Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê êrîşên dewleta tirk de daxuyaniyeke bi vî rengî da : “Di 17’ê adarê de çeperên me yên berxwedanê yên Çemçoyê bi çekên qedexe carekê hat bombekirin. Di 17’ê adarê de çeperên berxwedanê yên Çemçoyê, Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û qadên Golka û Girê Çarçêl ên Metînayê bi balefirên şer 4 caran hatin bombekirin.
Di 16 û 17’ê adarê de çeperên me yên berxwedanê yên li Qada Girê Ortê ya Metînayê, Qada Berxwedanê ya Girê FM û yên li qada Çemço û Sîdayê bi obus, hawan, tank û çekên giran 73 caran hatine bombekirin.”