Li Êlihê Mûrat Atilgan bi çekê Tûba Atilgan (33) qetil kir, pê re zewicî bû û li ber cihêbûnê bûn.
Êrîş li Taxa Tilmerç li dijî Atilgan a ku li benda otobusê bû, hat kirin û li wir jiyana xwe ji dest da. Di dema êrîşê de guleyek li zarokek jin a 16 salî jî ket û ew birin nexweşxaneyê.
Cenazeyê Tûba Atilgan rakirin Morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê. Kujer Mûrat Atilgan hate destgîrkirin.