Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Peyama li stadên werzîşê ev e ‘Me ev sûc kirin, em li vir in, em ê dîsa bikin’

Dayikên Şemiyê aqûbeta Ayten Ozturk a ku bi îşkenceyê hatibû qetilkirin pirsîn û gotin: Peyama li stadên werzîşa li Bûrsayê de hate dayîn ev e ‘Me ev sûc kirin, em li vir in, em ê dîsa bikin.’

Dayikên Şemiyê ji bo aqûbetên windayan bipirsin û faîl bên darizandin li ser înternetê çalakiya xwe ya heftane ya 937’emîn li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Ayten Ozturk hate pirsîn. Ayten Ozturk di 27’ê tîrmeha 1992’an de bi wesayîta ku 4 kes tê de bûn, hatibû revandin û piştî 13 rojan li qadeke vala ya li herêma Kartaltepe Karşiyaka ya Xarpêtê bi awayekî definkirî hate dîtin. Nivîsa bi serenavê “Em ê Ayten Ozturk û kesên ku di sûcê windakirina bi darê zorê de şirîk in ji bîr nekin” a têkildarî aqûbeta Ozturk, xwişka nûçegîhanê Rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe yê di sala 1993’an de hat qetilkirin, Ayşe Tepe xwend.

Tepe, di axaftina xwe de bal kişand ser maça Amedspor û Bûrsaporê ya çend roj berê di bin êrîşên nijadperest de hate lîstin. Tepe maça ku alîgirên Bûrsasporê wêneyên endamê JÎTEM’ê Mahmût Yildirim ê bi nasnavê “Yeşîl” ku bûbû sedema qetilkirina bi hezaran kurdan û wêneyên “Torosên Spî” ku JÎTEM’ê mirov pê direvandin û qetil dikir vekirin, weke êrîşeke rêxistinî nirxand.

Tepe, bi lêv kir ku bi êrîşên organîzekirî xwedî li hişmendiya tarî ya salên 90’î hate derketin û got: “Ev yek peyama ‘Me ev sûc kirin, em li vir in, em ê dîsa bikin’ e.”

Tepe pişt re çîroka pêvajoya revandin û qetilkirina Ozturk xwend.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar