Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Rastiya Newrozê bi PKK’ê hat nasîn’

Nayif Elî ku 37 sal in bi Tevgera Azadiyê ya Kurd re dimeşe diyar kir ku, “Bi PKK'ê re wan rastiya Newrozê nas kir.”

 Nayif Elî yê ji Dêrikê ku beriya 37 salan Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kir, hem bavê şehîdekî ye hem jî yek ji welatparêzan e ku li ser rêya azadiyê ya PKK’ê dimeşe.

Nayif Elî ji ANF’ê re axivî û qala wê demê kir ku PKK nas kir: “Destpêkê min ew di sala 1982’an de li Dêrikê dît, lê nizanîbû ku kî ne. Weke xwendekarên ji bakurê Kurdistanê hatine, dihatin naskirin. Sala 1984’an min ew weke PKK’yî nas kir. Ji xwe sala 1986’an bûm welatparêzekî PKK’yî. PKK baweriyeke nû bû, siyaseteke nû bû, feraseteke nû ya fedakariyê bû. Jinûve avakirina civakê bû. Ji ber vê yekê pê ve hatim girêdan.”

‘Rastiya Newrozê bi PKK’ê gihaşt wateya xwe’

Nayif Elî ragihand ku piştî PKK hat Rojava, rastiya Newrozê jî hate naskirin û wiha dewam kir, “Beriya PKK’ê jî Newroz hebû, lê belê civakê bi rastiya Newrozê nizanî bû. Tenê ji bo ger û geştê, tevî malbata xwe xwarin dixwar, çend stran dihate gotin û bi vî rengî derbas dibû. Me tenê carekê di sala 1983’an de bi Partiya Pêşverû li Dêrikê Newroz pîroz kir, ew jî mîna şahiyekê bû. Piştî ku min Tevgera Azadiyê nas kir, min her wiha rastiya Newrozê jî nas kir. Bi çalakiya Mazlûm Dogan re aşkere bû bê wateya Newrozê çi ye. Ya rast bû bersiv ji pirsa, divê Newroz çawa bê pêşwazîkirin. PKK wateya rastî ya Newrozê li nava civakê belav kir. Bi hatina PKK’ê re wateyeke nû li girîngiya Newrozê hate barkirin. Bi agirê Mazlûm Dogan re xwe gihand rastiya Newrozê.”

‘Di bin vê zext û zilmê de tenê PKK’ê Newroz pîroz dikir’

Nayif Elî got, “Piştî komkujiya 12’ê Adarê hêrsa gelê kurd mezin dibû” û diyar kir ku hêzên ser bi rejîma Sûriyeyê jî zext zêde kir. Nayif Elî got, “Di bin vê zext û zilmê de tenê PKK’ê Newroz pîroz dikir. Wê salê li her bajarî pîrozbahî hebûn. Komkujiya ku sala 2004’an hate kirin, veguherî serhildana gel. Ji bo hilanîna tola şehîdan gel bi coşeke mezin bi rengekî girseyî Newroz pêşwazî kir.”

‘Newroz bû ya gelan’

Nayif Elî ragihand ku di navbera salên 2009-2010’an de li Şamê bû û qala şahidiya xwe ya ji Newroza hingî re kir: “Hêzên ser bi rejîmê ve destûr nedan pîrozbahî bê lidarxistin. Lê belê gel nesekinî û Newroz pîroz kir. Gelek mirov hatin girtin, hatin darizandin, li dadgehên leşkerî hatin darizandin. Di Newroza 2010’an de jî dest danîn ser hoparloran. Êrîş birin ser gel. Gel mirin da ber çavên xwe û nesekinî, meşiya. Bi 7 kîlometreyan meşiya. Çerxerêya li Şamê li trafîkê hate girtin. Baweriya gel xurt bû. Gelê kurd li qadan bû. Mîna niha gel li hev kom nedibûn û Newroz pîroz nedikirin. Bandora Şehîd Ezîz Ereb a li ser gelê ereb hebû. Kêm jî be gelê ereb jî Newroz pîroz dikir, lê belê ne mîna dema piştî sala 2011’an bû. Piştî şoreşê xwîna gelan tevlîhev bû, gelan dest dan hev û li ber xwe dan. Newroz bû ya gelan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar