Pîrozbahî li taxa Şêxmeqsûd a Helebê pêk hat. Bi hezaran kes tev li bûn û li nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser Newrozê guhdarî kirin.
Ji fermandarên YPG’ê Şervan Efrîn li pîrozbahiyê axivî û diyar kir ku wê planên li dijî projeya modernîteya demokratîk bi şerê gel ê şoreşgerî têk bibin.
Endama Koordînasyona Kongra Star Amna Xidro jî diyar kir ku wê têkoşîna li hemberî her cûre êrîşan dewam bikin.
Pîrozbahî bi stranan dewam dike.