PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Desthilata AKP-MHP’ê ba çandiye bahozê diçine

Ji destpêka mirovahiyê ve hem hevsengî hem jî têkoşînek di navbera mirovahî û xwezayê de heye.

Demên ku xweza û qewimînên xwezayê hatine piştguhkirin, li ber çavan nehatine girtin, an jî tedbîrên pêwist li hemberî xwezayê nehatine girtin, di têkiliya xweza û mirovahiyê de qutbûyin çêbûne, gel û civakan zirarên mezin dîtine û êşên mezin kişandine.

Ji bo têkilî û hevsanga nevbera mirov û xwezayê, Ji bo ku civak karibin xwe ji Karesat û xetereyên xwezayê biparêzin, pêdivî bi ahengeke navbera mirov û xwezayê heye.

Ji bo vê jî pêwiste rêvebir û rayedarên welatan di derbarê qewimînên xwezayê de  nêrînên zanistan li ber çavan bigirin ku karibin di têkoşîna li hemberî xwezayê de sekeftinê bidest bixin.

Bergiriyên  (tedbîr) ku ji aliyê rêveberiyên welatan ve bên girtin jî li gorî pêşbînî, pêşniyaz û hişyariyên akademîsyen û zanistên qada pêwendîdar a qewimînan bin.

Ji bo vê jî, Heke erdnîgariya welatekî herêma qewinînên xwezayî be, pêwiste bingeh, binesazî û avahîsazî û bajarvanî jî li gorî vê rastiyê bi polîtîkayên pêşbîn werin sazkirin û plankirin.

Yan na, dê xweza zirarê bibîne ûzirarên mezin bide mirovahiyê, civak  jî bi kişandina êşên mezin re rû bi rû bimînin, her wiha desthilatên ku di dema karesatan de li ser kar in, peywir û berpirsiyariya xwe bi cih naynin, wekî “Akp-Mhp ê” bi nerazîbûna gelan re  rû bi rû dimînin, di binê kavilên karesatê de têk diçin.

Di erdhêja 6 ê sibata 2023 yan de gelê bajarên ku  Erdhêj lê qewimiye, ji ber pêkanînên şaş, nêzîkatiya rantxur û derxistina qanûnên efûya  avahîsaziyê, bi êşên mezin re rû bi rû maye.

Xemsariya dewletê ya li bajarên  Hatay, Mereş û Meletiyê bûye sedema mafê jiyanê ya ev qas mirovan. Ji ber vê jî gel li hemberî helwest, nêzîkatî û bêberpirsiyariya Akp-Mhp ê xwedî helwesteke nerazî û hêrseke mezin e.

Li gel ku 40 roj di ser Erdhêjê re derbas bûye jî, hîn ji nava kavilên avahiyan cenaze derdikevin.

Sedema van êşên mezin, derxistina qanûnên qaşo “Aştiya avahîsaziyê” ya nebixêr e ku di vê Erdhêjê de ji şerê dehsalan zêdetir Mirovan jiyana xwe jidest dan.

Dema ku li meclisa tirkiyeyê bi dengên desthilata Akp-Mhp ê, ji bo xapandina gelê van bajaran ku avahî û malên wan di 6 ê Sibatê de ji wan re bûn gor,  wekî ku li vî welatî Erdhêjên “Gölcükê” ya 1999 an, Çewlik û Xarpêtê neqewimîne, bi dehezaran  Mirovan jiyana xwe jidest nedane, li bajarên ku niha Erdhêj lê çêbûye efûya Îmarê derxistin û Erdogan her roj derdiket pêşberî kamerayan û  digot:  “Me, bi aştiya avahîsaziyê, li Meletiyê pirsgirêka 88 hezar welatiyan, li Mereşê pirsgirêka 144 hezar û li Hatayê pirsgirêka 205 hezar welatiyan çareser kiriye.

Dema ku Erdoğan li ser navê desthilatiya Akp-Mhp ê pesnê van pêkanînên “qaşo efûya Îmarê” ku wê di encamê de bi dehezaran welatiyan jiyana xwe jidest bidana dida, parlementerê HDP ê yê Amedê Garo Paylan, bi hewar û qêrîn bang li Erdoğan, Akp-Mhp ê û tevahiya meclisê dikir, dipirsiya û digot: Ev kirin, kiryar û biryarên di derbarê “Efûya Îmarê” yên  ji bo girtina degdan û xapandina gel, ne li cih û ne li rê ne.

Van avahiyên ku her yek bi sedan mirov têde dijîn hilweşin, Gelo wê kî hesabê van êş û dilşawatiyên ku di encama van şaşi û bêrêtiyan de werin jiyîn bibe”?

Mixabin fikar û pêşbîniyên Garo Paylan, ên ji bo pêşîlêgirtina karesatê, pêk hatin, bi dehezaran Mirovan jiyana xwe ji dest dan û dilsojiyên mezin hatin jiyîn.

Sedema vê rewşê û bi dehezaran wendayiyên Erdhêjê, biryarên desthilata Akp-Mhp ne ku rê li ber êş û xemgîniyên mezin vekirine.

* Ji ber ku hemû butçeya ku pêwist bû ji bo bergirî û pêşîlêgirtina qewimînên xwezayê bihata bikaranîn, ji şerê înkar û tunekirinê yê ku 50 sal in tê meşandin re hatiye xerckirin,

* Hemû erk û rayeya Rêveberiyên Herêmî (Şaredarî û Saziyên Sivîl, Odeyên Pîşeyî yên wekî Odeyên Endezyar û Avahîsazan, Saziyên Huqûqî û hemû dînamîkên bajaran ji aliyê desthilata Akp-Mhp ê ve ji destê wan hatiye girtin, bi gefxarin û cezakirinê hatine bêdengkirin.

* Xistina meriyetê ya  pergala Kayum a ku ji Şaredariyan heta saziyên sivîl û keyayan îradeya wan bı salan e hatiye desteserkirin û di şûna Rêveberiyên herêmî yên ku bi vîna gel hatibûn hilbijartin de Kayumên Akp-Mhp ê hatine peywirdarkirin.

*Di encama vê desteserkirin û xespa îradeyê ya bi destê dewletê û  saziyên taybet ên di kontrola dewletê de, ketina meriyetê ya çerxa bertîl û rantê,  bi kargînkirina vê çerxê jî valakirina binê binesaziya Bajar û bajarvaniyê.

Ligel hemû gefxwarin û siyaseta manîpûlekirina desthilata heyî jî, rastî li holê û li ber çavan e.

Bi gotina pêşiyên Kurdan, êdî “Kum ketiyê û gurî derketiye”.

Gefxwarin û heqaretên Erdoğan û hevalbendên wî, nikarin rastiya hilweşîna desthilata Akp-Mhp ê ji gelên vî welatî veşêrin.

Ji ber ku “Ba çandine, dê bahozê biçînin”

Gel bi bêrîkirina salan a demokrasî, aştî, aramî û azadiyê, bi têkoşîna hevpar, wê di 14 ê Gulanê de wekî hemû desthilatên  beriya Akp-Mhp ê ku li ser înkara reng, deng, bawerî û çand û zimanên gelan siyaset meşandin, bi awayekî ku carekê din venegere desthilata Akp-Mhp ê jî bişîne ser sergoyê dîrokê.

Nûçeyên Têkildar