Buroya Hiqûqê ya Asrinê, piştî erdhejên ku di 6’ê sibatê de li Mereşê çêbûbûn, ji bo ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li cem Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bi malbatên xwe re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dabûn.
Ji ber ku serlêdana wan nehatibû bersivandin parêzerên Buroyê, di 14’ê sibatê de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dabûn û xwestibûn ku serlêdana wan bi cih bê. Li ser vê Dadgeriyê jî cezayên dîsiplînê derpêş kiribû û serlêdana parêzeran a ji bo hevdîtinê red kiribû. Parêzeran jî diyar kiribû ku serlêdana wan ji ber karesateke xwezayî ye, lewma divê neyê astengkirin û ji ber vê serî li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê dabûn. Dadgehê jî di 22’yê sibatê de derpêş kiribû ku biryara dadgeriyê li gor “qayde û qanûnê” ye û serlêdanê red kiribû.
Piştî vê parêzeran îşaret bi xalên 20, 40 û 17’an ên Destûra Bingehîn (“Mafê jiyana taybet û rêza li jiyana malbatê”, “mafê heq û azadiyê” û “binpêkirina îşkence û eziyetê”) kirin û di 16’ê adarê de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan. Parêzeran di serlêdana xwe de bal kişandiye ser tecrîdê ku 24 sal in didome û xwestine mafê hevdîtinê yê bi parêzeran û malbatê re yê muwekîlên wan esas bê girtin.