Danişîna 23’yemîn a Doza Kobanê ya rûniştina 1’emîn li eywana danişînê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. 17 jê girtî 108 siyasetmedar ji dozê tên darizandin. Bi piraniya van siyasetmedaran endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê yên berê ne. Her wiha Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nava 17 siyasetmedarên girtî tên darizandin de cih digirin.
Siyasetmedar û parêzerên tên darizandin ji ber erdhejên navenda wan Mereşê çêbûn hincet pêşkeşkirin û tev li danişînê nebûn û xwestin danişîn were taloqkirin.
Dozger ango meqamê îdiayê; mazeretên tenduristî û pîşeyî qebûl kir û mazeretên din red kir.
Dadgehê mazeret qebûl kir
Heyeta dadgehê mazeretê ango hêcetên siyasetmedar û parêzeran hemû qebûl kir û ji bo biryara navberê bide heta saet 14.00’an navber da danişînê.