Piştî civîna HDP’ê ya 15’ê Adarê, partiyên li nava Tifaqa Ked û Azadiyê ne, li hev kom bûn.
Di civînê de wê meyla li ser destnîşankirina namzetê serokkomariyê û stratejiya hilbijartinên giştî bê nîqaşkirin.
HDP’ê di civîna Desteya Rêveber a Navendî de meyla destnîşankirina namzetiya serokkomariyê ji nû ve nirxandibû.
Li gorî agahiyan, HDP wê di civîna bi tifaqê re meyla ji bo tevlîbûna bi yek lîsteyê ya li hilbijartinên giştî nîqaş bike.
Beriya civînê Rêveberiya HDP’ê wezîfe dabû Hevserokên Giştî Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar ji bo danûstandinan bi partiyên li nava Tifaqa Ked û Azadiyê bikin.