Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Çarşamba - 17 Temmuz 2024

‘Em ê bi agirê Newrozê ber bi aştiya mezin ve bimeşin’

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku Tifaqa Ked û Azadiyê xwedî wê vînê ye ku desthilatê biguherîne û wiha got: “Em ê bi agirê Newrozê bi hev re ber bi veguherîna demokratîk a mezin û aştiya mezin ve bimeşin.”

Newroza îsal ku dê bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” bê pîrozkirin, diyarî kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayîn hate kirin. Ji bilî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Tifaqa Ked û Azadiyê gelek saziyên sivîl ên civakî li Otela Elit World a li Taksîmê civiyan û deklarasyona Newrozê aşkere kirin. Piştî aşkerekirina deklarasyonê axaftin hatin kirin. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bal kişand ser hilweşîna ji ber erdhejê çêbûyî.

Sancar da xuyakirin ku ew bi hilweşîn û êşeke mezin re rû bi rû ne, ew Newrozê li hawirdoreke bi vî rengî pêşwazî dikin û got: “Berpirsyarê vê xerakirin û êşê ev desthilat e. Ev pergal e. Ji ber vê yekê, dema ewqas hilweşîn, êş û şîn hebe, wê ne li gorî nirxên me be ku Newrozê di atmosfereke cejnê de pîroz bikin. Em ê bi hêviya ji nû ve avakirinê û bi ruhê şînbûn û hevgirtinê Newrozê pîroz bikin û pêşwazî bikin. Ev Newroz wê ji bo me bibe mekan û derfetek ku em di merheleyek dîrokî de dengê avakirina jiyana nû bilind bikin. Em ê Newrozê, agirê Newrozê weke ronahiyeke ku rêya veguherîna demokratîk û aştiyeke mezin ronî dike, hildin. Dibe ku em govendê negerînin, lê em ê mil bi mil bisekinin. Dibe ku stran neyên gotin, lê hêvî wê bibe ronahiya wêrekî û biryardariyê.”

‘Em ê hesabê kiryaran ji desthilatê bipirsin’ 

Sancar da xuyakirin ku desthilatê gel di binê xirbeyê erdhejê de hiştiye, ew ê hesab ji wan bipirsin û wiha berdewam kir: “Heke em nepirsin, bêhurmetiya li dijî windahî û bêhêvîtiya me ya li ser paşerojê wê berbelav bibe. Ji bo ku careke din texrîbat pêk neyê em dê teqez bi hev re hesab bipirsin. Ev pergala kedxwarî, şer û rantê li hemû qadên jiyanê wekî di erdhejê de texrîbateke mezin çêkiriye. Niha, divê Newroz bibe rojeke ku em ê derfetên tamîrkirina vê hilweşînê, rakirina vê xirbeyê û guhertina vê fermanê bi rengekî herî berfireh bi pêş ve bibin. Em ê vê yekê bi dewirgirtina kevneşopiya kevnar a gelên Rojhilata Navîn li dijî zaliman zindîhiştina ruhê Kawayên Şoreşger pêk bînin. Hemû gel, hemû hêzên demokrasiyê wê werin cem hev û em ê bi hev re vîna xwe ya guherandina biryardariya xwe ya di Newrozê de û armanca xwe ya avakirina jiyana nû biqîrin. Em di şînê de ne, êşê dikişînin, lê em bi hêrsin jî. Em bi biryar in ku wê biguherînin. Em jî dixwazin vê biryardariyê weke bangawaziyekê ji her kes û ferdên ji her beşên civakê re bînin ziman.”

‘Werin em li qadên Newrozê kom bibin’

Sancar, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Hemû hêzên demokrasiyê yên li vê derê, hemû demokratên Tirkiyeyê, hemû mirovên baş ev Newroz wê ji bo destpêkirin û avakirina jiyana nû, dawiya vê tarîtiyê û bi dawîbûna vê pergala hilweşîner wê veguhere firsendekê. Tu gumana me ji vê nîne, vîna guherînê di vir de ye. Em ê bi agirê Newrozê bi hev re ber bi veguherîna demokratîk a mezin û aştiya mezin ve bimeşin. Ez banga xwe dubare dikim. Werin em li qadên Newrozê kom bibin. Em bi hev re ber bi van armancan ve bimeşin. Em biryardariya xe deynin holê. Em hêviyê mezin bikin, êşê parve bikin û birînan bipêçin û jiyana nû bi hev re ava bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar