Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ev 103 salin kurd bi çekên kîmyawî tên kuştin

Serhildana Şêx Memûdê Berzencî, Dêrsim, Helebçe, Werxelê, Zap, Metîna, Kobanê, Zîlan û bi dehan cihên din li dijî gelê kurd çekên kîmyawî tên bikaranîn. Ev 103 salin dijmin ji bo qirkirina gelê kurd komujiyan dike, dewleta tirk jî weke Sedam Hisên li dijî kurdan çekên kîmyawî bikartîne. Cîhan bêdenge!

Eger em bêjin êrîş, qirkirin, komkujî û talan ên dijî gelê kurd dewam dikin wê kêm bimîne. Êdî ji êrîşan û komkujiyan jî derbasbûye, ji hestiyên kurdan jî êdî ditirsin. Newêrin ber goristanên kurdan re jî derbas bibin, ji bo wê êdî hestiyên kurdan jî direvînin. Ji sala 1920’an ve dijî gelê kurd çekên kîmyawî têne bikaranîn. Ev jî tenê bi qasî hatî tespîtkirin be, di be ku  beriya wê jî hatibin bikaranîn. Eger em li dîrokê binêrin, hema bêje hemû dewlet, deshilatdariyên li cîhanê, ji bo tunekirina kurdan gelek hewldan kirine. Ji Serhildana Şêx Mehmûdê Berzencî, Helebce heya Werxelê û Zapê, dijmin ji bo tunekirina kurdan hemû cûrên çekên kîmyawî bikartîne.

Emê divê dosyayê de bi boneya 35. Salvegera Kîmyabarana Helebceyê hewl bidin, kurte dîroka bikaranîna çekên kîmyawî ya dijî gelê kurd bînin bîra we.

Artêşa tirk a dagirker ji sala 1989’an ve li hemberî gerîlayên azadiyê çekên kîmyawî bi kar tîne û heta niha hezaran car çekên kîmyawî hatiye bikaranîn. Di encama êrîşên bi çekên kîmyewî de heta niha nêzî hezar gerîla û sivîl şehîd bûne.

Silêmanî

Di nava salên 1920’î de li dijî berxwedana Şêx Mehmûd Berzencî ya li Silêmaniyeyê, Îngilîzan ji balafirên şer gazên bi jehr avêtin û 5 heta 10 hezar kurd qetil kirin.

Dêrsim

Di salên 1937-1938’an de di dema Qirkirina Dersimê de ji ber ku dewleta tirk gazên bi jehr bi kar anîn 70 hezar mirov hatin qetilkirin.

Helebçe

Di rojên dawiya şerê 8 salî yê di navbera Îran û Iraqê de, şer dijwartir dibû. Sînorên rojhilatê Kurdistanê û başûrê Kurdistanê jî bûn qada sereke ya vî şerî.

Di vî şerî de Îran û Iraqê li hemberî hev çekên giran bi kar dianîn û piraniya wan sivîl dikirin hedef. Yek ji van jî kîmyabarana bajarê Serdeştê ya rojhilatê Kurdistanê bû. Di sala 1987’an de ji aliyê rejîma Baas a Iraqê ve Serdeşt hate kîmyabarankirin. Di encamê de 130 kesan jiyana xwe ji dest da û bi hezaran kes birîndar bûn.

Di 16’ê Adara 1988’an de dengê balafirên şer esmanê Helebce dagir kir. Rejîma Baas bi rêveberiya, Berpirsê Ofîsa Rêxistina Bakur Elî Hesen Mecîd li dijî gelê kurd dest bi kîmyabaranê kir.

Di encama kîmyabaranê de 5 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan û nêzî 10 hezar kes jî birîndar bûn. Welatiyên bajêr koçî bajarên din ên başûrê Kurdistanê û rojhilatê Kurdistanê bûn. Piraniya wan piştî raperîna başûrê Kurdistanê vegeriyan Helebce.

Di navbera salên 1994-2011’an

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di rapora xwe ya 26’ê Tebaxa 2011’an de ku bi sernavê ‘Li Tirkiyeyê di pêvajoya şer de îdîayên li ser bikaranîna çekên kîmyewî û biyolojîk’ weşand, ragihand ku di navbera salên 1994-2011’an de di şer de ji ber bikaranîna çekên kîmyewî bi 46 caran, 437 PKK’iyan jiyana xwe ji dest dan.

Tevî belge hebûn bêdeng man

Fermandariya Hêzên Bejahî ya Serokatiya Fermandariya Giştî ya artêşa tirk di 25’ê Sibata sala 1986’an de fermana “Di rewşeke pêwîste bombeyên rê li ber şewitîna çavan û verişînê vedike, were bikaranîn” û “tunel bi gaza bi jehrî werin dagirtin da ku neyên bikaranîn” da. Belgeya ku di hejmara 23’yê tebaxa sala 1989’an a Kovara Îkîbîne Dogrû de hat weşandin, ji aliyê Orgeneral Necdet Oztorûn ve hatibû morkirin. Artêşa tirk der barê belgeyê de bi salan bêdeng ma û belge di sala 2010’an de ber destê hikûmeta Almanya ya Federal. Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê jî di Çileya sala 2011’an de daxuyaniyek da ku ew bi tenê hewl didin ka bi rastî fermaneke bi vî rengî heye yan na, derxînin holê. Lê belê tu encam bi dest neketin.

Li Şirnexê 20 gerîla bi kîmyayê qetilkirin

Di 11’ê Gulana sala 1999’an de li herêma Ballikaya ya Şirnexê di şikeftekê de 20 gerîlayên PKK’ê hatin qetilkirin. Di dîmenên piştî pevçûnê hatin kişandin û di sala 2011’an de li ROJ TV û ANF’ê hatin weşandin de, wiha dihat gotin: “Leşkerên me niha bi xeteriya jehrîbûnê re rû bi rû ne. Lê belê dîsa jî bi cinewarî, bi qehremanî dikevin hundir. Tevî ku me rojekê navbera dane jî, bandora gazê dewam dike.”

Kurte dîroka bikaranîna çekên kîmyawî ya dijî gerîla

Di sala 1989’an de li Çiyayê Cûdî bikaranîna çekên kîmyawî.

Di sala 1994’an de li herêmên Botan, Amed û Serhedê hate bikaranîn.

Di sala 1994’an de li çiyayê Bêzarê yê Semsûrê çekêm kîmyawî hate bikaranîn û di enamê de 28 gerîla şehîd şehîd bûn û ku 22 ji wan nû tevlî bibûn û hîn sivîl bûn.

Di sala 1994’an de li çiyayê Reşkê ya ser bi Wanê di encama bikaranîna çekên kîmyawî de 42 gerîla şehîd bûn.

Di sala 1995’an de li Geliye Şêx Cuma yê Sêrtê 80 gerîla bi çekên kîmyawî şehîd bûn.

Di sala 1996’an de li çiyayê Babokê yê Mêrdînê 9 gerîla bi çekên kîmyawî şehîd bûn.

Di 11’ê Adara 1997’an de li bajaroka Çemîş ya Mêrsînê 21 gerîla bi çekên kîmyawî şehîd bûn.

Di sala 1999’an de li Sasûnê ya Elihê 15 gerîla û 2 sivîl bi çekên kîmyawî şehîd bûn.

Di 11’ê Gulana 1999’an de li gundê Bilga ya Silopiya, li Cûdî 20 gerîla bi çekên kîmyawî şehîd bûn.

Di 7’ê Cotmeha 1999’an de li Tatwanê 34 gerîla bi çekên kîmyawî şehîd bûn.

Di 12’yê Gulanê de li herêma Yedîsû ya Çewligê 20 gerîla bi çekên kîmyawî şehîd bûn.

Di meha Tebaxa 2003’yan de li Êlihê de 7 gerîla bi çekên kîmyawî şehîd bûn.

Di 6’ê Gulana 2004’an de li Sêrtê 6 gerîla bi çekên kîmyawî şehîd bûn.

Di 31’ê Adara 2005’an de li Cûdî 5 gerîla bi çekên kîmyawî şehîd bûn.

Di 14’ê Cotmeha 2005’an de li çiyayê Reşkê ya Wanê 5 gerîla bi çekên kîmyawî şehîd bûn.

Di 26’ê Sibata 2006’an de li Mêrdînê 7 gerîla bi çekên kîmyawî şehîd bûn.

Di 24-25’ê Adara 2006’an de li Mûşê 14 gerîla bi çekên kîmyawî şehîd bûn.

Di 12’yê Nîsana 2006’an de li herêma Besta ya Şirnexê 8 gerîla bi çekên kîmyawî şehîd bûn.

Di 13’yê Nîsana 2006’an de li çiyayê Cûdî 3 gerîla bi çekên kîmyawî şehîd bûn.

Di 31’ê Tebaxa 2006’an de li herêma Lamec a Dersimê gerîlaye bi navê Cengîn Ersûs şehîd bû.

Di 17’ê Kanûna 2009’an de li Qilabanê ya Şirnexê 8 gerîla gerîla bi çekên kîmyawî şehîd bûn.

Di 23’yê Tîrmeha 2007’an de li Qilaban a Şirnexê 11 gerîla bi çekên kîmyawî şehîd bûn.

Di 1’ê Tebaxa 2008’an de li Dersimê 6 gerîla bi çekên kîmyawî şehîd bûn.

Di 12’yê Îlona 2007’an li Sêrtê 4 gerîla bi çekên kîmyawî şehîd bûn.

Di 1’ê Tîrmeha 2008’an de li geliyê Doskê ya Colemêrgê 2 gerîla bi çekên kîmyawî şehîd bûn.

Di 26’ê Tîrmeha 2008’an de li Mûtkê ya Betlîsê 9 gerîla bi çekên kîmyawî şehîd bûn.

Di 15’ê Gulana 2009’an de li çiyayê Çilav ê Sêrtê 4 gerîla bi çekên kîmyawî şehîd bûn.

Di 8’ê Îlona 2009’an de li Dula Gazan ya Çelê 8 gerîla bi çekên kîmyawî şehîd bûn.

Di 5’ê Tebaxa 2010’an de li Şemzînanê 11 gerîla bi çekên kîmyawî şehîd bûn.

Di 8’ê Îlona 2010’an de li Kercosê ya Êlihê 5 gerîla bi çekên kîmyawî şehîd bûn.

Di 20’ê Îlona 2010’an de li Şemzînanê 4 gerîla bi çekên kîmyawî şehîd bûn.

Di 6’ê Îlona 2010’an de li çiyayê Reşkê ya Wanê 9 gerîla bi çekên kîmyawî şehîd bûn.

Di 26’ê Nîsana 2011’an de li Dersimê 7 gerîla bi çekên kîmyawî şehîd bûn.

Di 18’ê Gulana 2011’an de li geliyê Şêx Cuma ya Bedlîsê 2 gerîla bi çekên kîmyawî şehîd bûn.

Di 31’yê Tîrmeha 2011’an de li Şemzînanê gerîlayek bi çekên kîmyawî şehîd bû.

Li herêma Colemêrgê 8 kadroyên PKK’ê bi çekên kîmyawî şehîd bûn.

Geliyê Tiyarê

Di nava 22-24’ê Cotmehê de li Geliyê Tiyarê ya Colemêrgê dewleta tirk a dagirker bi karanîna çekên kîmyawî 35 gerîlayan şehîdxist.

Rêveberên demê yên ÎHD’ê ya Colemêrgê û malbatên gerîlayên hatîn şehîdxistin, li cihê êrîş pêkhatî lêkolîn destpêkiribûn û mijarê xistibûn rojeva navnetewî. Malbatan û kesên cenazeyan dîtin destnîşan kiribûn ku tu nîşaneyên guleyan li bedena gerîlayan nebûn, şewitîbûn û şopên kesk li laşê wan hebûn.

Di sala 2016’an de li herêma Kato dewleta tirk a dagirker di êrîşa ku dayî destpêkirin de li hember komek gerîla ku ji 4 kesan pêkdihat çekên kîmyawî bikaranî. Li hemberî êrîşê koma gerîla di bin pêşengtiya Şoreş Karer de 53 rojan bi berxwedanek bê hempa li berxwedan û gerîlayek şehîd ket.

Di 17’ê Sibata 2018’an de li gundê Erendê yê navçeya Şiyê ya Efrînê 6 sivîl bi çekên kîmyawî birîndar bûn.

Di 2019’an jî di dema dagirkirinê de, Tirkiyeyê li dijî sivîlên Serê Kaniyê çekên kîmyawî bi kar anî. Ji ber wê, Mihemed Hemîd ê 13 salî û çend kesên din birîndar bûn.

Garê

Dewleta tirk a dagirker di êrişa xwe ya Sibata 2021’an de li ser Gareyê pêkaniyî de ji bo têkçûna xwe ya dîrokî binixûmîne çekên kîmyawî bikaranî bû û 6 gerîla şehîd bibûn.

Piştî ku dewleta tirk a dagirker di êrişa xwe ya dagirkeriyê ya di 23’yê Nîsana 2022’yan de li ser başûrê Kurdistanê dayî destpêkirin de li beramberî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê têkçû, di rêjeyek zêde de dest bikaranîna çekên kîmyawî kir.

Li gorî bîlançoya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li eyaletên Avaşîn, Metîna û Zapê Artêşa tirk a dagirker ku nikare xwe li ber berxwedana gerîla rabigre, bi hezaran carî bi çekên kîmyewî êrîş kiriye.

101 gerîla şehîd bûn

Li gorî daneyên li ber destê me di sala 2021’yan de 46 gerîlayên azadiyê bi çekên kîmyawî şehîd bûne. Herwiha ji sala 2022’yan heya niha jî 55 gerîlayên azadiyê bi çekên kîmyawî ên ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve hatine bikaranîn, şehîd bûn. Yanî bi giştî ji sala 2021’an heya niha ku bi awayek berçav dewleta tirk çekên kîmyawî bikartîne, 101 gerîlayên azadiyê bi wan çekan gihiştine şehadetê.

Ji 14’ê Nîsana sala 2022’yan ve di êrişên li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metîna tên pêkanîn de çekên kîmyawî tên bikaranîn. Dewleta tirk a dagirker di vê demê de sudek mezin ji hevkariya PDK’ê wergirtiye. Ji roja êriş destpêkirî heya niha dewleta tirk a dagirker bi hezaran caran dijî gerîlayan çekên kîmyawî bikaraniye û hîn jî dewam dike.

PDK bû hevkar!

Li gel berdewamkirina êrişan, PDK’ê rê nade şandeyên biyanî serdana herêmê bike û bikaranîna çekên kîmyawî lêkolîn bike. Di 17’ê Nîsana 2022’yan de PDK’ê bi xwe ragihand ku dest danîne li ser hezar û 200 maskeyên ji bo gerîlayên azadiyê diçûn.

Heyeta Yekîtiya Bijîşkên Navneteweyî (IPPNW) ya ku Dr. Josef Savary û Dr. Jan van Aken pêk dihat, dixwest biçe herêmên çekên kîmyawî lêhatine bikaranîn lêkolîn bikin, lê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) rê neda heyet derbasî Herêmên Parastina Medyayê bibe.

Yekîtiya Bijîşkên Navneteweyî (IPPNW) derbarê bikaranîna çekên kîmyawî ya ji aliyê dewleta tirk ve raporek amadekir. Di raporê de hate gotin; “Delîl hatin bidestxistin, bila lêpirsîn were destpêkirin.”

Yekîtiya Bijîşkên Navneteweyî yên li Dijî Şerê Atomê / Bijîşkên Xwedî Berpirsyariya Civakî (IPPNW) diyar kir ji bo were tespîtkirin artêşa tirk li başûrê Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar tîne, divê lêpirsîneke serbixwe were destpêkirin.

Di dema borî de hinek rêxistin û şandeyên din yên welatên din ên cîhanê jî derbasî Başûrê Kurdistanê bûne û xwestine bikaranîna çekên kîmyawî lêkolîn bikin, lê dîsan PDK’ê rê nedaye.

Banga lêkolînkirinê

Dewleta tirk a dagirker hîn êrişên xwe yên bi çekên qedexekirî berdewam dike. Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Murat Karayilan bi daxuyaniyekê bang li rêxistinên navneteweyî kiribû ku ji bo lêkolînkirina çekên kîmyawî tîmên lêkolînê bişînin herêmên ku dewleta tirk lê çekên kîmyawî lê bikar aniye û encamên lêkîlînên xwe ji raya giştî re eşkere bikin.

Êrişên bi kîmyayê bê navber didomin

Belê 103 salin çekên kîmyewî dijî gelê kurd tên bikaranîn, heya niha bi hezaran kurd bi wan çekan hatine qetilkirin û cîhan bêdenge. Bi taybet di salên dawî de dewleta tirk ya dagirker ji bo dagirkirina tevahî başûrê Kurdistanê bê navber êrîşan dike. Dewleta dagirker a ku nikare xwe li ber berxwedana gerîlayên azadiyê rabigre, êdî raste rast, li ber çavê hemû cîhanê çekên kîmyawî bikartîne. Êrîşên bi çekên kîmyawî heya roja me ya îro jî bê navber dewam dike. Îro qurbaniyên Helebceyê tên bîranîn, di heman demê de îro jî bi heman armanca tinekirinê, dijî gelê kurd taybet jî dijî gerîlayên singa xwe ji bo Kurdistanê kirine çeper, çekên kîmyawî têne bikaranîn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar