Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Di fînala Newrozê de peyamên yekitiya neteweyî derketin pêş

Newroza Amedê ku fînala Newrozê bû, partiyên kurd ên beşdarî Newroza Amedê bûn gel silav kirin û peyamên yekitiyê kurdan dan.

Qada Newrozê ya Amedê ji hêla Midûriyeta Emniyetê ya Amedê ve bi têlên direhî hatibûn dorpêçkirin lê dirûşmên ciwanan têlên direhî derbas kirin.

Partiyên di bin sîwana Komxebata Tifaqa Kurdistanî de cih digirin, serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T) Mehmet Emîn Kardaş, serokê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Mehmet Kamaç, hevseroka Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz, hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, serokê Partiya Azadî Ayetûllah Aştî, serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, ji Komeleya Kurd a Şoreşger Demokrat (DDKD) Halîm Îpek, hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, endama TJA’yê Gulistan Sonuk û ji Platforma Yekitiya Jinên Kurd Nesrîn Askar derketin ser dikê û gel silav kirin û peyamên yekitiya neteweyî dan.

‘Em êdî nasekinin’

Serokê PÎA’yê Mehmet Kamaç cejna Newrozê pîroz kir û wiha got: “Em di qonaxeke dîrokî de ne. Li rexekî xemgîn û li rexa din jî bi coş in. Bêguman li Tirkiyeyê berpirsyarên siyasî yên tu rewşên neyînî nayên aşkerakirin. Di mijara erdhejê de jî tu kesî berpirsyarî li xwe negirt. Wan îstîfa nekir û sekneke birûmet nîşan neda lewma dê ev gel di 14’ê gulanê de cezayê wan bibire. Li rexekî em Newrozê pîroz dikin û li rexa din jî polîtîkaya yekperest, zextker û qedexeker bi hemû leza xwe didome. Em ê jiyanê bi hev re ava bikin. Em pêşerojeke piranîparêz ku her kesî hembêz dikin dixwazin. Em li qada Amedê ji hemû cîhanê re dibêjin ku dê têkoşîna vê bidin.

Li vê qada Newrozê banga me ji bo kesên li girtîgehan her cure derhiqûqtiyê dikin ên polîtîkayên tecrîdê û qeyûman didomînin heye; em êdî nasekinin. Bi sedsala ne li Rojhilata Navîn pirsgirêka gelê kurd didome. Wan digot qey dema kurd ji holê rakirin dê ev pirsgirêk çareser bibe. Dema we got, ‘kurd tune ne’ ev pirsgirêk ji holê ranabe. Pirsgirêka kurdan pirsgirêka statûyê ye. Gelê kurd êdî jiyaneke birûmet dixwaze. Gelê kurd, xwediyên vê xakê ye. Kurd, şirîkên rasteqîn ên vê dewletê ne. Yekitiya neteweyî ya gelê kurd xeyala Ehmedê Xanî û Seyîd Rizayan bû. Weke partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û civaka kurd em ji bo vê xebatên xwe didomînin. Banga me ji bo misilmanên vê erdnîgariyê heye; berpirsyariyeke dîrokî li ser milê we heye û divê êdî hûn ji vê zilmê re bibêjin bes e. Banga me ew e ku hûn êdî di nava têkoşîna azadiyê ya gelê kurd de cih bigirin.”

TJA: Şoreşa jinan dê bi ser keve

Aktîvîsta TJA’yê Gulistan Sonuk jî Newroza jin û dayikan pîroz kir û wiha pê de çû: “Em cejna Newrozê  li xwediyê felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ birêz Abdullah Ocalan pîroz dikin. Em Newroza Semayên ku bedenên xwe şewitandin pîroz dikin. Bi hezaran sal in em li ser vê xakê li dijî pergala mêrserdest têdikoşin. Gelên  me bi paradîgmaya ‘jin, jiyan, azadî’ li dijî vê zîhniyetê têdikoşe. Yên ku hewl didin bi qedexeyan, bi komkujî û kuştinan hewl didin pêşî li ber şoreşa jinan bigirin bila baş bizanin ku şoreşa jinan dê bi ser keve.”

Felsefeya jin jiyan azadî

Di dewamê de Sonuk ev tişt anî ziman: “Zîhniyeta mêrserdest, di erdheja Mereşê de jin di bin kavilan de hiştin. Lê belê piştevaniya jinan, jin rizgar kirin. Yên ku bi riya polîtîkayên şerê qirêj hewl didin di şexsê jinên kurd de jinan bêîrade bikin baş bizanin ku dê nekarin armancên xwe pêk bînin. Yên ku tecrîdê weke şêweyekî rêveberiyê bi kar tînin bila baş li vê qadê binêrin. Vê qadê çawa ku dorpêç qebûl nekiribe, dê tecrîdê jî qebûl neke, nas neke û têk bibe. Çawa ku faşîzm, nîjadperestî, zayendperestî di sala 1982’yan de bi sê zilikên şixatê hatibe şewitandin, îro ne tenê li Tirkiyeyê dê li tevahiya cîhanê pergala mêrserdest were hilweşandin. Faşîzm dê bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ were hilweşandin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar