Ji 25’ê adara 2021’an ve tu agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û sê girtiyên li cem wî Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar nayê girtin. Bi rêbaz û perensîba hiqûqî parêzerên Ocalan ji tîrmeha 2011’an ve nikarin biçin hevdîtinek fermî li gel wî bikin. Ji 2011’an heta 2019’an tenê di sala 2019’an de parêzeran dikaribû 5 caran li gel Ocalan hevdîtin bikin. Li gel ku du sal bi ser hevdîtina bi rêya telefonê bi Abdullah Ocalan re hat kirin derbas dibin jî hê jî bi tu awayî agahî nayê girtin.
Ji parêzerên Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç agahînegirtina ji Ocalan nirxand. Dînç pergala îşkenceya li Îmraliyê rexne kir û got: “Hin hevdîtin, temas hebûn. Parêzer heta sala 2011’an hefteyê carek hevdîtin dikaribûn bikin. Her wiha mehê carek du car malbatê hevdîtin dikir. Lê belê ji sala 2011’an ve parêzer û ji sala 2014’an vir ve jî malbat nikarin hevdîtinê bikin û hevdîtin hatine qedexekirin.”
‘Tecrîdeke mutleq heye’
Dînc anî ziman ku piştî hevdîtinên di navbera PKK’ê û hikûmetê de di nîsana 2015’an de bi dawî bûn, sepana tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan dest pê kir û wiha got: “Ji wê demê heta niha, hemû maf ji holê hatine rakirin. Hemû danûstandina li gel Ocalan ji sala 2015’an ve ji holê hatiye rakirin. Tecrîda em jê re dibêjin mutleq ev e.”
Dînç da zanîn ku hiqûqa navxweyî û hiqûqa navneteweyî destûrê nade tecrîdê û tecrîdê xwe di raporên Komîteya Pêşîlêgirtina ÎŞkenceyê ya Ewropayê (CPT) xwe de daye der. Dînç anî ziman ku tecîd di çarçoveya muameleya xerab de ye û tevî vê yekê jî Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê bêhêcet ji 6 mehan carek hevdîtina parêzeran qedexe dike û ji 3 mehan carek jî bi cezayên dîsiplînê hevdîtina malbatan qedexe dike. Dînç diyar kir ku 25 sal in mafên Ocalan ên wek telefon û nameyan hatiye sînordarkirin û di 25 salan de Ocalan tenê du caran telefon bikar aniye. Dînç got ew jî carek Ocalan ji ber şertên pandemiyê di sala 2020’an de 10 deqîqe û di sala 2021’an de jî carek sê çar deqîqe telefonî birayê xwe kir û hevdîtina dawî ya bi telefonê ku di 25’ê Adara 2021’an de pêk hat di nîvê de hat qutkirin. Dînç anî ziman ku ji 25’ê Adara 2021’an ve heta niha wan tu agahî ne ji Ocalan û ne jî ji sê girtiyên cem wî bi tu awayî agahî negirtine.
‘DMME û CPT şirîkên tecrîdê ne’
Dînç destnîşan kir ku wan li dijî tecrîdê serî hemû rêyên hiqûqî dane û lê belê tu bendewariya wan ji hiqûqa navxweyî nemaye û got: “Bendewariya me ji hiqûqa Tirkiyeyê nemaye. Em serî li mercên navneteweyî didin. Bi taybetî me serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. Me cara ewilî di sala 2011’an de serî li DMME’yê da. Hê jî DMME’yê bersiva serlêdana me nedaye. Di dîroka DMME’yê de tiştek wiha nîne. Lê ev xemsariya wan jî nîşan dide ku DMME ne li gorî peyman û hiqûqê biryar dide li gorî sedemên siyasî û polîtîkayên şantajê xe bêdeng dike. DMME li gorî siyasetê tevger dike û şirîkê polîtîkaya tecrîdê ya Tirkiyeyê ye. Her wiha ne tenê DMME, di heman demê de CPT jî dibe şirîkê tecrîdê. Tirkiye tu demê li gorî raporên CPT’iyê tevger nake û berovajî vê hin bêtir tecrîdê dijwartir dike.”
Bandora tecrîdê ya li ser civakê
Dînç anî ziman ku tecrîd ji ber sedemên siyasî tê sepandin û wiha axivî: “A rast ev biryara tecrîdê biryarek siyasî ye. Dixwazin bi tecrîdê sekn û îradeya birêz Ocalan bitepisînin. Lê ev pir eşkere xuya ye ku nikarin bi ser bikevin. Ev tecrîd bandorê li ser hemû Tirkiyeyê dike. Bi tecrîdkirina birêz Ocalan re hemû civakê tecrîd dikin û tecrîd li ser civakê fişarê dike. Ji ber vê yekê jî tecrîd li ser aştiya civakî û aramiya civakê dike û rê li ber bêaramiyê û aloziyan vedike. Divê ku demildest tecrîd bê rakirin da ku birêz Ocalan dikaribe bi rola xwe ya rabe û ji bo çareseriyek nû bikeve nava tevgerê. Xwediyê çareseriyê tenê kesek heye ku dikare li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn pêk bîne ew j3i birêz Ocalan e. Ji bo ku birêz Ocalan dikaribe bi rola xwe rabe divê ji destê kî çi bê bike û li ber polîtîkaya tecrîdê rabe.”
Divê CPT rapora xwe ya dawî aşkera bike
Dînç îşaretî biryara DMME’yê di çarçoveya mafê hêviyê ya sala 2014’an de ku dibêje kesek heta ku bimire nikare di hefsê de bimîne kir û got: “Divê pergala tecrîd û îşkenceya Îmraliyê were rakirin û em daxwaz dikin ku birêz Ocalan bigihîje azadiya xwe û wê têkoşîna me ya hiqûqî jî berdewam bike.”
Dînç bal kişand ser serdana CPT’iyê ya di îlona 2022’yan de li Îmraliyê pêk anî û hevdîtin bûye an nebûye nayê zanîn û CPT’iyê rapora derbarê serdanê de amade kiriye û ev jî ji aliyê komîteyê ve hatiye qebûlkirin. Dînç pêvajoya eşkerekirina rapora CPT’iyê bi bîr xist û wiha got: “Piştî serdana CPT’iyê hê jî me agahî ji birêz Ocalan û miwekilên xwe yên din negirtiye. CPT’iyê daxuyaniyek ku raya giştî qanih bike neda. Divê CPT demildest rapora xwe aşkere bike û ji bo rakirina tecrîdê bikeve nava helwestek çalak.”