PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

‘Jin di pozîsyonên rêveberiyê de gelekî kêm e’

Akademîsyen Samîa Al-Ghusseîn diyar kir ku, li Fîlîstînê di pozîsyonên rêveberiyê de jin gelekî kêm e û sedema vê jî feraseta baviksalarî ye.

Li Filistînê tevlêbûna jinan a di mekanîzmayên biryargirtinê de yan jî hebûna wan a di pozîsyonên rêveberiyê de gelekî kêm e. Lêkolîner û akademîsyen Samîa Al-Ghusseîn diyar kir ku zêdebûna hejmara jinan di van pozîsyonan de dê ji bo çareserkirina gelek pirsgirêkan bi taybet tundiya li ser jinan bibe destpêkek girîng û destnîşan kir ku pêwîstiya wan bi rêveberên femînîst ên ku mafên mirovan diparêzin hene.

Lêkolîner û akademîsyen Samîa Al-Ghusseîn sedema netêrkêrbûna jinan ya di pozîsyomên de wiha aşkere dike: “Çanda baviksalarî ya bi giştî di civakên erebî de wek mîras tê girtin, statûya mêran bilind dike û jinan tevî girîngî û destkeftiyên wan bi zêdebûnê re sînordar dike. Çima em jinan di pîşeyên wekî dozger û dadger de nabînin? Ji ber ku zihniyeta mêr baweriya xwe bi jinan nayne. Difikire ku ji ber hestên xwe yên dayiktî biryarên hestiyarî bidin.”

‘Di çareseriya pirsgirêkan de jin bêhtir çareserîker e’

Samîa Al-Ghusseîn balkişand ku nêzîkatiya jinan a li pirsgirêk û bûyerên civakê bêhtir çareserîker e û bi van gotinan balkişand li ser netêrkêrbûna hevgirtin û piştgiriyê ya di warê jinan de: “Jin di rastiyê de gelek mafan bi dest xistin, lê ev maf ne li ser zemîna qanûnî û ne jî di civakê de nayên bicihanîn. Jin perwerdeya gelek tişt dibînin û fêr dibin, lê ji ber ku bawerî bi jinan nayne, kar ji wan re nayê dayîn.”

‘Divê jin ji xwe bawer bin û rêxistinên xwe xurt bikin’

Samîa Al-Ghusseîn bi bîr xist ku ji bo jinek li Xezayê dadwerî zehmet e, nikare bibe endama Meclisa Yasaye û nikare bi îradeya xwe biryara zewacê bide û got ku di warê jinên beşdarê jiyana kar dibîn de jî gelek astengî hene. Samîa Al-Ghusseîn diyar kir ku divê jin beriya her tiştî bi bawerkirina xwe dest bi jiyanê bikin û di vî warî de rêxistinên jinan bên xurtkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar