Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Agirê Newrozê wê dehaqan tune bike’

Gerîlayên YJA Starê diyar kirin ku: "Coş û pîrozbahiya Newrozê wê dehaqan tune bike, Em ê mîrate û têkoşîna hevalên xwe îsal bi agirê Newrozê mezintir bikin."

Di 21’ê Adarê roja Newrozê de ku ji bo gelê kurd nîşaneya berxwedan û serhildanê ye, gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê xwedî hest û kelecaneke cuda ne. Gerîlayên YJA Starê hest û bendewariyên xwe yên têkildarî Newrozê ji ANF’ê re vegotin.

Gerîla Adar Ararat bi gotina “Newrozê li Rêberê me, hevalên me yên şehîd û gelê me pîroz dikim” dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku mîna her salê îsal jî li çiyayên Kurdistanê bi coş û kelecaneke mezin dest bi Newrozê dikin. Adar Ararat diyar kir ku dewleta tirk a qirker faşîst li gel hewldanên xwe hemûyan jî nekarî kevneşopiya Newrozê bi gelê kurd bide jibîrkirin.

Adar Ararat destnîşan kir ku kevneşopiya berxwedanê ya Newrozê bi Kawayê Hesinkar û Mazlûm Dogan li hişê gelê kurd neqişî ye û got, “Ji ber vê yekê coş û pîrozbahiyên Newrozê yên li çiyayên Kurdistanê weke bersivek li Dehaq ên zalim tê dîtin. Em ê mîrate û têkoşîna hevalên xwe îsal jî bi agirê Newrozê mezintir bikin. Em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û azadiya gelê kurd teqez misoger bikin.”

‘ Em ê li ser şopa Mazlûman û Semayan vî agirî bêhtir gur bikin’

Gerîla Rojîn Befircan jî Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê kurd pîroz kir ku li ser Newroza 2023’yan ev nirxandin kir: “Ji bo min gelekî bi wate ye ku Newrozê pêşwazî dikim. Wateya îsal a Newrozê ji bo me hemûyan gelekî cuda ye. Bi êrîşên dagirkeriyê bi dehan hevalên me li pêş çavên me bi çekên kîmyewî şehîd bûn. Em ê agirê Newrozê yê îsal bi ruh û manewiyata van hevalên xwe vêxin û agirê Newrozê bêhtir geş bikin û wan bi bîr bînin.”

Rojîn Befircan destnîşan kir ku agirê Newrozê yê ji aliyê Mazlûm Dogan ve hate vêxistin ne tenê ji bo gelê kurd ji bo gelên bindest hemûyan ruhê berxwedanê temsîl dike û got, “Em ê li ser şopa Mazlûman û Semayan vî agirî bêhtir gur bikin. Dewleta qirker a tirk bi her rê û rêbazê êrîşî me û gelê me dike. Lê belê dike nake nikare agirê berxwedanê yê gelê kurd vemirîne. Ev berxwedan wê mezin bibe û agirê Newrozê jî wê her tim gur bibe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar