Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Xelkê Qoserê diherike qada Newrozê

Tevî baraneke zêde jî li Qoserê ji 7 salî heta 70 salî xelk diherike qada Newrozê. Di pîrozbahiyê de gel daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dike.

Newroza îsal ku bi dirûşmên “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” tê pîrozkirin, diyarî qurbaniyên erdheja Mereşê hate kirin. Newroza li Qoser a Mêrdînê li Qada Otogarê ya navçeyê tê pîrozkirin. Ji 7 salî heta 70’ê salî welatî ber bi qada Newrozê ve diherikin. Welatî ji gelek deverên navçeyê hewl didin xwe bigihînin qada pîrozbahiyê, ji du noqteyan dikevin qadê û tevî baraneke zêde jî bênavber diherikin qadê. Xelkê navçeyê bi cil û bergên kurdî dikevin qadê û li platforma qadê jî pankarta “Newroz 2023” hate daliqandin. Li gel pankarta mezin, her wiha flamayên HDP, DBP û Partiya Çep a Kesk hatin daliqandin. Welatiyên ku herikîn qadê daxwazên bi dirûşman anîn ziman. Dirûşmên “Bijî berxwedana zindana” û “Bijî Serok Apo” li qadê olan da. Di heman demê de alîgirên Amedsporê jî li qada Newrozê cihê xwe girtin.

Hunermendên herêmî li qada pîrozbahiyê stranên xwe pêşkeş dikin û welatî jî beşda dibin.

Piştî pîrozbahiyên bicoş ên gel dê bernameya pîrozbahiyê bi axaftinên Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş bidome.

Piştî axaftinan dê Koma Dengê Jinên Azad derkeve ser dikê û stranên xwe bibêje.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar