandin vir, lê ji aliyê dagirkeran ve hatin astengkirin. Lewma me jî ji bêgavî berê xwe dan hin herêmên din. Niha xebatên me yên ji bo mirovên ji Şehba, Efrîn, Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hatine didomin. Her wiha xebatên me yên ji bo dermankirina birîndaran jî didome.”
Kampanyaya malbata xwişk û bira
Di berdewamê de Vargun bal kişand ser polîtîkayên koçberkirinê yên dewletê jî û got ku ev ne tiştekî nû ye. Vargun destnîşan kir ku ji bo ku erdhej nebe munasebeta vî tiştî dê xebatine me yên cuda jî hebin û wiha domand: “Bi taybetî li bajarên elewî û kurdan dê mirov bên koçberkirin. Lewma ji bo jinûveavakirinê em ê xebatên wekî avakirina bajarê ji konteyneran, selihandina xaniyên xesardîtî û malbata xwişk û bira bikin. Kampanyaya malbata xwişk û bira, dê bi vî awayî be; ji Ewropayê malbatek dê 2-3 salan alîakriya madî ya malbatekê bike. Niha xebatên me yên ji bo vê didomin. Em dizanin xebtaên em kêm in û dê nikaribin vê birînin bicebirînin. Lê qet nebe ji bo detspêkê, ji bo peydekirina pêwistiyên lezgîn girîng e. Ji bo mirov terka axa xwe nekin, divê em projeyên mayinde çêbikin.”
Banga jibo piştevaniyê
Vargun bilêv kir ku tenê ne ji Ewropayê ji çar aliyên cîhanê piştgiriya kampanyaya wan tê kirin û bang li hemû kesên hestiyar û xwedî wijdan kir ku alîkariya xwe bidomînin.
Hesabên ji bo alîkariyê ev in:
Heyva Sor a Kurdistanê e. V.
Wilhelmstr. 12
53840 Troisdorf
Kreissparkasse Köln
IBAN: DE49 3705 0299 0004 0104 81
BIC/SWIFT: COKSDE33XXX
www.paypal.me/heyvasorakurdistane
Fransa
Association Humanitaire Soleil Rouge – RojaSor
Tel: +33 (0) 180 89 42 67
E-mail: [email protected]
CIC TROYES HOTEL DE VILLE
IBAN: FR7630087335000002074770150
BIC/ SWIFT: CMCIFRPP
www.rojasorfrance.com
Swîsre
Kurdistan Roter Halbmond Schweiz (Croissant Rouge du Kurdistan Suisse)
Rue des Savoises 15, 1205 Genève
Banque Cantonale Vaudoise (Kantonalbank)
Konto N°: 10-725-4
IBAN: CH62 0076 7000 L543 3416 5
BIC/SWIFT: BCVLCH2LXXX
www.heyvasor.ch
Hollanda
Stichting Koerdische Rode Halve Maan (Heyva Sor a Kurdistanê)
Fokkerstraat 539 Links, 3125 BD Schiedam
Email: [email protected]
www.stichtingkrhm.nl
Swêd
Insamlingsstiftelsen Kurdiska Röda Solen
(Roja Sor a Kurdistanê)
Ankdammsgaten 33, 171 67 Solna
Tel.: +46 (08)-27 36 85
Email: [email protected]
Org nr. 802481-5782
SWISH:123 40 138 68
BANK GIRO: 5589-7672
IBAN: SE04 5000 0000 0537 4106 6753
BIC: ESSESESS
www.rodasolen.se
Awusturya
Roja Sor a Kurdistanê
Brünner Straße 130-134/3/8, 1210 Wien
Tel: 00 43 (0) 676 9126884
BAWAG
IBAN: AT751400003010314274
BIC : BAWAATWW
Konto No: 030 103 14 274
BLZ : 14 000
rojasor-osterreich.org
Îngîltere
Kurdish Red Moon (Heyva Sor a Kurdistanê)
Fairfax Hall 11 Portland Gardens London N4 IHU
E-mail:[email protected]
Registered Charity No: 10 93 741
Company No: 42 85 714
The Co-operative Bank
Bank Sort code: 089299
Bank Account No: 65863091
IBAN: GB55 CPBK 0892 9965 8630 91
BIC: CPBK GB22
www.heyvasoruk.org/
Norweç
Kurdiske Røde Halvmåne Norge (Heyva Sor a Kurdistanê)
Hausmanns gate 6 0186 Oslo / Norge
Tel: 0047 98 46 33 28
Organisasjonsnummer: 009124. 84734
VIPPS: 21957
DNB BANK ASA OSLO
Account/Hesap/Konto No: 1503 40 52953
IBAN: NO 15 1503 4052 953
BIC/ SWIFT: DNBANOKKXXX
Îtalya
Mezzaluna Rossa Kurdistan Italia ETS (Heyva Sor a Kurdistanê)
Via Forte dei Cavalleggeri,53 Livorno
Banca Etica
IBAN: IT53 R050 1802 8000 0001 6990 236
BIC/ SWIFT: ETICIT22XXX
www.mezzalunarossakurdistan.org
Belçîka
ASBL Croissant Rouge du Kurdistan-
Koerdische Rode Halve Maan VZW (Heyva Sor a Kurdistanê)
Gospertstr. 78
4700 Eupen
Tlf:0032 (0) 470 94 64 19
Numéro d’entreprise:465 073 725
BNP PARIBAS FORTIS
IBAN: BE04 0013 2448 9631
BIC/SWIFT : GEBABEBB
www.koerdischerodehalvemaan.be
Japonya
Kurdistan Red Moon – Heyva Sor a Kurdistanê
Saitama ken kawaguchi shi shiba shinmachi 8-22 Sanko build 501
Tlf: +81 90 2149 9979
JP BANK
Konto Nr:10100 – 56545271
https://www.facebook.com/Heyva.Sor