Li ser Şengalê bi armanca tunekirina sîstema demokratîk a Şengalê di çarçoveya rêze planên PDK’ê, dewleta tirk, bi hevkariya Iraqê dewam dikin. Piştî avakirina hekûmeta Iraqê û şikestina Mistefa Kazimî, Iraqê siyaseta xwe guhartiye. Nihe li Şengalê şerê çekdarî yê Iraqê li hember êzidiyan veguheriya siyaseteke nerim mîna ava di bin kayê re. Li himberî vê siyasetê rêveberiya xweser a Şengalê bi berfirehkirina sîstema Neteweya Demokratîk, tekoşîna xwe berdewam dike.
‘Operesyona Tolhildanê’
Di demên dawî de ji aliyê yekîneyên Taybet ê YBŞ’ê ve li dijî kesên ser bi MÎT û PDK’ê ve opresyonek a tolhildanê hat despêkirin û di necamê de gelek kes hatin girtin ku destê wan di xwîna pêşengên civaka êzidî de heye.
Di dema li xwe mikûr hatinên van kesa ji raya giştî re hatin parvekirin, rola PDK’ê di planên li ser Şengalê de hîn zelaltir dibû. Di vir de xuya dibe ji bo ku ev sîsteme Netewa Demokratîk li Şengalê de hatiye danîn ji bo rê li ber pêşketina wê bê girtin çi ji destê PDK’ê û dewleta tirk bê ew ê bikin.
Koçberên êzidiyan di bin zilma PDK’ê de
Civaka êzidî ku ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê koçberî başûrê Kurdistanê bûne, zêdetirî 8 salane di bin gef û îşkenceya PDK’ê de jiyan dikin, ji ber şerê taybet ku li ser wan tê meşandin, li ser Şengalê beşek ji wan bê hêvî bûne ku vegerin ser axa xwe. Lê beşekî din ji van êzidiyan taybet piştî ku ji aliyê ajanên MÎT û parastinê ve rastiya PDK’ê hat aşkerekirin, dest bi vegera li ser malên xwe kirin. Herwiha ji bo kampên koçberan bên valakirin û gel vegere ser axa xwe ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hewildanên cidî hene. Ji ber di nava salekê de gelek berpirsên welatan û saziyên navdewletî serdana Şengalê kirin û rewşa Şengalê ya ewlekariyê ji nêz ve dîtin û di vê çarçoveyê de bernameya vegera gel dan despêkirin. Di nava du mehên dawî de zêdetirî 200 malbat vegeriyan ser axa xwe.
Gel bi vegera xwe siyaseta PDK’ê vala derdixe
Her malbata ku vegera Şengalê û ji bin zilma PDK’ê rizgar bibe, hemû şerê taybet ê PDK’ê tê vala derxistin. Mirov dikare vegera Şengalê wek çalakiyeka bi hêz li dijî PDK’ê bigire dest. Malbatên vedigerin jî êdî dest bi avakirina jiyana xwe ya azad dikin û li derdora saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê kom dibin.
Ev kombûna li derdora rêveberiya xweser a Şengalê bi tu awayî li xweşa PDK’ê û dijminê civaka êzidî naçe ji ber wê jî çi ji destê wan tê dikin ji bo gel venagere ser axa xwe û pergela netewaya Demokratîk bihêz nebe.
Hedefgirtina pêşengên êzidiyan
Di serîde pêşengên civaka êzidî dikin hedef û di şexsê kesên weka Merwan Bedel, Pîr Çeko, Agir Cefrî û Şêrzad Şemo de koka pergalê dikin hedef. Di aliyê din ciwanên êzidî dikin dijminê koka wan û van ciwana ji beheriya wan dûr dikin. Her wiha dixwazin bê behweriyê di nava civaka êzidî de pêş bixin.
Hewildanên pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê
Ev êrîş piştî ku gelê Şengalê bi tekoşîna xwe rê li ber hevpeymana 9’ê Cotmeha 2020’an girtin li Şengalê pêş ketin. Di serdema hikûmeta Kazimî de êrîş bi curekî bûn ku bi hêza leşkerî dihatin ser civaka êzidî û dixwestin bi dare zorê vê hevpeyîmanê pêk bînin. Lê ji ber ku civka êzidî êdî biryara xwe ya Jiyana Azad daye û bi îradeyeke bi hêz li hemberî planên hikûmeta Kazimî derketin, ev hevpeyman neçû serî.
Lê ne Iraq û ne jî PDK’ê hêviyên xwe ê pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê qut nekirin û bi awayekî din dixwazin vê civakê bêîrade bihêlin.
Di nehe de pêşengên êzidiyan dikin hedef û dixwazin gel ji hev belav bikin, rewşa ewlekariya Şengalê xira bikin û piştre jî dest bi gavên pêkanîna hevpeyîmana 9’ê Cotmehê dikin.
Hevdîtinên bi rayedarên dewleta tirk a dagîrker re
Ji hevdîtinên Berzaniyan bi dewleta tirk a dagîrker re her wiha serdanên Hazim Tehsîn Beg ku wek Mîrê êzidiyan ji aliyê PDK’ê ve hatiya hilbijartin, diyar bû ku wê li ser kesên pêşeng ên civaka êzidî êrîş pêk werin. Her wiha hevdîtinên rayedarên Iraqê ê bi dewleta tirk re li ser esasê bi hêzkirina karên îstixbaratî, beşek jê ji bo rewşa Şengalê bû. Her çiqasî hikûmeta nihe a Sûdanî bi çek û şerê li ser erdê li dijî civaka êzidî dernakeve lê wek ava di bin kayê re siyaseta xwe li ser Şengalê dide meşandin.
Berpirsiyariya Iraqê ya di êrîşan de
Li Şengalê bi hezaran leşkerên Iraqê hene û hemû noqteyên kontrolê yê derbasî Şengalê dibin, di bin destê hêzên ewlehiya Iraqê de ne. Lê ya balkêş ew e ku beşek ji van êrîşên li dijî pêşengên êzidiyan hatin kirin, bi mayîna hatine encam dan wate di seyîtereyên hêzên Iraqê re mayîn derbasî Şengalê dibin û tên teqandin. Di vir de berpirsê yekemîn ji van êrîşa hikûmeta Iraqê ye. Hevkariya Iraqê bi van êrîşan re zelaltir dibe ji ber bêdengiyê hildibijêrine.
Şêrzad Şemo bi mayîna şehîd xistin
Herî dawî di 1’ê adarê de rêvberê Asayîşa Êzdîxanê Şêrzad Şemo hat hedefgrtin û şehîd ket. Li gor agahiyan Şêrzad bi mayîna hat Şehîdkirin. Mala wî di nava sê saziyên dewletê de, dû navendên polîsan û saziya İstixbarata Dewletê de ye. Li ber navneda Artêşê û ya Polîsan Şêrzad hat hedefgirtin û şehîd bû lê heta niha ji bo van bûyeran Iraqê tu daxuyanî neda ye.
Eger em lê binêrin Iraq ne li dijî van êrîşan e û eger bixwaze dikare rê li ber hin ji van êrîşa bigire. Eger nikaribe Asîmanê Şengalê ji bo balefirên dewleta tirk qedaxe bike jî, dikare li ser erdê rê li ber derbasbûna mayîna ji bo Şengal bigire.
Pêwîste êzidî hesab ji êrîşkeran bixwazin
Di vir de karekî hevbeş li dijî Rêvberiya Xweser a Şengalê ji aliyê dewleta tirk, PDK’ê û Iraqê ve tê meşandin. Ji bo civaka êzidî jî hilbijartina herî baş xurtkirina tekoşîn û berxwedaniya li dijî dagîrkerane û kî dibe bila bibe ku hevakare di van êrîşan de, civaka êzidî hesab ji wan bixwaze û bêdengiya wan qebûl neke.