Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Çareserî encax bi tevahî gelên Sûriyeyê pêk bê’

PYD′ê diyar kir ku, 12 sal di ser krîza li Sûriyeyê re derbas bû lê heta niha hewldanên hatin kirin de tu encam derneket. Lewra em dibêjin çareserî encax bi tevlîbûna pêkhateyan pêk bê û rêka vê jî konfederalîzma demokratîk e.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi boneya salvegera 12`emîn a destpêkirina aloziya Sûriyeyê daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“12 sal di ser krîza Sûriyeyê re derbas bûn, bêyî ku gaveke cidî ber bi çareseriyê ve bê avêtin. Berovajî hêviyên guhertina demokratîk ên bi milyonana sûriyeyiyan ên ku di 2011`an de derketin xwepêşandanan. Tevgera gel her çiqasî negihîşt asta şoreşgerî ya rasteqîn jî, lê gavek girîng bû ku gel pê sînorên tirs derbas kir. Ev tevger encama hêrsa gel a di Serhildana 12′yê Adara 2004′an de bû, ya ku ji Qamişlo, heta Kobanê û Efrîn, heta Heleb û Şamê belav bibû.

Di 12 salên aloziyê de Sûriye veguherî qadeke tesfiyekirinên mezhebî, şerên herêmî û navneteweyî û aliyên ku îdia dikin ku nûnertiya gelê Sûriyeyê dikin “opozîsyon û rejîmê” tu projeyek çareseriyê pêşkeş nekirin. Berovajî wê, alozî kûrttir kirin û qetilkirin, wêranî, destwerdanên derve bi xwe re anîn. Dan û standinên pêk hatine jî tenê şeklî bûn û temenê aloziyê dirêjtir kirin. Êdî krîza Sûriyeyê di çarçoveya şerê li ser desthilatê û yekdestdariya wê yan jî parvekriina wê li gorî berjewendiyên hêzên piştgiriya qaşo xebata dan û standinan dikin ye. Tevgerên di vê çarçoveyê de pêk tên ji bo bêwatekirina biryarên navneteweyî û jinû ve hilberandina rejîma otorîrter a desthilatdar e.

Li gel guhartinên wêranker ên li erdnîgarî û binesaziya civakî yên Sûriyeyê, krîza Sûriyeyê di qonaxên xwe yên herî dijwar re derbas dibe û bandorê li siberoja Sûriyeyê dike. Bi wê re ji hêzên nîştimanî yên Sûriyeyê tê xwestin ku bi asteke bilind û lez tevbigerin da ku plan û projeyên ên dûrî sûriyeyiyan û berjewendiyên wan pêk tên, bizanin. Di demekê de ku em tevgera şoreşgerî ya Sûriyeyê ya di Adara 2011′an de wek pêwîstiya dîrokî dibînin û ji ber sedemên wê yên objektîf û subjektîf pêwîst e û şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’yan xwestekên gelên Sûriyeyê yên ji bo guhertina demokratîk pêk anîn, em careke din diyar dikin ku ji erka me ye û li gorî rêgezên şoreşê em gelê xwe yê sûriyeyî li ser van plan û projeyên navborî hişyar bikin.

Em bang li gelê Sûriyeyê û hêzên nîştimanî yên li hundir û derve dikin ku bi hev re ber bi avakirina xebateke nîştimanî ve gav biavêjin da ku şoreşeke rasteqîn li gorî berjewendiyên nîştimanî bi rê ve bibin, welat ji aloziya wêranker rizgar bikin, dagirkeriyê bi dawî bikin û Sûriyeyeke azad a nenavendî ya demokratîk ava bikin..”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar