Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Polîtîkaya çewisandinê bi jehrîkirinê didome

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê êrîşên bi gazên jehrî yên li ser dibistanên jinan zêde dibin. Her wiha li dijî derewên rayedarên rejîma Îranê nerazîbûn û çalakî tên lidarxistin.

Li gor agahiyan duh jî herî kêm li 12 dibistanên li parêzgehên Sine, Xuzistan û Gîlan bi gazên jehrî êrîşê ser dibistanên jinan hatine kirin.

Li bajarê Sine li dijî du dibistanan bi gazên jehrî êriş pêkhat, tendirustiya gelek xwendevanên jin xirab bû û rakirin nexweşxaneyan.

Êrişên ku zêdetirî sê mehin li 28 parêzgehên Îranê rû dane û ji ber êrîşan zêdetirî heft hezar xwendevanên keç bi jehrê ketine û rakirine nexweşxaneyan, rayedarên rejîma Îranê li ser êrîşan daxuyaniyên bi nakok û dijhev didin.

Herî dawî desthilata dadwerî ya Îranê di daxuyaniyekê de got: “Ji kesên gihandine nexweşxaneyan tenê ji sedî 10’ê wan ji ber gazek sivik û bê ziyan a ne leşkerî tendirustiya wan xirab bûye, ji sedî 90’ê din ji ber bandora rewşa derûnî û tirsê tendirustiya wan têkçûye.”

Li aliyê din wezareta karên hindir a Îranê jî di daxuyaniya xwe ya çarem a di derbarê êrîşan de, îdia kir ku wan nêzî 100 kesan bi tometa tevlî êrîşên bi gazên jehrî bûne binçavkirine.

Her wiha wezaretê îdia kir ku hinek kesên hatine binçavkirin, tenê ji bo ragirtina dewamê bi rêya madeyên bêhna wan nexweş û bê ziyan hewil dane dewama dibistanan ragirin.

Lê ev daxuyanî û îdiayên rejîmê nebûne sedem ku nerazîbûnên li dijî van êrîşan bisekinin. Hem li nava Îran hem jî li derveyî Îranê çalakî û nerazîbûnên li dijî êrîşan berfireh dibin. Divê çarçoveyê de duh li nêzî 70 navendên cûda yên cîhanê kurdên Rojhilat û hemwelatiyên Îranê li dijî êrîşên bi gazên jehrî çalakî lidarxistin. Piştgiriya xwe bi serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ re nîşandan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar